3 Aralık 2016 Cumartesi

Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de



DILŞÊR BÊWAR


1. Sehne û motîfên metnê wekî tevna pîrikê li hev hatiye balandin.
2.Nivîskêr kamera daye ser milê xwe û bi vegotina Lîsa/Abîdeyê re, me li “duh, îro û pêr” digerîne.
3.Roman bi teknîka xwe ve hiş û takekesek kaotîk li dar dixe. Xwendevan nema dikare ji nav zemên derkeve.

4. Roman ji salên heştê de dest pê dike.
5. Karektera di zarokatiya xwe de rastî tacîzê hatiye qutufiye nava xwe. Bi çîrokên diya xwe re vedikişe nav atmosferek mîstik.
6. Periya dirêj karekterek herî balkêş e. Xwezî çîroka wê wekî xeml nema ba di nav metnê de.
7.Dayika Şaxê temsiliyeta jina kurd a xwedî hafizeya çanda devkî dike.
8. Bav siyasetmedar e (rewşa bav xumam e, xwezî hinek din zelal bibûya) piştî tê girtin malbat wekî erebeyek lastîka wê teqyaye ji kaş ve berev têkçûnê diçe.
9. Metin serê xwe bi bandora şer a li ser derûniya takekes re diêşîne. Derûniya takekes û civakê li ber çavan radixine.
10.Metin bi tevî sêwêrînê berhemeke otobiyografîk xuya dike.
11. Berhem ji hela sahne û dîmenan ve zengîn e gelek çîrokan di nav xwe de dihebîne.
12. Metin di heman demê de metnek siyasî ye. Şahidiyê li gelek qewiminan dike. Wextê em metnê dixwînin, kifş dibe ku nivîskar bi xwe jî yek ji wan şahidên qewiminên di romanê de ye.
13.Nîvîskar di fînalê de bi lîskek biçûk pêşî li gelek pirsên divê bihatana kirin digire. Tevliheviya heyî kaoîktir dike.
14. Piştî bav ji zindanê vedigere mal karekter bûyerên rûdane ji bo bav vedibêje. Her çiqas karekter rastî û xeyalan tevlihev bike jî vegotin zêde zêde edebî ye, li bejna romanê nayê.
15. Cih bi cih lukumîn hebe jî mirov dikare bibêje niviskar neketiye xefika berpirsiyariyê lewma jî cila xwe ji avê derxistiye.
16. Edîtor bi tevî  serê xwe bi romanê re gelek êşandiye, kedek xweş dabe jî, di ser hin bêmantiqiyên madî re gav avêtiye. Her wiha cih bi cih redaksiyon jî bi problem e.
Gotina dawî; Ev berhem û berhemên berî vê romanê, yên  bi heman terhî derçûne, ji me re dibêjin, kurd bi tevî bindestiya xwe a sedsalane xwedî aqilek rewşen in, di nava şerê germ de jî dikarin kûr û dûr li meseleyan/birînan binêrin/tehlîl bikin. Bi gotinek dîtir, dikarin derziya di çavê xwe û şûjina xelkê de bibînin.
Nîşe: Wisa diyar e wê romanên li ser derûniya takekesan û civakê disekinin mora xwe li edebiyata kurmancî bixin di rojên bê de…

01.06.2016 www.diyarname.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove