Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misînê avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe şiqitand, şirinî jê çû. Rahişt misînê kêleka xwe çend kulm av reşand cîhê şirikê. Rabû derpê xwe kişad jor. Xur bi şûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêşên dêrî kişand bin xwe dîsa li ser çoka rûnişt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêşa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.
21 Ekim 2021 Perşembe
ESRA DERENG
Bi nasîna newayên zarokatiyê re wekî çaya esra dereng li "rihê" wî geriyabe beşişî. Rahîşt têlefonê rûpela xwe a facebookê vekir. Hêdî hêdî leq bi tiliyan ket. Nivisî, reşkir(dîsa) nivisî...
Di cihê xwe de bê lebat ma. Sermayê ew da ber singê xwe. Zinge zinga didanê wî makineya li ser dişuxulî bi bîra wî xist. Ji cihê xwe rabû pêgermok gerand. Dîsa xwe bi xwe axifî.
- Na bavo na van tiliyên bênamûs ji bilî şixulandina wê dêwa hesinî bi kêrî tu gûyî nayên. Xwe bi xwe xweş diaxifim. Xwe berdidim binê newalên kûr. Rê û dirban gelî û mesîlan xweş dinasim. Min di qirş û qalan nîhayo. Wey Xwedê tu nehiştê. Qey te li ber serê min nekira pile pil nedibû. Di ku de diçim kanî û avsarkên min nedîne tên gûyê xwe di nav hişê min de dikin. Kuro bi Xwedê te dîsa daye navê. Ez nedim nav wê kî bidiyê bavo. Weleh wî camêrî rast gotiye em nikarin qasî misqalek bi zimanê xwe bifikirin. Bajo berxê mino bajo. Çima nabêjî serê min ê kundir bi kêrî tiştek nayê.
25 Eylül 2021 Cumartesi
NOSTALJÎ
Ji roja ku te bişirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan şûr simbêlê kenê me nedibirî. Deng û dûyê cixareya Îsko yê sîmsar navçe li ber xwe dibir. Ber êvaran rê bi nameyên te dixemilîn. Xewn û xeyalên me bi zimanê dereke direqisîn.
Çilkên şiliyê li ser seramîkên şaneşînê dikin çinginî. Ba cilên li şirîtê raxistî dilivîne. Li vî yalî zeman şêlû diherike. Mebej zemên û reng. Li ku mêze dikî xemek xwe dide der. Dest diavêjî kijan guliyê boyax jê diniqute. Tîp hişk in, peyv bûne dûpişk. Hêvî loqeke di her gewriyê de. Qijik jî îro melûl in. Nizanim destxeta min hê li cem te ye? Niha xweş dizanim dema Şakiro dibê "bi îşareta destan" çima agir bi canê min dikeve.
17 Eylül 2021 Cuma
FATÛRE
Li ber xanî kincê xwe ji berfê daweşand. Bi nêrdewanan ve hilkişiya. Fîzîniya bê li der ma. Derî bi mifteya xwe vekir. Bi vekirina derî re bêhna cixarê dilê wê rakir. Bilez pace vekirin. Ket mitbaxê dest bi haziriya taştê kir. Mêrik ji xew rabû bilez çû serşoyê... Berî da mitbaxê. Rojbaşî dan hev... Jinikê pace girtin. Kincê qilêr avêt cilşoyê. Deng bi saeta li ser dezgehê ket. Mêrik pariya di devê xwe de cût meşiya... Jinikê ji bo şîvê xwarin da ser. Qutiya sergo vala kir. Tûrê bermayiyan danî ber derî. Serê xwe şûşt. Porê xwe yê reştarî bi makînê ziha kir. Tişortek mor û şortek zer li xwe kir... Ji sarincê bîrayek derxist. Çû odeya xwe. Pirtûka li ser sêpayê girt. Li ser nivînan vezeliya çavên xwe kuta rûpelan...
12 Ağustos 2021 Perşembe
EYDî
Nedihat bîrê çextê ji warê xwe qetyabû. Morîka xewê kengê ketibû go. Di oda xwe ya ro nedidî da, ji xew qili bû. Çavê xwe li odê gerand, tişt jê neket sêrî. Serî jixweber ket ser balîfê. Bawişk hatinê, tena xwe kişand. Cixareyek pêxist ket dû xewna dîbû. Kir û nekir xewn nehat bîrê. Rahişt têlefonê, medya sosyal pîkol kir. Bi peyamên pîrozkirina cejnê re ciya wî ket bîrê. Bi lez têlefon danî. Çû serşoyê rûyê xwe kurr kir. Serê xwe şûşt. Îşlikekî spî û şalê kot li xwe kir. Gore kir pê. Ji malê derket, li kafeyekê rûnişt. Qehweyek tehl ji garson xwest. Rêşana têlefona xwe tevda. Bi zorê nimraeya têlefona diya xwe dît. Piştî sê caran têlefon naliya, diya wî vekir.
- Elo
- Merheba dayê. Qe tu çerre yî.
- Law te çer bi xwe re dî têlefon bikî. Rind im rind... çavê te radimûsim. Ka tu çerre yî?
- Ez baş im... Eydiya te bimbarek be dayê.
- Pirr Eydiyan bibînî. Lawo li van deran jî eydî nemaye. Ji xencî çend zarûyan, kes li eydiyê nagere. Gişk qurre bûne, qurre.
- Tişt nake dayê. Wê niha...
- Law têlefonê bigre, zarû hatin!.
Nîşe: Eydî ya we pîroz be.
https://diyarname.com/article.php?Idx=12642
POŞMANÎ
Li bin dara tûyê rûniştibûn. Cemîlo xwest avê ji ser galegala kar û bar bibire. Deng li xwediyê avahiya lê dişixulî kir.
- Kek Işık tu royê çend pakêt cixare dikişînî.
-Sê pakêt, lê tu?
-Pakêtek.
-Wê jî mekişîne. Gerçî şerm dikim ji kesî re bibêm mekişine. Heqê wan e ku bibên, hey serê kîrê min! ev gûyê tu dixwî çi ye.
Mixtar xwe piz kir goyê gotinê bada.
-Tu qet nezewicî ne?
Işikê por kiribû toraq çavê xwe li kuçeyê gerand, cixareya ku li ber xilasbûnê bû reş kir, cixareyek din pêxist, û li mixtar vegeriya.
- Ez xebitim, min xwar û vexwar, kîrê min radibû lê serê min ji ser maseyan ranedibû.
Nîşe: https://diyarname.com/article.php?Idx=12639
14 Temmuz 2021 Çarşamba
MIRÎ NAYÊN JIMARTIN
Li dor pakêtek straforê, li ser tûxleyan rûniştîbûn. Bêhna biharê dihat. Reşo li der û dora xwe mêze dikir. Niçe niça wî bû. Ji cîhê xwe rabû; hîn tûxle, mîxên bela wela û alav dan hev. Rûnişt. Bêdeng ma. Qero gotinên xwe sist kiribûn, hûr hûr dikola:
"Wê tarîx vê zilmê binivîsîne"
Reşo xwe ranegirt:
- Ez di tarîxê nim; ma tarîx miriyan dijmêre?
27 Haziran 2021 Pazar
Destên Leylayê
Ji ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e mala xwe xirab dike, ocaxê xwe kor dike, derê xwe bi heft kilîta mor dike, dibê sing û berê Sadiya xanimê reşe deq lê nayê...” Xwe li ber neynika serşokê dibinim. Ji bedena ku kumê xwe ji têkçûnê re xwar kiriye aciz dibim. Berî didim hiş û dil, deng ji wan jî biliye. Bi firçeya didanan heta xwîn bi devê min dikeve didanê xwe dişom. Avek şîrgerm li xwe dikim. Min hê çek li xwe nekiriye, lawikê biçûk li ber min diçikile. Soza min dayî bi bîra min dixe. Dikim bibêjim qedexe heye li der, ew bi kenê xwe min qaneh dike. Heta ew û birayê xwe xwe hazir dikin, berî didim medyaya sosyal. Serê bername û derçûna kitêbên nû li hev dikevin. Bi deng û kenê xwe yên şîrîn min ji wê hêwirzeyê xilas dikin.
13 Haziran 2021 Pazar
Tizbiya bavê min
Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund.
Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola pijiyayî da ber kita.
Tasa dendikên zeytûnan kişand ber xwe. Serê sî û şeş dendikî da ber derbên êge yê heta kol bûn. Ma li benda sorbûna singê di nav êgir da. Bi baldarî dendik qul kirin. Rûn berda tawê, hebên qulkirî di nava rûn de qeland.
Bav û Law
Royê tirêjên xwe bexşî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da şaneşînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev dibû. Berî derkeve şaneşînê nivîsek di derbarê teknolojiyê de xwendibû û carek din bi çavê serê xwe bûbû şahidê xweşî û nexweşiyên înternetê. Lê kurmê edetî destê wî dîsa bir bêrikê, têlefon deranî, çavek li têlefonê gerand, dîsa têlefon berda bêrika xwe. Ji aciziya dengên hawirdorê, pişta xwe da înşaatên van demên dawî wekî xilt ji bin erdê serî bilind dikirin. Sura bayê li singê wî xist. Ricif ket canê wî. Ji neçarî pişta xwe da tavê. Çavên wî li ser kalê dirfê Afxanî pêdiket aliqîn. Bêwarî û bindestiya xwe ji bîr kir. Kalê piştî dar şikandin agir bera binê semawerê da. Bi bilindbûna dû re ji ber çavan winda bû. Bavê xwe yê çendin sal in di binê axa sar de dinive bibîr anî. Nefesek kûr kişand ji cixareya xwe. Qewimînên hefteya borî ên li dibistana lawê wî wekî fîlmekî lê bûn mêvan.
20 Nisan 2021 Salı
DENGBÊJ HUSEYNO
12 Aralık 2020 Cumartesi
Hin şaşiyên di nivîsa Sedat Ulugana da
Wexta min nivîsa Sedat Ulugana ya bi navê:
”Du hevalê Evdalê Zeynikê: Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor” di malpera “Xwebûn”ê* de xwend, wekî ku min zêrekî reşadî bi dest xistibe, di ber xwe de ji kêfan bişirîm. Lê bîra min a kor, mîna sîtila bilxur ji bin ve keliya, kêf li min kir kerrafî. Min rabû berê xwe da kitêba Ahmet Aras a bi navê “Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê**. Pirtûka ku min sê caran xwendibû, min dîsa di ber çavan ra derbas kir. Di nava rûpelan da rastî agahiyeke bi wî rengî nehatim.
Ahmet Aras: ”Li gor gotina nebiye wî yê mezin Emerê Zeynikê, Evdal 110 sal emir kiriye. Bi gotina kurê nebiye wî H. Beşer, ewî 115 sal, bi gotina kurê nebiyê wî yê din Heyder jî ewî 105 sal emir kiriye. ….Evdal di serê 1800’î de hatiye dinê û di sala 1913’an da wefat kiriye.”
14 Temmuz 2020 Salı
WARÊ GOTIN Û MUZÎKA KURDÎ, DENGBÊJÎ
Ez fambarî xwe bûme nebûme dengê dengbêjan di guhê min da dizinge. Bi taybetî jî sewta Şakiro.
Dengbêjî ji bo min ne tenê cureyekî muzîkê ye, "ava heyatê" bi xwe ye. Çawa ku wexta merû ji tîbûnan dikesire û rastî kaniyeke sar tê, devê xwe dike kaniyê jê vedixwe û zik li mirov dibe meşk lê hesta tîbûnê ji ser mirov ranabe, guhdarkirina min a li dengbêjan hesteke wiha bi mi ra çêdike...
Carna mîna zarokekî ku çavên wî çawa bi pêlîstokekê dikeve, ji kêfan lê tê ku bifire; wexta peyveke teze keşif dikim di nava dengê dengbêjan dikevim heman halî.
Carna bi dengbêj re digirîmû dikalim, li qada şer çav li min tarî dibin, bi wan re şer dikim... Piştî salan bi çavê serê xwe dibînim ku her tere zimanê min sade û sivik dibe, "peyvên naylonî yên birqok" ji xwe dikim, bal li min sivik dibe. Bi gotineke din li kok û asasê xwe vedigerim.
18 Mayıs 2020 Pazartesi
TUCMAC
15 Mayıs 2020 Cuma
JI AŞ Û BAJÊR
4 Mayıs 2020 Pazartesi
ŞEVBÊRKA SIYEHMED
Çokek du çok berf li erdê bû. Bi ketina berfê re eyan bû wê çokek din lê zêde bibe. Cimaeta taxa jor wekî her car li mala Apê Hecîbaba li hev rûniştibûn. Hulmugulma ava misînê li ser sobê tevli dûyê cixarê dibû. Kal û navsere li alî jorê odê pişta xwe kutabûn balîfan li ser mînderan cî li xwe xweş kiribûn. Xortan jî li binya wan qor temam dikirin. Bi kişandina cixare û "xwarina" çayê re qise li qiseyê zêde dibû.
3 Mayıs 2020 Pazar
Di kilamên Şakiro da meseleya “KU”yê
19 Nisan 2020 Pazar
Emê kon li darxin
Koronayê derî di ser me da kûp kiriye. Ji rojan şemî ye. Tav diqijile li Stenbolê. Xwedê zane niha çi xûşe xûşek xweş bi peravan ketî ye. Di navbera ode, mitbex, şaneşîn û medya sosyal de pêgermokê digerînim. Wekî her carî piştî nîvroyê şaneşînê dişom. Xaliyê li şaneşînê radixim, mînderan lê rast dikim. Vê carê qewimînek din rû dide. Lawê min ê mezin (deh salî ye) û birayê wî çarşevê tînin, dibên “emê kon li darxin”. Tevlî karê wan nabim. Diya wan tê şaneşînê eferimek bexşî wan dike.
Di rojên koronayê da diyalogek li ser têlefonê
- Qe çer dikî?
- Li ber rehma koronayê me. Çi bikim di mal da me. Qe tu çere yî?
- Rind im. Law korona morona derew e. Ev saw zûda di nava milet da heye.
- Ça derew e? Ma te nediye însan ça dimirin?
- Ev giş pîşkên kapîtalizmê ne. Law îş û kar tune wê însan ji biriçinan bimirin. Milet wê bikeve qirika hev. Tu mêzeke sibê dusibe wê jin û mêr hev berdin. Teze were sêrê.
10 Şubat 2020 Pazartesi
Rûniştîman û Tendûrek
17 Eylül 2019 Salı
9 Temmuz 2019 Salı
Kitêb, Kêr û Xwîn
Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bîhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişta xwe da diwarê xanî ketim, temaşeya sîperikan...
Piştî zikê têléfonê têr bû ji mal derketim. Dengê Şakiro bi rêya berguhkan bi mi ra derket gerê. Wexta nêzî mezela bûm "...Keremo lo lawo derd û kulên dunyayê pir hindik bûn va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser da li simbêla xwe kir..." dikakand. Hêstiran di çavê min ra havêt, mi xwe li wan nekir xwedî.
Dema ji nav mezelan derketim, xalê Evrihîm kulekên xwe li çêrê rast dikir... Bi silavê ra xwar bûm herim destan. Nehişt, herdu çavê min ramûsa. Piştî levpirsînê;
-Tu çextê hatî?
-Do êvarê xalo.
4 Temmuz 2019 Perşembe
JI AŞ Û BAŞ
Çirinî bi derî ket...
29 Haziran 2019 Cumartesi
Ji Mihemed Salih Alî Mistefa Çend Gotin.
"Jin wek mêşhingivin berhev dikin datînin û bihev re dixwin."
" Hinek jin wek dohejin ji zêdehiyê bêhtir tiştek naxwazin"
31 Aralık 2018 Pazartesi
BÎRANÎN Û ÇAVDÊRIYÊN LI DÛ ŞÎNÊ

3 Aralık 2018 Pazartesi
Ez û Xwendina kurmancî 5
20 Nisan 2018 Cuma
Paşila Şabûnê
Tîna tavê şikestibû. Ji mal derket, hêdî hêdî di pêpelûkên kendal re xwe berda xwarê. Şimik ji lingê xwe derxist. Pêşa dêriyê reş ê bi gulên sor xemilî heta ser çokên xwe kişand. Bi nav avê ket. Tûncika xwe a çend ta jê spî bû ji ber çavê xwe da alî. Eniya xwe da tavê, zarokatiya wê ket bîrê. Meşiya… Bû hirehira wê bi halê xwe keniya. Ji avê derket... Kevirên berhevkirî hêdî hêdî bi rûyê deryayê wer kir. Li ser kevirek rûnişt. Axîn kişand. Ji paşila xwe cixareyek û heste derxist. Dûyê cixarê qirika wê şewitand...
18 Nisan 2018 Çarşamba
Bersiva pirsên Ferzan Şêr
Wek tê zanîn weşanxaneya Dara yê li ser navê Ehmedê Xanê pêşwaziya xelatê a wêjeyê li darxist. Encam roja îniyê diyarbûn. Di beşa romanê de Nûdem Hezex ser ket. Malpera "sputniknews"ê hevpeyvîn çêkiribû bi xelatgiran re. Nûdem Hezex di hevpeyvînê de wiha pêde çûbû: "Di beşa romanê de xelatgirtin, min qet hêvî nedikir lê ez bêhtir ji helbestê bi hêvî bûm. Ya romanê min di got qet nadine min, lewra encam surprîz bû bo min. Nêzîkê sê salan e ez li ser wê romanê dixebitim, ne qediya bû ya rast, ji bo bigihêjime peşbaziyê min hinekî ecele jî kir, redaksiyona dawî jî hîn nehatiye kirin."
16 Nisan 2018 Pazartesi
Ez û xwendina kurmancî 4
Îsal weşanxaneya Dara yê li ser navê Ehmedê Xanê xelatên wêjeyî belav kirin. Hewla weşanxanxaneyê cihê pesnê û şanaziyê ye. Bawerim e
15 Nisan 2018 Pazar
Ez û xwendina kurmancî 3
Bi taybet ev du salin nivîskariya bakûr di nava bêdengiyekê de ye. Gelek kes hêl û alîdor ji vê bêdengiyê re "şer" dikin mertal. Bêguman bandora şer weke takekes li ser her kesî bandorek neyênî dihêle. Lê çi eleqeya nenivîsînê bi şer û nivîskariyê bihev heye min ev fêm nekiriye. Nivîskariya bakûr ji nava şer pijiqiye ro bi ro weke giloka berfê her li xwe zêde kiriye. Piştî "pêvajoya haştiyê" bêhtir bi per û bask bû. Çi ji alî berheman ve çi ji alî nivîsên rojane û çalakiyên edebî re me xwendevanan pêre nedigihan bişopînin. Wek xewendevanek kurmancî di van rojên de çavên xwe li nivîsan ( qest medya dijitale) digerînim li bilî çend nivîskaran (hejmara wan qasî tiliyên destek jî nîne) deng tune û xwendevan bêhtir çalakin di qada dîjîtal (blogerî) de. Hêdî hêdî çavqirpîna ji tirkî re jî zêde dibe. Wek xwendevan ez hewil bidim çend pirsên wê tu carî bersivan wan neyên bipirsim.
7 Nisan 2018 Cumartesi
Kevoka Spî û Romansek Çilmisî
Pirtûka yekem: Kevoka spî
Kevoka spî ya Firat Cewerî ji heşt çîrokan pêk tê. Ez dê hewil bidim di derheqê çend çîrokan de hest û ramanên xwe bi we re par ve bikim. Zimanê nivîskêr sade û herikbar e. Ez bawer im her kurmancê ku li gundan jiyabe wê bi hêsanî jê fêm bike bêyî ku serî li tu ferhengan bide.
6 Nisan 2018 Cuma
Çend gotin
"-Te çiqas bêrî kir ez li virim.
-xwezî te bizanibûya bêrîkirin bi xwe yî."
"Xwezî me bizanibûya çi xweşî û bedewî heye di şêwrê de."
"-Goştê dewar nayê xwarin.
-Ne tu xweliyê dixwî."
"Li vî warî pirs şermok bersiv qusyayîne."
5 Nisan 2018 Perşembe
Ez û xwendina kurmancî 2
Wexta berhemek dixwînim û berhemê dilê min "kirî be" ji kêfa min re payan tune. Nivîsên di derbarê wan berheman de ne bi dilek bi heft dila dixwînim. Di wan nivîsan de hewil didim bi çavên dîtir berhema heyî binasim û li xwe zêde bikim. Wê sibehê dema min nivîsa Ferzan Şêr a di derbarê "Handa"ya Sîdar Jîr de xwend mîna Handa yê gêjgerînok li hişê min geriya. Min nivîs carek din xwend lê tiştek di derbarê berhemê de nedî.
1 Nisan 2018 Pazar
Ez û xwendina kurmancî 1
Xwezayê îro hewayek nerm bexşi me candaran kiriye. Dar li çiçegan rûniştine. Halûruhiyeta me kurdan ev demeke ewrayî ye. Di vê hewa nerm de li halê me û edebiyatê difikirim. Di dawiya salên nodî de min dest bi xwendina kurmancî kir. Wan çaxan rewş ji halê îro ne çêtir bû. Heman ewr serdest bûn. Lê tîrojên hêviyê dibiriqîn. Bi kurmanciya xwe ya hal tê de nemayî dema min çîrok, helbest û romanên kurmancî dixwendin û hîn hevokên bijare di hişê xwe de werdigerandin tirkî çavê min dibiriqîn. Di dilê xwe de min digo: dêmeg bi zimanê me jî hevokên mihteşem tên nivîsîn.
10 Ocak 2018 Çarşamba
"Nameyek eşkere ji bo Kawa Nemir"
Berî "pişta du gotinan li gel te bişkînim" dubare pirtûka te ya haîkû yan a bi navê "Morana gerdûnê" pîroz be. Bi taybet piştî derçûna vê berhemê gelek çalakî bi awayek tu tê dikevî rojeva kurmancînûs û "metinxwanên" kurmancî. Xweda zeyna te zêde bike. Wezê zêde serê cenabê te neêşînim keremî mexseda xwe bikim. Hevpeyvîna ku "sputnik kurdistan" bi te re kiriye bû sedem bi çend kelaman deng li te bikim.
4 Aralık 2016 Pazar
Xewneke Payizî
Romanûsê kurd Îlhamî Sîdar di berhema
xwe a bi navê "Xewneke Payîzê" de jiyana Melayê Cizîrî digire dest. Berhema li ber dest bi cureya xwe ‘romana dîrokî’ ye. Nivîsîna berhemên li ser bûyereke dîrokî kar-barekî giran e, kedek dijwar dixwaze. Ger ev kesê li ser tê nivîsîn alim û şa’irê edebiyata kilasîk a kurd Melayê Cizîrî be, dijwartir e. Ji ber ku daneyên nivîskî li ber destê me tune ne, ji bilî dîwana Mela; lewra karê nivîskar zortir e. Karekterê bi navê Edib Ehmed, bi eslê xwe kurd e; li Zanîngeha Dîcleyê doçent û mamosteyê edebiyata tirkî (nivîskar bi xwe jî mamosteyê edebiyaya tirkî ye) ye.
3 Aralık 2016 Cumartesi
Nêrînek dîtir li Perde û Gerîneka Guercinayê
Ji vir berî hefteyek deh rojan min bi çend heval û dostên xwe re ev qerara xwe parvekir. Ji îro û pêve ezê nivîsên rexneyî/nirxandinî nenivîsîm û ezê zimanê xwe yê facebookê jî biguherînim. Ezê bêhtir kedê bidim xwe. Ezê hewil bidim li helbest nivîsîna xwe vegerim û kurte çîroka bicêribinim û niha dicêribinim jî. Hin hevalan piştgirî dan qerara min û hin jî li hember derketin. Û ev heval tev vane li heyatê ne. Hûnê niha bipirsin û bibêjin tu niha bi çi aqilî vê nivîsê dinivîsînî. Bersiv basît e. Pîştî gengeşî û hîn şîroveyan Hemdula Kovan Baqî deng li me xwendeyan kir dora gotinê hat ser me xwendeyan.
Nîşeyên Derheqê Gerîneka Guernîkayê de
DILŞÊR BÊWAR
1. Sehne û motîfên metnê wekî tevna pîrikê li hev hatiye balandin.
2.Nivîskêr kamera daye ser milê xwe û bi vegotina Lîsa/Abîdeyê re, me li “duh, îro û pêr” digerîne.
3.Roman bi teknîka xwe ve hiş û takekesek kaotîk li dar dixe. Xwendevan nema dikare ji nav zemên derkeve.
Aporîa
Dilşêr Bêwar
Bi geztina sêvê re te’ama qedexe xwe bera cest û rihê insên da. Ji wê rojê heta niha mijarên ku herî zêde însan bilî xwe kiriye yek jî jê pevşabûn e. Pevşabûn hem ji bo berdewamiya giyandaran hem jî ji bo vemirina hêza şehwetî zarûretek jênager e. Cotbûn welew têkîliya zayendî, li gor bîr û bawerî û çandan biguhere jî herdem bi sînoran re rû bi rû maye. “Şerrê” di navbera qedexeyan û şewhetê de pirrî caran bûye sedema aloziyên rihî.
Li ser romana "Hurcahil" çend not
Dilşêr Bêwar
“Hurcahil” navê 6’emîn (‘Ji nû ve Gîtara Bêtel’ herçiqas çapa duyem a Gîtara Bêtêl be jî romanek nû ye) romana Cîhan roj e. Roman ji 88 rûpelan pêk tê. Hurcahil cêribandinek nû ye di qada romanivîsiya kurmancî de. Hem dişibe romanên Cîhan Roj, hem naşibe. Roman bi vegotinek parçeyî yê pevgirêdayî bi gewde bûye. Mekan Amed û Mûş e.
99 Morîkên Belavbûyî
99 Morîkên Belavbûyî navê romana Helîm Yûsiv a dawî ye. Weke romannûs di destpêka romanê de diyar kiriye ku ev roman ji rojnivîska werger/karekterê ku nivîskêr ew bi navê Azad pênase kiriye bi gewde bûye. Bi gotinek dî, ev romanek rasteqîn e; bi tevî ku nivîskêr guherîn di rojnivîskê de pêkanî ye.
çîrokek gewr e 'Xadim'
Dilşêr Bêwar
Xadim: Navê pirtûka çîroknivîskarê kurd Selahattîn Bulut e. Pirtûk “çîrokeke dirêj” di dilê xwe de dihebîne. Em bi haziriya pêşwazîkirina kurê Xelîl beg, yê bi navê Jêhat (ê ku ev deh sal in di zindanê de ye û wê ji zindanê derbikeve) re di şêmûka pirtûkê re dikevin hundir û bi windabûna Jêhat a di nav kûçe û kolanên teng re derdikevin der.
'Perde'romaneke bajarî ye
Dilşêr Bêwar
Perde; sêyemîn romana Cîhan Roj e û yekem romana ji weşanên NA’yê derçûye. Roj, dîsa bi zimanê xwe yê sade li belekiyan dibişire. Pişta xwe daye helbestê û qiblegeh însan e. “Gîtara bê têl” û “Meşa moriyan”, di bin siya “Perde”yê de mane.
Perde, bi teknîka xwe nûye nûcan e. Vebêjê pirtûkê qereqtera bi navê Gulten e. Gulten, endama malbateke bûrjûwaya kurd e. Keça têkoşerekî di bin zilma dewletê û sersar
î û dilhişkiya hevalên xwe de eciqiye.
Labîrenta Cinan
Dilşêr bêwar
Nivîskar bi serkarekterê xwe yê bi navê mamoste Kevanot re berê kamera-qelem ya xwe dide gundek ji gundên kurdistanê. Em bi vebêjiya nivîskêr û qisedana karekteran ve li gund û malên figuran digerin. Pirtûk mişt bi çîrokên ku nexweşînen derûnî yên ji tirs û nezaniye afirine dagirtiye.
MÎRNAME
Di vê nivîsa xwe de ez ê hewil bidim, romana nivîskar Jan Dost a bi navê “Mîrname” binirxînim. Zimanê romanê ji xeynî hîn hevok û peyvan sade û helbestî ye. Dema merû li dîmena giştî a romanê dinêre mere dibîne ku nivîskêr berî dest bi nivîsîna romanê bike gelek lêkola ye û kedek xweş daye. Di beşa destpêkê de vebêj nivîskar e; pişt re, beş bi beş kesayet welew qerekter romanê vedibêjin.
Dewrêşê Evdî & Kulîlka Bilbizêk û Rîm
Romana Eyup Kiran a bi navê “Dewrêşê Evdî & Kulîlka Bilbizêk û Rîm” bi zimanekî sade, ku bi gotinên pêşiyan xemilî, giran giran diherike. Nivîskêr, ji bo hîn peyvên kêm tên zanîn ferhengek biçûk di rûpelên dawî de bi cih kiriye – ev yek jî barê xwînêr sivik dike. Vebêjê vê romanê, welew destanê nivîskar e.
Bêhna Axê
Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye
Dilşêr Bêwar
Dilgeş, Sozdar û Roza, qereqterên sereke yên romana Omer Dilsoz a bi navê “Bêhna Ax”ê ne.
Dilgeş: Kurdek nivnivîskar û nû ji zindanê derketiye hewil dide bi jiyana piştî zindanê re li hev bike ango bijî lê jiyan guheriye hiç tiştekî wekî berê nemaye û evîndarê Roza yê kevin e û hêjî di dil de agirek gur geş e. Dilgeş di heman demê de kesek sêwî ye.
Mistek Jiyan
Dilşêr Bêwar
Divê gotina dawî were gotin!
Ez ê di destpêkê de destnîşan bikim û xwe berdim nava rehê pirtûka çîrokan a çîroknûsê kurd Çiya Mazî. Ez dixwazim bê fêmkirin ku ez ne rexnegir im; xwînerekî şît im û heta ji min tê naxwazim kitekitek jî, ji metnekê, ji ber çavên min bisilike. ‘Mistek Jiyan’, pirtûka yekem a Çiya Mazî ye. Pirtûk, di sala 2003’yan de, ji Weşanên Sî derçûye. 149 rûpel e û ji 16 çîrokan pêk tê.
Amîdabad
Dilşêr Bêwar
Amîdabad navê pirtûka çîrokan ya Fawaz Husênî ye. Ew 106 rûpel e û heşt çîrokan di xwe de dihewîne; di sala 2001ê de ji weşanxaneya Avestayê derketiye.
Li Peravên Torê Torên Evînê
SİYABEND Û XECÊ
ROMAN-ÇÎROK A DI BIN BASKÊ WEZÎFEDARIYÊ DE FETISÎ
Di berê de ji xwendina romanên tarîxî û mîtolojîk hezdikim. Dema çavê min bi pirtûka Ronî War a bi navê “Siyabend û Xecê” ket min got ez ê îja te’amekê jê bistînim. Lê xweziya min di paragrafa ewil de li ser boçika xwe qutifî.