23 Şubat 2024 Cuma

MIN GEZKE

 Wexta min serê xwe ji xewê bilind kir, tariyê jî dikir pirtiyê xwe yê tarî li xwe bike. Du sê bawişk hatin min, bê ku rê li wan bigrim, mi du sê tir jî di ser bawîşk û tena xwe da ber da. Berî ku ez û avê xwe bişon, min xwe li hember eynika ku çav li a banê odeyê diqirpand tût û rût kir. Di bin çavan de min li nivîna xwe ya spî sar meze kir. Tilî û pêçiyên şimayî, berî dan newaloka bi epîlasyonê qusyayî. Didanê jorîn lêva jêrîn bi şewhet gezt. Tiqînî bi min ket. Bi qirpîna çav re min şimaqek bi tîn avêt tilora çepê. Bi meşa xwe ya kihêlî, di hewlîkê re min berî da "Kaniya Ereb Axa".

Mûmên reşgirêdayî min ji çaviya dolabê weranî der. Qasî deqeyek du deqeyan çavên min li ser mûman geriyan. Finda bêhn lewanteyî li orta masê cih li xwe xweş kir, yên mayî reşê xwe li xwe kirin. Bi vîçe vîça zengilê derî re min bornoz li bedena xwe ya şil pêça, bi meşwêrdegî ber bi derî ve meşiyam. 
Piştî min deng bi qebqeba 'kewê nêr" xist li maseya xwe vegeriyam. Sê wêneyên masê li storiya instagramê, hevokek bi pirsnîşan û çar hevokên qûn bi baneşan li twîterê bûn mêvan.  Di bin şewla pirepira mûmê re min badeya şerabê bi ser lêvan de berda.
Dema çavên min li wêneyên storiyê ketin mi bi emojîna çav bi qelb û a keneke devbeş re go: "Îşev şevka te a ser kêlekê ye". Hê teresî, tehm û şewqa hevokê li ser zimanê min bû, fîqînî bi twîterê ket. Estetîk û narîniya wêneyan, pozbilindî û kîndariya hişkolek a hevokên bi pirsnîşan û qûnbaneşanan rihiyeta wê a nelihev li ber çavan radixist.
Dengê wê yê romantîk wekî bayek hênik di qulika berguhka têlefonê re li min banî. Piştî çend hevokên kurt ên bê dîmen, bê pirs dîmen di ser min re şand. Min dîmen red kir. Wekî ku min talan lê rakiriye, di ciyê cî de rengê dengê wê guherî. Bi guherîna deng re, mîna ku serê min li 'kevirê Selim" keti be dîsa bû peltepelta min. Bi peltîna min re dengê wê yê sipî sar ê şox û şeng lê vegeriya... Bi ê, hihi car bi car jî bi tîqîn ez dam qisedan. Êdî ji ber şelpîn û mirçînê, min xwe ranegirt bi xwînsarî go:
- Ew çi şelpeşelp û mirçîna devê te ye? 
Bi hîqîn go: 
- Ma te nego îşev şevka ser kêlekê ye? Ez jî bi geztîna pîzayê re kêfa ser kêlekê dikim.
- Noşî can be lê diqet bike havîn li ber derî ye. 
Dîsa hîqîn pêket.
- Kul û kerafî
- Ê wekî din çi dikî? 
Bi tîqetîq:
- Tiştek nakim. Belkî herim "Min Gezke". 
Kurmê di hundirê min de dest bi leqînê kiribûn. Lema bi kurtebirî mi go:
- Karê min heye. Şeva te bimîne xweş. 
Bi emojîneke devliken wê jî go:
- Şev baş.
Dilê xeydokî û hêrska min tune bû ku dev ji canê min berdin. Ji neçarî min berî da twîterê. Li bin hevokên wê gimîn û reqîna fav, rt û şîroveyên siyasî û edebî bûn. Bi bilindbûna dûkê cixarê re tiliyên min li ser kilavyê reqisîn. Rêzetiwitek jî deh tiwîtan pêkhatî min li pey hev rêz kirin. Ne xwediyê tiwîta bi pirsnişan û qûn bi baneşan ne jî şîrovekarên heman tiwîtê bê ku kesek bi nav bikim  ji ber şûrê min filitîn. Bi daketina kela dilkê xwe re min jî berî da der.
Bi derengî be jî havîn hat. Bi destpêka betlaneyê re mişteriyên me  hêdî hêdî li me vedigerin. Wekî hersal di dawiya hefteya ewil de em wekî Kafebara Min GezKe! kokteylê li dardixin. Armanc ji vê şevê ew e ku em hem mişteriyên xwe kêfxweş bikin hem jî bi pêşniyarên wan re li gor dilê wan konsepta xwe her demsal biguherin. Sala çûyê li ser lihevkirina giştî herkesê lingê xwe dihavêt Kafebarê têlefonên xwe telsîmî kaseyê dikir û heta dawiya şevê têlefon di bin kilîtê de diman. Piştî cêribandina çend şevan herkes ji biryara dabûn qayilbûn. Me bi çavê serê xwe dît ku însan di nava çend seatên bê têlefon çiqas diguherin û li hev dibanin. Berî pênc salan di şeveke wiha de navê kafebara me guherî. Bi strana Ciwan Haco a bi navê Sê Sê re kêfxweşî coşa mişteriyan derketibû asta herî jor. Ji nişke ve qajinî bi keçikek ket. Tu nabê xortê me lêva keçikê geztiye. Ev qajîn bû sedem ku keçika poz bi kesî nedikir bi reqs û çelqandina sing û ber û kemaxan re derkeve meydanê û ji xortê ku pê re direqîsî re bi dengê bilind bibê:  MIN GEZKE MIN GEZKE.. û her çû ev deng û reqs di nava reqskaran belavbû xelek li dor keçikê û xort geriya. Xortê me ji şerman di nava xwîndanê de bimine jî keçik bi serket û lêva xwe da geztin û keçik bi vê jî nema û herkes bêdeng kir û li ser pêşniyara wê bi çepik û lilandinê re navê kafebara me bû Mîn GezKe Kafebar. 

Nîşe:
Kaniya Ereb Axa: di kilamên dengbêj Şakiro yên bi navê Esmera Şukrî û Gulê Dêran de dibihure. Li vir karekter nav li serşoka xwe kiriye.
Kewê nêr: Welew Kewê ribat bernavên Şakiro ne.
Kevirê Selîm: Navê kitêba Mem Med e. Kevirê Selîm: Kevirê ku dema mirî serê wî/wê li kevir dikeve û bi mirina xwe dihese.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove