4 Mayıs 2020 Pazartesi

ŞEVBÊRKA SIYEHMED



Çokek du çok berf li erdê bû. Bi ketina berfê re eyan bû wê çokek din lê zêde bibe. Cimaeta taxa jor wekî her car li mala Apê Hecîbaba li hev rûniştibûn. Hulmugulma ava misînê li ser sobê tevli dûyê cixarê dibû. Kal û navsere li alî jorê odê pişta xwe kutabûn balîfan li ser mînderan cî li xwe xweş kiribûn. Xortan jî li binya wan qor temam dikirin. Bi kişandina cixare û "xwarina" çayê re qise li qiseyê zêde dibû.


Qatek du qat ji şevê bihurîbû wexta Sîyehmed û hevalên xwe ketin odê. Xortên hazir cî ji yên hatî re vekirin. Bi destûra mezinan re ji ser çokên xwe rabûn cî li xwe xweş kirin. Sîyehmed teze çend roj bû ji Stembolê vegeriya bû. Piştî silav û li hev pirsînê hîn mezinan pirsa lêzimên xwe dikirin. Sîyehmed jî dibersivand.

Emrê Sîyehmed li dor sî bû. Kesek rûken û bihenek bû. Di qisedan û henekan da çil pehîn li qûna şeytan xisti bû. Ji bo milet bide kenandin dikaribû ava çil çemî bigihîne hev û çil kaniyan biçikîne. Her kesî xweş bi xuy û xisletê wî dizanî.

Sîyehmed:

- "Du ro berî ez bidim rê ji bo ser û guhê xwe bikim çûm Buyukçekmeceyê. Di çarşiyê de digeriyam. Min dî qizikek pênc şeş salî li wî alî û wî alî ve diçû-dihat û digiriya. Ez çûm cem mi go tu çima digirî go:

 - Mi dê û bavê xwe winda kirin...

- Neyse min bi destê qîzikê girt, em berjêr û berjor bi nava çarşiyê ketin. Neh deh deqe çûbû neçûbû jîpek terikî li ber me sekinî. Jinikê bi qêrin xwe avêt hembêza qîzikê. Ne jin qey te digo horiyek cinetê ye. Merûya qimîş nedikir lê mêze bikira. Mêrik jî ji ereba xwe pêya bû çû çavê qîza xwe ramûsa. Dûra hay jê çêbûn ez li wir im. Mêrik destê xwe dirêjî min kir. Min bi dest negirt. Bi dengek bilind mi pekand ser...

Ez zêde serê we neêşînim. Di ser min de bûn xwîn gotin îlem îşev tu mêvanê me yî. Deng ji cimaetê bilyaye. Yekî go:

- Halê maqûlan başqe ye...

Em li erebeya wan sarbûn du sê deqe di ser re derbas nebû li ber derê vîlayek sekinî. Vîla nebû qey te digo sera ye. Jinikê qîza xwe hembêz kir çû ket hundir. Mêrik da pêşiya min em derbasî terasê bû. Jinika xizmetçî hat li ber me çikilî. Li ser pirsa mêrik min qehwe, mêrik jî bîra xwest.

Jinikê qîza xwe kiribû xew. Çekê li ser xwe guherî bû. Bi rûniştina jinikê re berdestiyê sifre li ber me raxist. Çi li ser sifrê tune bû. Meriya qimîş nedikir lê mêze bikira.

Piştî sifre rabû mêrik ji me hersiyan re qehwe ji berdestiyê xwest. Me qehweya xwe vexwar. Jinikê û mêrik dan pêşiya min berê serşok ravî min dan, dûre odeya ez lê rakevim. Mi malavayî li wan kir. Ew ji ber çavan winda bûn. Ez jî ketim oda xwe.  Şewla lambeyên der ode ronî dikir. Lema min lambe pênexistin. Mi qederek çavê xwe li odê gerand. Du qoltixên biçûk û sehpayek li ber camê bûn. Li diwarek hin resim û tişt mistên din darda kiribûn. Li binya wan ji nivîn bi ci kiribûn... Bi dengê derî re ez ji sêra odê hatim xwarê. Jinikê çekê şevê li xwe kiribûn. Surahiyek biçûk û bardaxek li ser tepsiyek  li ser dest ket hundir. Tepsî tanî ber serê min. Qata eşofmanê li ser pîyê wê bûn danî ser nivînan. Şevxweşî da min û çû. Mi eşofman li xwe kir û ketim nav ciyan.

Çiqas ketim xew nizam. Bê edebî tê tu nabê destavê zor daye min. Ez rabûm ser xwe li ser nivînan rûniştim. Mi lingek xwe di şimikê re kir ji bo şimika din bibînim serê xwe dirêjî bin ranzê kir. Ditîna min dî kesek kefen kirî bin nivînan da ye. Mi ji tirsa mîz di xwe da berda. Teyî te dî deriyê odeyên şeheran bi cam in. Dîtina mi dî reşek li ber derî xwe telandiye. Bi diqet ez çûm di paş derî de rûnistim. Mêrik balteyek di desta hêdika derî vekir çû ber nivînên min. Ez rabûm ser xwe heta di min da hebû mi pehînek avêt devê qûna wî. Du sê kesan bi coş gotin:

- Ê

Siyehmed bê ku mû ji rûyê wî bilqe go:

- Qilî ser xwe bûm xew e."

04.052020
Nîşe: ev nivîs di diyarname.com ê da weşiyaye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove