3 Aralık 2016 Cumartesi

MÎRNAME

Dilşêr Bêwar


Di vê nivîsa xwe de ez ê hewil bidim, romana nivîskar Jan Dost a bi navê “Mîrname” binirxînim. Zimanê romanê ji xeynî hîn hevok û peyvan sade û helbestî ye. Dema merû li dîmena giştî a romanê dinêre mere dibîne ku nivîskêr berî dest bi nivîsîna romanê bike gelek lêkola ye û kedek xweş daye. Di beşa destpêkê de vebêj nivîskar e; pişt re, beş bi beş kesayet welew qerekter romanê vedibêjin.
Hema bêje zimanê nivîskêr û qerekteran yek e; Ji ber ku nivîskar wek çavdêrekî li derve nemaye, qerekter di bin baskê helbestvaniya niviskêr de eciqî ne. Romannûs, ji dîmena giştî bêhtir ketiye tatêla barîna hibrê (bi baranê re) û vemirîna çira’yan; ji ber wê yekê her xwe ji bîr kiriye û noqî derya nakokiyan bûye. Di metnan de hevgirtina giştî-mantiqî ji bo min bi qasî tevn, şêwaz û herikînê girînge. Ka em bi hişekî rep î hişyar bikevin dû nakokî, kêmasî û aliyên erênî ên romanê :
Rûpel: 15= “Bilezînin da ku termê seyda şil nebe.” (piştî çar hevokan)
“Heyran ev demeke em di bin baranê de dimeşin û kefenê Seyda hêj ziwa ye”! Mele Ferîd ê ku doza lezandinê kiribû, keserek dirêj ku bi kefenê reş yê poşmaniyê hatibû pêçandin, hilanî û got: “Seyda agirek dadayî bû dê çawa kefenê wî şil bibe!” 1. Mele Ferîd, çima poşman e? Nivîskêr ev eşkere nekiriye. 2. Peyva “Seyda agirek dadayî bû dê çawa kefenê wî şil bibe!” gotineke idealîzekirî ye û ev nepixandina xwestinên romannûs bixwe ye. Çimkî herçiqas Seyda di saxtiya xwe de agirek vêxistibe jî, niha mirî ye û termê wî yê wek hertiştê li ber baranê şil bibe.Çimkî termê şahînşahan jî şil dibe û ê parsekan jî. Meqseda hişk î romantîk a romannûs metn kiriye perçeyek qeşa û hew.
Rûpel:17= “Gelî cemaet biborin, ez taze bi karwanê ku ji Urmiyê tê re gihîştim, min hinek şalên nû ji wir anîne. Dema ez daketim min nizanibû çi mesele ye, ji ber ku kesekî bar dayne li bajêr nemabû, min berê xwe da vir. Rast e ew çi hawar bû ji mala mele Qasim rehmetî kete guhê min!” Mele Qasim birayê Ehmedê xanê yê mezin e. Hecî Zuhdî yê bazirgan serê xwe bi diravan re xwariye hatiye nav mezelan, pirsên ecêb dike.
Rûpel:18= “Mîrza Sebrî û mirovê rûnuxamtî ew girtin û xistin wê çalika ku di diwarê quble yê gorê de bi qasî du bostan hatibû kolandin. Pişt re rêzeke ji keviran li dirêjiya term danîn û êdî Xanî bi kefenê xwe yê ziwa û hesretên xwe yên vêketî ji ber çavan wenda bû. (piştî 20 rêzikan) Û bû xiştexişta bêran û axa şil bi ser termê Xanî yê ku bi kefenekî spî û ziwa pêçayî anîne xwarê.” Ma ne dema kevir li dirêjiya termê Xanî danîn termê Xanî wenda bûbû?
Rûpel:21= “Baran êdî hûr hûr û aram dibariya. Pir bi nazikî dibariya, weke ku ezman fatîheyê li ser ruhê seyda dixwîne, barana xunavî bi nermî û xemgîn dibariya.” Ma ne barana dixundive xemgîne hêdî, nerm û aram dibare? Îja ev çendbare bûn çi ne?
Rûpel:35= “Hemamên wê, sûka wê, çiyayê Nemrûd, çem û baxên wê, camî û medreseyên wê û kela wê ya bilind û asê dihatin ber çavê min û min xwe wenda dikir û nema zanibû çend rikat nimêj kirine.” Haya xeznedar, dengbêj û hefizquran Emerê kor, ji bayê felekê nine, ku meriv ket bi xeyalan nimêj qebûl nabe. Nivîskar behsa Bilîsê dike. Çiyayê Nemrûd ê bi nav û deng ne li Bilîsê lê li Semsûrê ye. Di navbera Tetwan, Norşîn û Exlatê de golek û girek bi navê Nemrûd hey e. Nivîskar ev gol û gir bi nav nekiriye, raste rast dibêje Nemrûd û ew jî dibe sedem ku serê xwînêr tevlihev bibe.
Rûpel:40= “Ji bîna kitêbê, ji çermê wê yê nerm û sehifeyên wê yên hîn bîna qûmê û hibrê ji wan dihat, min zanibû ku ew nû nesix bûye. Min pişikên xwe ji hilma wê ya xweş dagirtin û got: - Bîna du dilên şewitî jê tên!” Emerê xeznedar, dengbêj û hefizquranê kor, Dema Xanî Mem û Zîn nivîsî ye ne li Bazîdê ye. 5 Salan ji Xanî û Bazîdê dûr e û haya wî ji çêkirina cûreyê murekeba Xanî û nivîsîna Mem û Zîn nîne. Em koriya Emer bidin aliyekî, ma gelo pozê ku aşînayê bîhna tiştekî nînbe, çawa dikare binase?
Rûpel:47—48= “Wî bi devê xwe yê kefgirtî pif kire şemala li ber serê min û lingê min ji hev vekirin û ber bi jor de hildan, li ser milê xwe danîn û derbasî min bû. Ez ji qîzanî xistim ( piştî du rêzikan). Wê kişmekişê dirêj nekir û min dît ortiniyek (nabihîze, lê dibîne) pê ket û bi lez ji ser zikê min rabû.” Ma Şengê bebikeke pilastîk e, ku çîpên wê li ser milên mêrê wê ditevin û mêrik ji ser zikê we radibe? Lewra nivîskêr ji bîr kiriye ku wexta mêrekê herdu nigên jinekê danîn ser milên xwe, nikare li ser zikê wê suwar bibe. Herhal ew bixwe jî bi mêrik re coşiya ye.
Rûpel:54= “Ehmed efendî keça min Şengê dixwest. Lê min nedayê.” Her çiqas Zuhdiyê bavê şengê bi devê Emerê kor behsa xwestina keça xwe bike jî, em bi tu awayî ne di vebêjiya Şengê de (hezkiriya Ehmedê Xanê ye) ne jî di ya hevalên wî de nabînin, ku Xanî Şengê ji xwe re xwestiye; lê Zudiyê bazirgan ( bavê şengê) dibêje min Şengê nedayê. Tenê kesê ji Xanî hez nakin behsa xwestina Şengê û nedayinê dikin; ev jî feqeke bi nakokî ye û li gor min romannûs bêyî lê hayî bibe pê li vê feqa kiriye.
Rûpel:100= “Ew çend carî hatibû dikana min û cilên zarokên xwediyê xwe li ba min didirûtin. (piştî 19 rêzikan) Xwedêkirî xwediyê dikanê ji bo rêwitiyek dirêj ji Stenbolê çûbû Edîrne yê…” Xwediyê dikanê gihîşt dikana xwe û terziyê me dîsa bû karker. Gelo terzî cilan didirû an keçika boşnaq? Ma ne diviya bigota li ba min dida dûritin.
Rûpel:102= “Min li çep û rastê xwe nihêrî, ji reşayê pê ve tu kes li caddeyê nebû. Êdî Stenbolê ebayê xwe yê reş werdigirte xwe û tarî hêdî hêdî dikete erdê.” Ger ji reşayê ango tariyê pê ve tiştek li der tunebe gelo careke din Stenbol çawa ebayê xwe yê reş werdigire ser xwe?
EHMEDÊ XANÎ Û DILKETIYA WÎ:
Rûpel:160= “Te digot me termê zarokekî şeş salî hilgirtiye ne yê kalemêrekî şêşt salî.
Rûpel:55= “Mele Ehmed efendî tu mirovekî êdî nîvê riya te spî bûne, dev ji van şi’rên xwe berde û namûsa xelqê erzan neke.” Vebêj Zudiyê Bavê Şengê ye; Şengê jî dilketiya Ehmedê xanê ye. Zudiyê bazirgan bi sergirtî ji Xanî re dibêje nîvê rûyê te sipî bûye, tu kal î, dev ji keça min berde. Ka em binêrin Xanî dema dilketîbûnê de çend saliye?
Rûpel=156: “Wî qet ji tu kesî re behsa wê evîna xwe ya berî sî çil salî nedikir.” Ehmedê xanê dema wefat dike 60 salî ye. Zuhdî efendî jî hê keça xwe nedaye mêr; ji Ehmedê Xanî re dibêje: “Nîvê rûyê tespî bûye.” Em ji 60 salî çilî derînin wê bimîne 20. Dêmeg rûyê Xanî di bîst salî de sipî bûye. Nivîskar bi tu awayî behsa sipîbûna rûyê Xanî yê ciwan nake. Rûpel:49= “Ez hivde salî bûm. Bavê min taze ji hecê hatibû û giregir û mezinên Bazîdê hemî dawetî malê kiribûn. Ê min ji wê qerebelixê bala min li ser delaliyê dilê min Ehmedê Xanî bû.” Li gor hesabê jor, Xanî û Şengê hevsal in. De were ji nava van nakokiyên ku serê romannûs xwarine, derkeve!
Mirina Ehmedê Xanî:
Rûpel:171= Ma ku ne çê bûya di roja înê de dimir. Ji xwe ew spartin roja yekê remezanê jî û ew tê de definandin.”
Rûpel: 185= “Wê sibeha han…. (piştî 14 rêzikan) –Cemaeta misilmanan!Şêx Ehmedê Xanî çûye rehmetê. Dê cenazeyê wî bibin mizgefta jor. (piştî 18 rêzikan) Roja şemiyê bû, roja ewwil ji rojiya misilmanan bû. Gelo şîrove hewce dike?
Encam:
Ji bo nivîs dirêj nebe û ji heddê xwe dernekeve dawî li minakan tînim. Pirtûk hê gelek nakokiyên bi wî hawî di dilê xwe yê helbestî de dihebîne. Xwezî nivîskêr berî çapê careke din bi baldarî pirtûka xwe bixwenda, da ku me jî te’amek ji vê romanê werbigirta.
Mîrname
Jan Dost
Weşanên avesta-2008

Nîşe: Ev nivîs di 2013 de li ser facebookê hatiye belavkirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove