9 Mart 2025 Pazar

Ezê yekî bidoşim

 Hefteyeke şilî bênavber dibare. Şantiya ku 500 karker lê dimînin bûye deryaya heriyê. Em di navbera xwaringeh, odaya televîzyon û odeyên razanê de dîl mane. Acizî li qirikê ye. Lê şûr simbêlê min nabire. Ji xwe re çîrokên Bukowski yê kîr rep dixwînim... Bi fîkiniya têlefonê re çavê min bi navê ... ket kêfa mi bû du qat.


- Keremke belqitiyo. 

- Tu çer dikî? 

- Ez wer dikim... Qaşo çend ro ye li xwendinê  sor bûme. 

- Ha belî bû te çima ji "medya sosyal" moz kiriye...

- Law merû moz neke wê hişê meriyan bişeliqe. Mêro tu dîsa kîjan qul û kuncikî tevdidî.?

- Tevdana çi vê germê em ji mêraniyê xistine...

- Law me hê "ji heft kirasan kirasek neqetandiye". 
"...tu nizanî ez ne ezeb im ne bi mêr im..." 

- Ox niha te titûn jî pêça ye.

- Şakiro û titûn heyat in... Ka te dosyaya xwe çer kir? 

- Temam e. Di sandoqa dijîtal da ramediyaye. 

- Te nav çi danî?

- Ezê yekî bidoşim

- ...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove