19 Nisan 2020 Pazar

Emê kon li darxin


Koronayê derî di ser me da kûp kiriye. Ji rojan şemî ye. Tav diqijile li Stenbolê. Xwedê zane niha çi xûşe xûşek xweş bi peravan ketî ye. Di navbera ode, mitbex, şaneşîn û medya sosyal de pêgermokê digerînim. Wekî her carî piştî nîvroyê şaneşînê dişom. Xaliyê li şaneşînê radixim, mînderan lê rast dikim. Vê carê qewimînek din rû dide. Lawê min ê mezin (deh salî ye) û birayê wî çarşevê tînin, dibên “emê kon li darxin”. Tevlî karê wan nabim. Diya wan tê şaneşînê  eferimek bexşî wan dike.

Li ser banê avahiya hember du mêr rûniştîne. Mîna celewê qerqaş kevokan dor li wan girtiye. Kevok qasî çend deqeyan ji ber çavan winda dibin dîsa vedigerin ser koxika xwe. Bi darê çend şaneşînan ve  xalî dardakirîne. Çîpe çipa avê ye, dinuqute... Dengê cîranê kêlekê bi ser min dikeve. Radibim dikevim temaşeya wî a xalî şûştinê. Jina wî wexta min dibîne dibişire. Deng li mêrik dikim bi ken:
- Ka şixulê malê karê jinan bû? Çi hat bi serê beradên te da?
Bi ken dibê:
- Kar tune aciz dibim ji aciziyan e...
Ji xanima wî re dibêm ka xwe bide alî vê roja pîroz bigrim bin qeydê...
Wekî tê zanîn tevî Stenbolê li sî û yek bajarî ji ber koronayê derketina derve du rojan qedexe ye. Bermayiyan ji xwe re dikim bahane bi qutiya bermayiyan re berê xwe didim derve.
Darên mêweyan li çîçegan rûniştîne. Ji bo ekrana têlefona xwe çend wêneyan dikişînim. Mozek tê li çîçegê rûdine bi tikandina wêne kişandinê re tu nabê filaşa têlefonê vêxistiye moz bi firê dikeve.

Wexta dikim vegerim malê sîperikek li ber çavê min dikeve. Ji bo wêneya wê jî bikişînim qederek bi çavan perperokê dişopînim. Xwedê jê ne razî di nava ewqas giya, gul û çîçegan de tere li ser xweliya rût datîne. Çend gava ber bi wê ve diçim dîsa bi firê dikeve. Ji neçarî para stûyê xwe dixurinim.
Destê xwe dişom. Têlefona xwe "dezenfekte" dikim berî didim şaneşînê. Xirminiya ava çaya semawerê ye. Çayê dem dikim. Cixareya xwe dipêçim...

Lê hay dibim ji mijara esli a min dixwest binivîsînim ra cî nemaye. Dilê min hebû qîra xwe li Cemil Oguz bida. Ser û goyê camêr hero şûştiye. Min hê rojek tayek bi rûyê wî ve neditiye. Rûyê wî tim kurkiriye û porê wî yê qasî guniyan gur şekiriye. Malûm ji ber koronayê kuafor jî girtîne. Çareya rû û por em bibên dî, gelo niha mûyê bi guhê xwe çer hil dike? Deriyê me, hîç nebe ê min ji pêşniyaran re vekiriye. Nebên şewitandina mûyan her mêr wê dizane. Tiştek orjînal bibînin û bêjin.

18.03.2020 diyarname.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove