9 Temmuz 2019 Salı

Kitêb, Kêr û Xwîn



Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bîhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişta xwe da diwarê xanî ketim, temaşeya sîperikan...
Piştî zikê têléfonê têr bû ji mal derketim. Dengê Şakiro bi rêya berguhkan bi mi ra derket gerê. Wexta nêzî mezela bûm "...Keremo lo lawo derd û kulên dunyayê pir hindik bûn va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser da li simbêla xwe kir..." dikakand. Hêstiran di çavê min ra havêt, mi xwe li wan nekir xwedî.


Dema ji nav mezelan derketim, xalê Evrihîm kulekên xwe li çêrê rast dikir... Bi silavê ra xwar bûm herim destan. Nehişt, herdu çavê min ramûsa. Piştî levpirsînê;

-Tu çextê hatî?

-Do êvarê xalo.


-Wele haya min jê çênebû, yan na ez ê bihatma bona te.
-Xwedê îmana te kamil ke. Xalo Rihê (Rihanê) mekteb xilas kir?

Bi ken go;

-Ê, ê salek e ogretmeniyê dike...

-Çavê te ronî be.

- Xwedê ji te razî be law. Te qala Rihê kir ket bîra min. Ha teyî te jî mekteb xwendiye, Rihê ji ciya xwe ra gotiye: Ez niha mektebek dinê dixwînim, îjar wezê bibim "eleştirmen."
Law ev "eleştirmen" çi ye?

Piştî hinek fikirîm, mi go;

-Xalo tu hê xwînê ji gohê pez berdidî ne?

-Erê law. (Kêr ji cêva çakêtê xwe deranî û gotina xwe rêsa) Ev kêr çil sal e bi min ra ye. Wexta ez û bavê te wan em diçûn Diyarbekirê paletiyê, mi li wir kirî. Xwedê rihma xwe li wan gişkan ke. Giş mirin...

- Xwîn neyê berdan çer dibe?

- Wê heywanê nexweş bimire law. Ma ev jî pirse tu ji min dikî?

Ez bişirim;
-Hêrs mebe xalo. Tu çer dizanî kîjan heywan nexweş e û bi rehetî xwînê ji goh ber didî, Rihê jî dixwaze bi mekteba duduyan ra wexta kitêbek xwend, mîna te bi dilkî rehet xwînê ji gohê kitêbê berde. Bi matmayîn li min mêze kir. Mi gotina xwe kudand;
Yanê wê kêmasî û rindiyê kitêba xwendî binivîsîne.

-Tiştek nayê serî ne wer?

-Na xalo bila dilê te rehet be.
Bi kenek sivik go;
-Ê tu kuda terî? Ez te ji rêya te nekim.

-Ez ê herim Kaniya Kevir. Bist sal in nigê min bi wan deran neketiye. Ez dîsa xwar bûm herim dêst, nehişt. Hat serê min.
Go;
-Ê oxira te a xêrê be. Hê qasî pêncî mêtreyî nemeşiyabûm, deng li min kir;
-Lalaw Dilo, were ji te ra cixareyek xweş bipêçim hê here...


Nîşe: Ev nivîs berê di malpera diyarname.com'ê de weşiyaye.

4 Temmuz 2019 Perşembe

JI AŞ Û BAŞ















Zûdeye bê kar im. Çend seate di xew de me nizanim. Ji ber êşa pişta xwe hişyar bûm. Çarşeva min havêtibû ser xwe mina pisikek li kêleka min di xewa kûr de ye. . Çûm serşokê şirînî bi klozetê ket. Min hinek av bi devê xwe werda. Ser û çavê xwe şûşt. Di neynikê de li xwe mêze dikim por rû û simbêlê min tevlihev bûne. (tobe be rojek jî simbêlê mi çêbûne) Dîsa vegeriyam odê. Mi têlefona pêncî û pênc tîş li ekrena wê ketiye ji şarzê deranî. Xwe li ser nivînan dirêj kir. Min "moda balafirê" ji ser têlefonê rakir û bû zirte zirta wê. Bi rûsarî min çavê xwe li peyamên fatûreyan û hîn peyamên ji alî partî û dezgehan ve hatî gerand. Berî da taxa "fîsqaya" yê biborin facebookê. Mi bi rûtirşî li kuncikê peyaman nihêrî nehlet be peyamek jî tune. Ecibandina parvekirinan dîsa ji hejmara tiliyên destan nebuhuriye. Tehma dev a heyî jî nema. Bi kenê xwe yê sanal bersiva çend şîroveyan didim. Hîn nivîsan dixwînim. Çend "like"yan li bin guhê wan dixim. Çend tîqetîqên sanal bê ku mû ji rûyê min bileqe bi hîn parvekirinan ve dizelîqînim. Hîn nivîsên kêfa min jê re hatî dixwînim lê naecibînim. Li twitistanê şerê eşîrî li dare. Xwe li tiştek nakim xwedî.
Çirinî bi derî ket...


-Rojbaş begê min tu hişyar bûyî?
-Rojbaş "kesnedî xanim"... Ma taştê tune?
-Ser û çavê xwe bişo hema hazir dikim. Ji bo bihna xanimê bêhtir teng nekim berî didim serşokê bilez serê xwe dişom. Radihijim kincên xwe yên qurmiçî... Dengê dil dibe law dev ji wan kincan berde wê jinik bi awiran te bigurê. Şalek kot û tîşortek teze ji bin utiyê filitîne li xwe dikim. Çar mûyên li ser eniya min mayî bi şewqet mist didim mîna dergûşek têr şîr xwarî vedizelin... Li ser masê rûdinim dest bi xwarina taşêt dikim. "Kesnedîxanim" Cixareya xwe pêdixe radihêle têlefona min.

-Zarok li ku ne?
-Ma dengê wan nayê te? Ew bi têlefonê ez bi xwarina xwe re mijûl dibim. Piştî çend cûtiyan dicûm radihêlim tasikên taştê di sarincê de bi cî dikim. Dîsa li ciyê xwe rûdinim ji pakêta cixareya xatûnê cixareyek pêdixim. Îskana çayê digrim derdikevim şaneşînê. Piştî çend kêliyan çavê lawikê piçûk li min dikeve. Destê xwe jê re dihejînim. Ew jî li ser biskiletê carek dû caran mi dibersivîne dîsa bi hevalê xwe re mijûl dibe.


Deng bi têlefona hevala em li hev rûniştine dikeve. Bi lêborîn têlefonê dibersivîne. Ez jî li vê nivîsa nîvco mayî vedigerim.
Sî şaneşînê digre bin baskê xwe. Piştî şûştin û ziha kirina şaneşînê carcima piçûk radixim. Minderan bi cî dikim. Ji hundir xwelîdank, cixare û pirtûka li ber deste digrim cî li xwe xweş dikim...
Radibim ji sarincê şûşeya ava sar digrim bi ser xwe ve dikim. Têlefon li ser dezgehe. Jinik dîsa wenda bûye. Bi ava mayî ra dîsa têm li cihê xwe rûdinim. Çavê min li bîna hember dikeve. Jinika ciran derî û paceyan dide serpiştê. Çavê min bi derpî û kirasê wê ve dizeliqîn. Ji bo aciziyek rûnede xwe bi têlefonê mijûl dikim. Lê çav dîsa berî didin derî û paceyan. Xwe bi xwe dibêm baqil be law. Dewr xerabe. Hema navê xerab li dû mera dixin. Pişta xwe didim malka cîran. Mizurî pêjgarî min dibe. Têlefonî hevalek xwe dikim. Bi ken dibersivîne. Rewşa heyî jê re şîrove dikim. Ji kena zikopişto dibe. Dibê:

-Law an îşev fîşek nepeqiyane an jî ji bo tu wê bibînî derî û pace dane serpiştê. Piştî kenê me dise em li edebiyatê vedigerin.Ciqas wext bihuriye nizam.
Dibê:
-Law gere ez têlefonê bigrim.
-Bûka min hat qey?
-Ji xwe li vir bû. Me dikir em derkevin der berî têlefon bikî. Niha mina bavkuştiya mêze min dike.
Biken dibêm law:
-Ça nabê çû ji kîsê min?Dibê;
-Law telaqê min neke qûna min rinde. Bê xatir dibê xirp û têlefonê digre. Xwe bi xwe dikenim... Jinik dibê xêre kenê xwe bi xwe ji me kêm bû. Rewşa heyî vedibêjim. Biken dibê:

-Bi misef hûn mêr tev sapixin. Dibêm hela xwe bide alî te manzara mi xera kir. Xwe nîşan dide dibê ji vê manzarayê rindtir? Bi bişirîn radibe tere hûndir.

Diyare hevalê dilê xwe bi qisedana di têlefonê de rehet kiriye. Bi lêborîn tê li cihê xwe rûdine. Heta niqeteya dawî datînim bin vê nivîsê xwe lê nakim xwedî. Gazî garson dike. Du çayên din ji bo me dixwaze. Cixarek ji bo xwe yekî ji bo min pêdixe. Nefesek kûr ji cixareyê dikişînim. Nivîsê qeyid dikim. Çaya me tê.... Nivîsa heyî ji têlefonê jê re dixwînim. Piştî xwendina mi diqede.
Dibêje:
-Heqe merû te bikuje.
-Çima?
-Law ma merû mejbûre behsa her tiştî bike raste rast?
-Ka rastî li ku ye? Dibe tîqetîqa me em bi halê xwe dikenin.

Nîşe:
Ev nivîs berê di malpera diyarname.com de weşiyaye.

29 Haziran 2019 Cumartesi

Ji Mihemed Salih Alî Mistefa Çend Gotin.

" Tişta herî şîrîn û bedew di axa me de jine"

"Jin wek mêşhingivin berhev dikin datînin û bihev re dixwin."

" Hinek jin wek dohejin  ji zêdehiyê bêhtir tiştek naxwazin"

31 Aralık 2018 Pazartesi

BÎRANÎN Û ÇAVDÊRIYÊN LI DÛ ŞÎNÊ



Roja yekşemê (23.12.2018) dema xebera nebixêr a wefata xalê min Evla gihîşt me ez li ser kar bûm. Bi tevî ku haya min ji rewşa xerab a xalê min hebû jî bi bihîstina peyva mirinê re piyê min di ber min de ketin. Di cih de min pişta xwe da dîwêr û li cihê cih rûniştim. Bi dengê hevalê em bi hev re dixebitîn li xwe werqilîm. Me alavên xwe dan hev û berî da malê. Li otogara Stenbolê em deh lêzim gihîştin hev û bi otobusê me ji ser Erziromê re berê xwe da Qerqebazarê.






Dema em ketin nav sînorê Erziromê qirek berf ketibû. Carnan hûr hûr carnan jî wekî têpî berf dibarî. Bi hesreta salan a nedîtina zivistana welat çavê min her li der bû. Çer ji otobusê daketim min cixare pêxist bi nav berfê ketim. Ji otogara Erziromê bi servisê me berê xwe da “Çukur Çeşme"yê. Wexta "serwîsê" qismek rêwî li "Havuzbaşi"yê danîn bîranîn di ser min de xirucîn. Berî qeder çep bizivire û min biavêje metrepolan cara dawî ez û "kinê" di sala 1997’an de li "Hawuzbaşi"yê li hevrûniştîn. Em bi xwîngermiya ciwaniyê bi nav kolan û kuçeyên Erziromê ketin. Qederê çar pênc kîlometreyan ket milê min heta "Mihlebaşi"yê bi min re hat. Piştî xatir xwestinê wê berê xwe da mal, min jî Stenbolê.... Nema êdî deng û rûyê me bi serhev ket...


Mînîbusa me bibe Qerqebazara Kanîreşê li "Çukur Çeşme"yê li benda me bû. Piştî em ji serwîsê daketin dîsa bîranîn li min barîn. Di sala 1994’an de ez xwendevanê lîseyê bûm, li Erziromê. Carnan li "Çukur Çeşme"yê rastî xalê xwe dihatim, em li qehwexaneyek rûdiniştin lê min kir û nekir hiş rê nebir ser qehwexaneyê. Wexta me li xwaringehê navroj dixwar garson ava di sûşeyên plasik de li ber me danî, min zîq li şûşeyan nêrî. Qasî di bîra min de maye av ji kaniyan tije dikirin û tevî sûrahiyan li ser maseyan dihat danîn. Ji her dera Erziromê av dipijiqe. Hema bibêje di her taxê de bi dehan kanî hene. Lewre hewesa min av vexwarinê herimî.
Qerqebazarê pala xwe daye çiyan. Hejmara niştecihên gund li dor çar hezarî ye. Di van salên dawî de gundiyan li deşta gund jî mal çêkirine. Lewre gundek belawelaye. Malên li deştê gelek ji hev dûr in. Di gund de sê camî/mizgef hene. Di zivistanê de çûn û hatina der û cinar û lêziman a malên ji hev dûr bê erebe zore. Debara gundiyan bi xwedîkirina pez e, pir kêm dewar xwedî dikin. Li gor agahiyên min wergirtin li gund 43 hezar serî pez tê xwedî kirin bi tevî hezar û pêncsed dewarî. Li nava gund min pir kêm pez dît. Gundî zivistanan pezê xwe li bajar û navçeyên wekî Çewlik, Gênc Amed, Riha û Sêwregê xwedî dikin. Bi biharê re jî vegerin gund....






Seat 14:00 de em gihîştin gund. Em ewil çûn ser mezelan û li ber kêlikan me fatihe xwend. Dizanim mirî kî be mala wî xera dibe, roja wî/wê a qiyametê ye. Tu tişt bi kesên li dû mirî mane nayê. Bi awayek ji awayan çemê heyatê diherike rêka xwe de. Me jin bi mînîbusa ku em pê hatibûn şand mala xalê min. Me mêran jî ling kirin qurbana gewde û em ber bi mala şînê ve meşiyan. Xalê min ê her rûken bû ji bo zarokên xwe tenê ne bav, di heman demê de hevalek çê bû. Di bavtiyê de qasî derûnînasek serkeftî bû. Loma ez her li halê zarokên wî difikirim. Dema li mala şînê me dest di stûyê hev re bir, bi tevî kovanek tîr li rûyê wan qelibîbû kêfa min ji zihabûna çavan re hat. Mala şînê cimacim bû. Mele bi her hatin û çûyînê re digot “elfatihe” û hemî dest bi hev re bilind dibûn, piştre li rûyan vedigeriyan. Sê kesan bênavber çay tije dikir û du xortan jî li civakê belav dikir. Xizmeta li hundir aîdî lêzimên kesê mirî ye. Li mala şînê guhê min her li ser dengê kesên rûniştî bû. Sohbeta gundiyan çi xort çi kal tev bi kurmanciyek pak diherikî. Di wan sê rojan de kêm caran ji nava gund dengê tirkî ber guhên min ket. Piştî bîst deqe wext bihurî ji bo kişandina cixarê derketim der. Sê zarokan li ser rê xwe xij dikirin. Ez hêdî hêdî ber bi wan ve meşiyam. Min pişta xwe da mînîbusa li nêzî wan û guhê xwe li dengê wan bel kir. Dema min wêneyên wan girt lawikê ji her duyên din mezintir hat cem min, bi tirkî got:
- Ev erebeya kî ye? Min bi kurmancî lê vegeran
- Nizanim a kî ye. Tu bi kurmancî nizanî ma?
- Dizanim, min go belkî tu nizanî…
Ez bişirim bi bersiva lawik re. Her du zarokên din jî hatin cem me. Geh bi kurmancî geh bi tirkî diaxifin navbera xwe de. Tişta balkêş ew bû dema bi kurmancî diaxifin "mîş"nedikirin.







Li mala şînê şîn sê roj e. Di wan rojan de gundî li hev xwedî derdikevin, her li cem hev in. Her roj piştî nimêja nîvroyê xwarina li gund çêdibe li salonek mezin a di bin camiyê de li ser sê sifreyên teqrîben dirêjahiya wan pênc metre ye tê raxistin. Çi gundî, çi kesên xerîb li wir xwarina xwe dixwin. Heta dawiya kesên dixwazin xwarinê bixwin bê, bênavber sifre ji aliyek ve tê paqijkirin, ji alikî ve jî xwarin li tê rast kirin.





Saet li dor şeşan mele deng bi xwe xist, li ser navê malbatê spasî ya gundiyan kir, civat hêdî hêdî belav bû. Gundî û lêziman kesên ji derve hatibûn ji bo şîvê birin mala xwe. Min û pistxaltî û birayê min ê ji min piçûktir bi awayek xwe ji wan xilas kir. Bi erebeya kurxalê min em çûn mala wan. Mal tije jin bûn. Min piraniya wan nedinasî. Yên min dinasî min li wan pirsî û yên nedinasî jî ya ciya min an jî xaltiya min em didan nasandin. Dema ez çar-pênc salî bûm carek bi diya xwe re çûme mala xalan loma yê xerîb ez bûm. Min dî jinek ji mala apanê ciya min e, ji birê min re dibê:
- Dilo qe çere ye? Birê min bi ken got
- Ne we teze li hev pirsî.
-Wî çavê min birije ka li ku ye?
- Ewê por spî ye... Em kesên li wir tev keniyan. Dîsa hat çavên min. Me ji nû ve li hev pirsî. Keçikek deh dozdeh salî bi çûn û hatina xwe re bala min kişand. Min ji xaltiya xwe re go ev qîza kê ye? Go qîza Hemê (kurxalê min) ye. Keçikê bi dengek bilind go naaa ez qîza Evla me. Ji tevgera keçikê re gelek kêfa min hat, lewre fikrên min yên di derbarê xalê min de keçikê bê ku haya wê jê hebe pesend kir. Piştî qelebalix sihêl bû kurxalê min ê ji min piçûktir hat me hinek sohbet kir. Go xwarzî dizanî min bavê xwe berî mirinê nedît, çar rojan li nexweşxanê mam kûçikbavan nehişt em bibînin, tenê carek diya min hiştin here cem. Hûr hûr keniya go: Dilo, sê çar meh berê dema em ji nexweşxanê bi hev re hatin mal, li malê nizam ji ku derket mesele hat ser nezewicîna min. Meta min jî li wir bû (diya min). Min dî xwe ji destê wan xilas nakim. Mi go: Meta min mezin e, heta ew nezewice ez nazewicim. Di nav ciyan de bavê min bi tîqe tîq keniya...
Roja duyem serê sibê hûr hûr berf dibarî. Ez û pisxaltiyê xwe ji mala şînê derketin. Me cixareyên xwe pêxistin û em di bin berfê de meşiyan. Pişxaltiyê min da pêşiyê û bi nav kuçeyên zarokatiya wî tê re bihurî bû ez gerandim û malên lêziman bi min da nasîn. Wexta em di ber dibistanê re bihurîn, çend zarokên dibistana seretayî gogên berfê havêtin me. (Emrê wan li dora heft heşt salan bû) Pişxaltiyê min bi ken ji wan re xeber da û gog avêt wan. Bêguman wan jî dilê xwe rehet dikirin li me. Min çend gogên piçûk lê yên nerm çêkir û di nav caxan re da destê çend heban. Wan jî li min û pisxaltî vedigerandin. Wexta em têra xwe bi hev keniyan. Min go bi xatirê we û em meşiyan. Zarokek bi dengek bilind li dû me qêriya:
- Xalo têm destê te.
Pisxaltî got “de li min û pînc binêre” em bi tîqe tîq ji wir dûr ketin.
Xalê min yên ji mamostetiyê hatiye avêtin ji Amedê hatibû. Me cara ewil hev didît. Piştî hevnasînê û bihurîna wextê re min hîn pirs di der barê rewşa ziman a amediyan de kir. Agahiyên heyî pesend kir. Bi tevlibûna kurxalê min re sohbet li dû edebiyatê çerixî. Piştî sohbetek dû dirêj xalê min got: “Nivîskarên kurdî pir pir qure ne, xwe li serê me ra çê dikin.” Ez bişirim...
Roja çarşemê serê sibê li der têpî hebû. Piştî xatir xwestinê kurxalê min em bi erebê danîn Kanîreşê û vegeriya... Dema me li erebeyên diçin Erziromê pirsî gotin berfê navbera Çet û Erziromê girtiye. Em hersê kesên bi hev re çûn li qehwexaneyek rûniştin. Sobeyek mezin li orta qehwê çikandî bû. Xirminiya sobê bû dişewitî. Em li dor sobê rûniştin. Çaya me hat, me çay vexwar û ji tîna sobê em kişiyan bin diwarê alî rastê. Guhê min dîsa her li ser dengan bû, mala Xwedê ava li vir jî sohbet bi kurmancî bû. Hê deh deqe nebuhurî bû belediyê anons kir got rêya Kanîreş û Çetê jî hat girtin. Hewes û hêviyên min di ro de çûn. Ez rabûm bi nava çarşiyê ketim û min pêgermok gerand. Tunebûna dengê zimanê dereke dil li min sivik kir, hew mabû per û bask bi min bikevin. Pexşana Dilawer Zeraq a bi navê "Kurmancî ji ku ye" li hiş bû mêvan. Bi bişirîn min çavên xwe li lewheyên dikanan gerandin. Çend lewheyên bi kurdî li ber çavên min ketin. "Kanîreş pîde, Kanireş taxsi, Med market, Por-Rî (Erkek kuaforu), Yekbûn (Guzelik salonu Epilasyon& Cilt bakimi), Şiyar iletişim,..





Seat 13:00 de ji neçariyê em li mînîbusa diçû Çewlikê siwar bûn. Emrê şifêr di ser pêncî re bû. Wexta erebe ji nav çarşiyê derket. Şifêr deng bi muzîkê xist. Kirê cixarê hat min. Min dikir ji şifêr destûra kişandina cixareyek bikira, dengê Îbo mîna kefçiyê neşûştî atmosfera heyî xera kir. Wexta em ji nav sînorên Kanîreşê derketin hedî hêdî barîna berfê kêm bû û şilopeyê dest pê kir. Li Çewlikê baran dibarî, tenê li serê çiya qirek berf dixuya. Li ser rê û dor çiyan "kulubeyên ewlekariyê" bi hebûna xwe bînahiya çavan xerab dikirin. Di rêwîtiya seatekî de şifêr bi dehan caran bi têlefonê qise kir. Hema carek be jî kurmanciyê xwe şaş nekir.
Valahî û bêdengiya otogara Çewlikê a nû meriv aciz dikir. Lewheyên du firmayên mezin tenê berçavê min ketin. Di rê de min ji her du hevalên em bi hev re bûn re got em bi fîrmayên mezin herin ji bo rehetiyê... Di serî de me fîrmayek ji çavê xwe derxistibû. Me berê xwe da firmaya din. Xebatkar go erebeya ....nîn e. Me li firmayek ji bilî der û dora Çewlikê nedihat nasîn biletên xwe birîn. Saet çaran de xebatkarê firmayê deng li me kir, go erebe li benda we ye. Bilêta me da destê xebatkarek dî û em li dû derketin der. Texsî li benda me bû, bi lez em li texsiyê kirin û bilêt da destê hevalek û texsî bi rê ket. Piştî 10 kilometreyan li tesîsek bêhn vedanê em li ber otobêsa fîrmaya ku me ji çavê xwe derxistibû sekinî, go “keremkin vaye otobês”. Me go qey henekê xwe bi me dike. Hevalê bilêt pêra desthavêt bêrika xwe û bilêt deranî. Dîtina me dî bilêta me av û av çûye û bilêta heyî a .... yê ye. Piştî gengeşiyê em derbasî otobusê bûn. Îjar nimreyên qoltixan û yên biletê hev û din nedigirtin. Erebe ji Wanê dihat û diçû Stenbolê, nîvê erebeyê vala bû. Bi awayek pirsgirêka qoltixan hat çareserkirin.
Seat 17:20 derbas bû otobês bi rê ket. Dema otobês ket nav sînorê bajarê Meletiyê polîsan otobês da sekinandin û dest bi sehkirina nasname û otobusê kirin. Tu nebê du rêwî îranî ne û wekî gumanbar li wan digerin. Ji Wanê bi çi awayî heta Meletiyê hatibûn kesî nizanibûn. Polîsan berê çentê wan sehkir û dûre qoltixên ew lê rûniştî ji binîve rakirin. Li tişta lê digeriyan nedîtin. Her du rêwî ji otobusê daxistin. Kûçikê lêgerînê anîn, otobês sehkirin. Bi dehan otobus, kamyon û tir rawestandin û berdan. Nêzî saetek derbas bû, polîsekî nasnameyên me anîn, dan me. Kalê ji Wanê siwar bibû bertek nîşan da. Ji polîs re go “ma ev heqê Xwedê ye bû deh car hûn me didin seknandin.” Polîs got “xalo em peywira xwe bi cîh tînin. Pasaporta van her du rêwiyan bi problem e loma em hûr lêdikolin. Herhal ji ber çavên hevalên din revîne ev her du rêwî.” Kalê bi hêrs got “ez heqê xwe li we helal nakim...” Polîs bi hêrs lêvegerand got “heqê xwe helal dikî nakî bi kêfa xwe yî. Ez peywira xwe bi cih tînim. Ma ez berdim bila sibê here li bajarek xwe bipeqîne?...” Piştî saet û nîvê hatin eşyayê her du rêwiyan birin, paşê otobusa me berdan. Dema em ketin tixûbê Qeyseriyê ji mijê çav çavan nedidît. Otobus mîna erebeya ga hêdî hêdî diçû...


Tu nabê bi qasî saetek min çavê xwe germ kirine. Wexta rabûm saet heftê sibê bû. Otobus li tesîsa bêhnvedanê rawestiya bû. Ez daketim min cixare kişand, çend deqe nebuhurî erebe sazgar bû. Otobus ket otobanê, vîzîniya erebeyan di ber me re diçûn. Erebeya me jî xwe dabû destê rastê mîna kûsiyan diçû. Şifêrê di xew de bû şiyar bû û hat qêriya ser şifêrê dî. Ew rakir û bi xwe li qoltixê rûnişt, bi awayek ji awayan em gihîştin Boluyê. Piştre otobus xwe bi xwe çêbû... Heta em hatin otogara Stenbolê seat bû 15:00...





Nîşe: Ev nivîs berê di malpera http://diyarname.com/news.php?Idx=33983 weşiyaye.
Dilşêr Bêwar





3 Aralık 2018 Pazartesi

Ez û Xwendina kurmancî 5





Dilşêr Bêwar
Wexta nûçe/reklama antolojiyên dengbêj Reso û Şakiro li medya civakî berbelav bû ji kêfxweşiya min re payan tune bû. Ji bo kêliyek beriya kêliyê antolojiyan bi dest bixim diqirqilim. Roja Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê derî dan serpişt min xwe li ber standa Weşanxaneya Nûbiharê dît. Bêpirs min rahişt her du antolojiyan bi bihîstina buhayê antolojiyan re kêf li min bû du qat. Antolojiyan di çenteyê de cih li xwe xweş kirin. Li mal û di rêya çûn û hatina kar de qelem û antolojî ji destên min neketin. Piştî xwendina antolojiya dengbêj Şakiro qediya min xwest hîn nîşeyan lê bikim leq bi tiliyên min û bişkokên klavyê neketin. Min jî berê xwe da antolojiya dengbêj Reso...

20 Nisan 2018 Cuma

Paşila Şabûnê




Tîna tavê şikestibû. Ji mal derket, hêdî hêdî di pêpelûkên kendal re xwe berda xwarê. Şimik ji lingê xwe derxist. Pêşa dêriyê reş ê bi gulên sor xemilî heta ser çokên xwe kişand. Bi nav avê ket.  Tûncika xwe a çend ta jê spî bû ji ber çavê xwe da alî. Eniya xwe da tavê, zarokatiya wê ket bîrê. Meşiya… Bû hirehira wê bi halê xwe keniya. Ji avê derket... Kevirên berhevkirî hêdî hêdî bi rûyê deryayê wer kir. Li ser kevirek rûnişt. Axîn kişand. Ji paşila xwe cixareyek û heste derxist. Dûyê cixarê qirika wê şewitand...

18 Nisan 2018 Çarşamba

Bersiva pirsên Ferzan Şêr


Wek tê zanîn weşanxaneya Dara yê li ser navê Ehmedê Xanê pêşwaziya xelatê a wêjeyê li darxist.  Encam roja îniyê diyarbûn. Di beşa romanê de Nûdem Hezex ser ket. Malpera "sputniknews"ê hevpeyvîn çêkiribû bi xelatgiran re. Nûdem Hezex di hevpeyvînê de wiha pêde çûbû: "Di beşa romanê de xelatgirtin, min qet hêvî nedikir lê ez bêhtir ji helbestê bi hêvî bûm. Ya romanê min di got qet nadine min, lewra encam surprîz bû bo min. Nêzîkê sê salan e ez li ser wê romanê dixebitim, ne qediya bû ya rast, ji bo bigihêjime peşbaziyê min hinekî ecele jî kir, redaksiyona dawî jî hîn nehatiye kirin." 

16 Nisan 2018 Pazartesi

Ez û xwendina kurmancî 4




Îsal weşanxaneya Dara yê li ser navê Ehmedê Xanê xelatên wêjeyî belav kirin. Hewla weşanxanxaneyê cihê pesnê û şanaziyê ye. Bawerim e

15 Nisan 2018 Pazar

Ez û xwendina kurmancî 3


Bi taybet ev du salin nivîskariya bakûr di nava bêdengiyekê de ye. Gelek kes hêl û alîdor ji vê bêdengiyê re "şer" dikin mertal. Bêguman bandora şer weke takekes li ser her kesî bandorek neyênî dihêle. Lê çi eleqeya nenivîsînê bi  şer û nivîskariyê bihev heye min ev fêm nekiriye. Nivîskariya bakûr  ji nava şer pijiqiye ro bi ro weke giloka berfê her li xwe zêde kiriye. Piştî "pêvajoya haştiyê" bêhtir bi per û bask bû. Çi ji alî berheman ve çi ji alî nivîsên rojane û çalakiyên edebî re me xwendevanan pêre nedigihan bişopînin. Wek xewendevanek kurmancî di van rojên  de çavên xwe li nivîsan ( qest medya dijitale) digerînim li bilî çend nivîskaran (hejmara wan qasî tiliyên destek jî nîne) deng tune û xwendevan bêhtir çalakin di qada dîjîtal (blogerî) de. Hêdî hêdî çavqirpîna ji tirkî re jî zêde dibe. Wek xwendevan ez hewil bidim çend pirsên wê tu carî bersivan wan neyên bipirsim.

7 Nisan 2018 Cumartesi

Kevoka Spî û Romansek Çilmisî

Pirtûka yekem: Kevoka spî

Kevoka spî ya Firat Cewerî ji heşt çîrokan pêk tê. Ez dê hewil bidim di derheqê çend çîrokan de hest û ramanên xwe bi we re par ve bikim. Zimanê nivîskêr sade û herikbar e. Ez bawer im her kurmancê ku li gundan jiyabe wê bi hêsanî jê fêm bike bêyî ku serî li tu ferhengan bide.

6 Nisan 2018 Cuma

Çend gotin

"Hişê bi zimanê dereke fikirî dîl e."

"-Te çiqas bêrî kir ez li virim.
-xwezî te bizanibûya bêrîkirin bi xwe yî."


 "Xwezî me bizanibûya çi xweşî û bedewî heye di şêwrê de."

"-Goştê dewar nayê xwarin.
-Ne tu xweliyê dixwî."

 "Li vî warî pirs şermok  bersiv qusyayîne."

5 Nisan 2018 Perşembe

Ez û xwendina kurmancî 2


Wexta berhemek dixwînim û berhemê dilê min "kirî be" ji kêfa min re payan tune. Nivîsên di derbarê wan berheman de ne bi dilek bi heft dila dixwînim. Di wan nivîsan de hewil didim bi çavên dîtir berhema heyî binasim û li xwe zêde bikim. Wê sibehê dema min nivîsa Ferzan Şêr a di derbarê "Handa"ya Sîdar Jîr de xwend mîna Handa yê gêjgerînok li hişê min geriya. Min nivîs carek din xwend lê tiştek di derbarê berhemê de nedî.

1 Nisan 2018 Pazar

Ez û xwendina kurmancî 1


Xwezayê îro hewayek nerm bexşi me candaran kiriye. Dar li çiçegan rûniştine. Halûruhiyeta me kurdan ev demeke ewrayî ye. Di vê hewa nerm de li halê me û edebiyatê difikirim. Di dawiya salên nodî de min dest bi xwendina kurmancî kir. Wan çaxan rewş ji halê îro ne çêtir bû. Heman ewr serdest bûn. Lê tîrojên hêviyê dibiriqîn. Bi kurmanciya xwe ya hal tê de nemayî dema min çîrok, helbest û romanên kurmancî dixwendin û hîn hevokên bijare di hişê xwe de werdigerandin tirkî çavê min dibiriqîn. Di dilê xwe de min digo: dêmeg bi zimanê me jî hevokên mihteşem tên nivîsîn.

10 Ocak 2018 Çarşamba

"Nameyek eşkere ji bo Kawa Nemir"


Berî "pişta du gotinan li gel te bişkînim" dubare pirtûka te ya haîkû yan a bi navê "Morana gerdûnê" pîroz be. Bi taybet piştî derçûna vê berhemê gelek çalakî bi awayek tu tê dikevî rojeva kurmancînûs û "metinxwanên" kurmancî. Xweda zeyna te zêde bike. Wezê zêde serê cenabê te neêşînim keremî mexseda xwe bikim. Hevpeyvîna ku "sputnik kurdistan" bi te re kiriye bû sedem  bi çend kelaman deng li te bikim.

4 Aralık 2016 Pazar

Xewneke Payizî

Dîrok : 15 08 2015  www.diyarname.com


Dilşêr Bêwar

Romanûsê kurd Îlhamî Sîdar di berhema

 xwe a bi navê "Xewneke Payîzê" de jiyana Melayê Cizîrî digire dest. Berhema li ber dest bi cureya xwe ‘romana dîrokî’ ye. Nivîsîna berhemên li ser bûyereke dîrokî kar-barekî giran e, kedek dijwar dixwaze. Ger ev kesê li ser tê nivîsîn alim û şa’irê edebiyata kilasîk a kurd Melayê Cizîrî be, dijwartir e. Ji ber ku daneyên nivîskî li ber destê me tune ne, ji bilî dîwana Mela; lewra karê nivîskar zortir e. Karekterê bi navê Edib Ehmed, bi eslê xwe kurd e; li Zanîngeha Dîcleyê doçent û mamosteyê edebiyata tirkî (nivîskar bi xwe jî mamosteyê edebiyaya tirkî ye) ye.

3 Aralık 2016 Cumartesi

Nêrînek dîtir li Perde û Gerîneka Guercinayê





Ji vir berî hefteyek deh rojan min bi çend heval û dostên xwe re ev qerara xwe parvekir. Ji îro û pêve ezê nivîsên rexneyî/nirxandinî nenivîsîm û ezê zimanê xwe yê facebookê jî biguherînim. Ezê bêhtir kedê bidim xwe. Ezê hewil bidim li helbest nivîsîna xwe vegerim û kurte çîroka bicêribinim û niha dicêribinim jî. Hin hevalan piştgirî dan qerara min û hin jî li hember derketin. Û ev heval  tev vane li heyatê ne. Hûnê niha bipirsin û bibêjin tu niha bi çi aqilî vê nivîsê dinivîsînî. Bersiv basît e. Pîştî gengeşî û hîn şîroveyan  Hemdula Kovan Baqî deng li me xwendeyan kir dora gotinê hat ser me xwendeyan.

Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de



DILŞÊR BÊWAR


1. Sehne û motîfên metnê wekî tevna pîrikê li hev hatiye balandin.
2.Nivîskêr kamera daye ser milê xwe û bi vegotina Lîsa/Abîdeyê re, me li “duh, îro û pêr” digerîne.
3.Roman bi teknîka xwe ve hiş û takekesek kaotîk li dar dixe. Xwendevan nema dikare ji nav zemên derkeve.

Aporîa

Aporîa: Galegala binhişî a bê ser û ber


Dilşêr Bêwar
Bi geztina sêvê re te’ama qedexe xwe bera cest û rihê insên da. Ji wê rojê heta niha mijarên ku herî zêde însan bilî xwe kiriye yek jî jê pevşabûn e. Pevşabûn hem ji bo berdewamiya giyandaran hem  jî ji bo vemirina hêza şehwetî zarûretek jênager e. Cotbûn welew têkîliya zayendî, li gor bîr û bawerî û çandan biguhere jî herdem bi sînoran re rû bi rû maye. “Şerrê” di navbera qedexeyan û şewhetê de pirrî caran bûye sedema aloziyên rihî.

Li ser romana "Hurcahil" çend not







Dilşêr Bêwar
“Hurcahil” navê 6’emîn (‘Ji nû ve Gîtara Bêtel’ herçiqas çapa duyem a Gîtara Bêtêl be jî romanek nû ye) romana Cîhan roj e. Roman ji 88 rûpelan pêk tê. Hurcahil cêribandinek nû ye di qada romanivîsiya kurmancî de. Hem dişibe romanên Cîhan Roj, hem naşibe. Roman bi vegotinek parçeyî yê pevgirêdayî bi gewde bûye. Mekan Amed û Mûş e.

99 Morîkên Belavbûyî

Dilşêr Bêwar

99 Morîkên Belavbûyî navê romana Helîm Yûsiv a dawî ye. Weke romannûs di destpêka romanê de diyar kiriye ku ev roman ji rojnivîska  werger/karekterê ku nivîskêr ew bi navê Azad pênase kiriye bi gewde bûye. Bi gotinek dî, ev romanek rasteqîn e; bi tevî ku nivîskêr guherîn di rojnivîskê de pêkanî ye.

çîrokek gewr e 'Xadim'



Dilşêr Bêwar      

Xadim: Navê pirtûka çîroknivîskarê kurd Selahattîn Bulut e.  Pirtûk “çîrokeke dirêj” di dilê xwe de dihebîne. Em bi haziriya pêşwazîkirina kurê Xelîl beg, yê bi navê  Jêhat (ê ku ev deh sal in di zindanê de ye û wê ji zindanê derbikeve) re di şêmûka pirtûkê re dikevin hundir û bi windabûna Jêhat a di nav kûçe û kolanên teng re derdikevin der.

'Perde'romaneke bajarî ye




Dilşêr Bêwar

Perde; sêyemîn romana Cîhan Roj e û yekem romana ji weşanên NA’yê derçûye. Roj, dîsa  bi zimanê xwe yê sade li belekiyan dibişire. Pişta xwe daye helbestê û qiblegeh însan e. “Gîtara bê têl” û “Meşa moriyan”, di bin siya “Perde”yê de mane.
Perde, bi teknîka xwe nûye nûcan e. Vebêjê pirtûkê qereqtera bi navê Gulten e. Gulten, endama malbateke bûrjûwaya kurd e. Keça têkoşerekî di bin zilma dewletê û sersar
î û dilhişkiya hevalên xwe de eciqiye.

Labîrenta Cinan


 Dilşêr bêwar

Nivîskar bi serkarekterê xwe yê bi navê mamoste Kevanot re  berê kamera-qelem ya xwe dide gundek ji gundên kurdistanê. Em bi vebêjiya nivîskêr û qisedana karekteran ve li  gund û malên figuran digerin. Pirtûk mişt bi çîrokên ku nexweşînen derûnî yên ji tirs û nezaniye afirine dagirtiye.

MÎRNAME

Dilşêr Bêwar


Di vê nivîsa xwe de ez ê hewil bidim, romana nivîskar Jan Dost a bi navê “Mîrname” binirxînim. Zimanê romanê ji xeynî hîn hevok û peyvan sade û helbestî ye. Dema merû li dîmena giştî a romanê dinêre mere dibîne ku nivîskêr berî dest bi nivîsîna romanê bike gelek lêkola ye û kedek xweş daye. Di beşa destpêkê de vebêj nivîskar e; pişt re, beş bi beş kesayet welew qerekter romanê vedibêjin.

Dewrêşê Evdî & Kulîlka Bilbizêk û Rîm

Dilşêr Bêwar

         
Romana Eyup Kiran a bi navê “Dewrêşê Evdî & Kulîlka Bilbizêk û Rîm” bi zimanekî sade, ku bi gotinên pêşiyan xemilî,  giran giran diherike. Nivîskêr, ji bo hîn peyvên kêm tên zanîn ferhengek biçûk di rûpelên dawî de bi cih kiriye – ev yek jî barê xwînêr sivik dike. Vebêjê vê romanê, welew destanê nivîskar e.

Bêhna Axê



Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye



Dilşêr Bêwar
Dilgeş, Sozdar û Roza, qereqterên sereke yên romana Omer Dilsoz a bi navê “Bêhna Ax”ê ne.
Dilgeş: Kurdek nivnivîskar û nû ji zindanê derketiye hewil dide bi jiyana piştî zindanê re li hev bike ango bijî lê jiyan guheriye hiç tiştekî wekî berê nemaye û evîndarê Roza yê kevin e û hêjî di dil de agirek gur geş e. Dilgeş di heman demê de kesek sêwî ye.

Mistek Jiyan



Dilşêr Bêwar

Divê gotina dawî were gotin!
Ez ê di destpêkê de destnîşan bikim û xwe berdim nava rehê pirtûka çîrokan a çîroknûsê kurd Çiya Mazî. Ez dixwazim bê fêmkirin ku ez ne rexnegir im; xwînerekî şît im û heta ji min tê naxwazim kitekitek jî, ji metnekê, ji ber çavên min bisilike. ‘Mistek Jiyan’, pirtûka yekem a Çiya Mazî ye. Pirtûk, di sala 2003’yan de, ji Weşanên Sî derçûye. 149 rûpel e û ji 16 çîrokan pêk tê.

Amîdabad


Dilşêr Bêwar

Amîdabad navê pirtûka çîrokan ya Fawaz Husênî ye. Ew 106 rûpel e û heşt çîrokan di xwe de dihewîne; di sala 2001ê de ji weşanxaneya Avestayê derketiye.

Li Peravên Torê Torên Evînê



Romana bi navê “Li Peravên Torê Torên Evînê’’ pirtûka yekem a nivîskara jin Çidem BARAN’ê ye. Roman, ji 120 rûpelan pêk tê û di sala 2011’an de,  ji Weşanên Ronahî derçûye. Mijara romanê, jiyana serokeşîra gundê Dêwan, Pêrûza Dêwanî û nakokiyên jiyana gundiyan û evîna Wensa û Salih û ‘Beko’tiya destbirakê Salih, Emero, vedibêje. Şeş rûpelên destpêkê, di nava xwedubarekirinê de her diçerixe. Ez ê hewil bidim, şaşiyên ku hatine kirin destnîşan bikim û paşê wekî xwînerekî kurmancî, valahiyên di nava pirtûkê de xwe dane der, binivisinim.

SİYABEND Û XECÊ

Dilşêr Bêwar

                  ROMAN-ÇÎROK A DI BIN BASKÊ WEZÎFEDARIYÊ DE FETISÎ

Di berê de ji xwendina romanên tarîxî û mîtolojîk hezdikim. Dema çavê min bi pirtûka Ronî War a bi navê “Siyabend û Xecê” ket min got ez ê îja te’amekê jê bistînim. Lê xweziya min di paragrafa ewil de li ser boçika xwe qutifî.

Tesaduf-Rasthatinî "Marîa Melekek bû"

Maria Melekek bû: Firat Cewerî & Zahir: Paulo Coelho

 Kuliyên berfê bi bê re dirreqisîn li kûçe û kolanên Stenbolê. Pile pila tv yan bû. Agahî li ser agahiyê belav dikirin: Wê berfek ezamet bibare û çend rojan heyatê li Stenboliyan bike jehr. Min berê xwe da pirtûkxaneya dewletê. Şans kompîtorên pirtûkxaneyê têk çûbûn.