Pelên daran dikin zer bibin, pişta me li dara sedsalî ya darçinarê ye. Lodeke ji qalikên gûzan li ber dara me pişt daye cî li xwe xweş kiriye. Mijeke tenik daristana ku di bînahiya me de raxistî dorpêç kiriye. Heşt gûzan ji çenteyê xwe dertîne. Sê gûzan dirêjî min dike, sê heba jî datîne ser kevirê kêleka xwe. Ewila ewil her du gûzê mayî dişikîne. Piştî êmîn dibe kakil ji qalikan xilas bûne. Bi kêf li Hirço (kûçikê li kêlaka wî rûniştiye) vedigere. Destê xwe li serî digerîne. Wexta kefa destê xwe li ber Hirço vedike, Hirço di derbek de kakilan li ser ziman digerîne. Ez li gûzê xwe, ew li para xwe vedigere. Dema dixwazim ez jî bi kakilê gûzek tehma devkê Hirço xweş bikim, dibêje:
- Na ji du gûzan zêde bixwe bi vîjikê dikeve...
Piştî em xuriniya xwe bi kakilên gûzan dişikînin, pakêta cixarê ji çenteyê li kêleka xwe derdixe. Cixareya qûnsor di nava lêvên xwe de bi cî dike. Wexta titûna di nav tiliyên min de dibîne, destê xwe tevî qûnsorek di nîvê rê de dibe bêrika xwe. Hesteyê di nav tiliyan de çend çîkan ji xwe berdide. Lebat bi mirûzê wî yê tirş dikeve. Dibêm:
- Te go çi?
Dengê xwe qasî bibihîzim bilind dike û dibê:
- Qet.
Bi bişirîn dibêm:
- Kuro kes li dora me tune. Bê minet bayê li ber te ketiye berde.
- Ez di çilka xwînê nim! Îja dilê te rehet bû?
Bi tîqetîq dikenim. Bi çavên beloq li min mêze dike. Berê cixareya wî, dûre ya xwe pêdixim. Bi çend gotinên kurt sedemê tîqîna xwe jê re dibêjim. Mû ji rûyê wî naleqe. Qederek bêdeng temaşe dikim li dûyê ku ji nav lêv û firnikên me dikişe û tevlî mija tenik dibe. Wekî ku pişta xwe bi darê bide xurîn çend caran lebat pêdikeve. Şewqeyê li serî dikişîne nava çavê xwe. Bi dirêjkirina lingan re di ber xwe de dimizice...
Bi agirê cixareya di dest de agir bi qûnsoreke din dixe. Gurma dawî li qûnsora li ber xilasbûnê dixe. Qûnsorê di nav axê de ditefîne. Lingê dirêjkirî dikişîne ber xwe çarmêkî rûdine. Şewqe ji nav çavên xwe radike. Xwêdana li eniyê xwe pa dike. Çavên melûl berî didin nav mijê. Bi dengeke bilind ê dilşewat re, mija hundirê xwe ya serî li gerandiye bi kilama Dengbêj Reso ya bi navê Evdêl re di ser mija heyî re ro dike. Xwe li hêsirên wî yên li ser dêman diteyisin nakim xwedî. Bi xilasbûna kilamê re agir bi dû cixareyan dixim. Bê ku îtîraz bike titûnê di nav lêvên wî de bi cî dikim. Wexta gulma dawî li titûnê xist bi pirqînî go:
- De rabe ser xwe. Ma deng nayê te xuşîn bi ava çayê ket.
- Xuşîna çi, halê çi? Qey te li hiş xistiye? Rêya seatek em ji koxa te dûr in. Dinya xera be êdî ez nikarim bimeşim.
- Law hûn şeherlî çiqas zor in. Ser û bin em heşt kîlometre meşiyan. Ez û Hirçik du sal e dev ji rojê biqere me deqeyek jî ji xwe şaş nekiriye, her ro heman saet û heman deqeyê di heman rê de dimeşin. Hew em rêya 5 deqeyan ji mal dûr in. De rabe heta tu avek li xwe bikî ezê taştêyeke çiyayî li ber te raxim...
Xaniyê lê dima li ser devê kendaleke li lêva deryayê ava bûbû. Navbera xaniyê wî û malên herî nêz 10 kîlometre hebû. Heta min xwe şûşt wî sifreyeke bi dilê xwe li nav baxçeyê ku bi her cure darê mêweyan xemilî rast kiribû. Wexta ez nêzî sifrê bûm min biken go:
- Wele tu li perê cinetê ketiyî.
- Erê bavo erê. Dengê daholê ji dûr ve xweş tê. Nalîn û zarîna ji pêlan bilind dibe di şevên zivistanê de dine ca meriya. Di sala ewil da a min kişand her xwedê dizane. Hela wê mostikê (têlefon) deyne Xwedê ji te razî. Dinya di cihek de nare...
Pişta wî û berê min li deryayê, em li ser sifreyê rûniştin. Bi fîtîniyeke ji nav lêvên wî pekiyayî re Hirço li ser kursiyê kêleka wî cî li xwe xweş kir. Mîna dayikek dergûşa xwe xwedî bike cûtikek nan dihavêt devê xwe, cûtîyek jî di diavêt devê Hirço. Bêdengiya me û howirdorê ez zivêr kirim. Hê destê min neçûbû têlefonê hişk bi destê min girt û go xwarina xwe bixwe.... Êdî min hew xwe ragirt:
- Xêre law? "Mîna kafirê di xwesiya xwe ne" serê te ji ber te ranabe. Di ber xwe de mizicî.
Pariya di devê xwe da daqurtand û go:
- Tu jehrê dixwazî. Lê xema nexwe bi qehweyê re heta tu têr bibî ezê li ber te ro bikim. Niha heta dikarî zik têr bike.
Di serî de bibêjim. Pirs tune ne. Hebin jî wê bersiv tune bin. Wexta Delal li nexweşxanê bû tê bîra te ne? Em çil ro û çil şevî li wê zindanê man. Haya we gişta jî ji rewşê hebû. Lê hûn bibûn kevirê bin avê. Bîst û çar seatên min li nexweşxanê dibihurîn. Ji xeynî derdora min herkes li cem me bû. Heta meheyek jî mam li ser piyan. Pêra pêra kenê xwe bi xwe li min peyda bû. Siheta min li cî lê wî kenê ji nişke ve serî li xwe bilind kiribû kezeba min kiribû destê min. Neweribûm ji bo kişandina cixareyê ji odê derkevim. Çer diçûm li ber dîwarê min ji xwe re kiribû war mîrata ken heta hêsir bi çavê min nexista dev ji min bernedida... Şevek ji şevan, bi dengê têlefonê ji cihê xwe hilpekiyam. Delal di xewa kûr de bû. Min yekser têlefon bêdeg kir û berî da der. Wexta çavê mi bi saetê ket qidûm li min şikiyan. Saet sisê û nîvê şevê... Ji qatê pêncan min xwe berda xwarê. Li ber derî li têla hatî vegeriyam. Bi bihîstina "bi şaşî destê min li têlê ketiye" re bêhna mi hat ber mîn. Li ciyê cî rûniştim wekî hercar mi agir bi cixareyê xist... Li vegerê wexta di ber ewlekarên nexweşxanê re bihurîm deng bi mêrikek ket. Ji ewlekar re go:
- Morg li kijan aliye?
Bi bihîstina peyva morgê re ez çawa li asansorê siwar bûm û çawa çûm jor nizanim. Hew min dî li ber derê odê me. Hêdîka min derî vekir bi gavên giran ketim odê. Ji bilî kulpîna dilê min ode di nava bêdengiyê de bû. Cîrkî Delal ketibû nexweşxanê xure xur lê peyda bûbû. Û şans îşev jî deng jê biliyabû. Hêdî hêdî heta ber serî çûm. Mi xwe di ser de xwar kir, na deng tune. Bi destên ricifokî min lembeya li ber serî vêxist. Erê min bi her du çavan dit waye nefest dide... Xwarî erdê bûm û dest li ser û çavê min vegeriyan. A wê çaxê min biryar da li we kevirên bin avê vegerim, çavê xwe bigrim û devê xwe vekim. Min wisa jî kir. Dengê dawî ya piştî nîvroyê bû kêra kalanî. Tu carî bi derbek wiha bêbext re rû bi rû nema bûm. Ew jî bû sedem kumê xwe daynim ber xwe. Na na tu kesî sûcdar nakim. Xweş dizanim sûcdar safiktiya di nava min de ye. Helbet dizanim têkiliyên însanan li gor berjewendiyan dimeşin. Heta ava wan di coyek de herîkî li cem hev in... Heyat gelek rê û dirba li ber mera vedike û gelek deriyan digre û vedike. Em mileteke bindest in, gelkî normale jî bi dehan cureyan nexweşî li me peyda bibin. Pere, mal û milk ji herkesî re lazim în... Naxêr merû nikare, nabe li her bayî bireqîse. Lê bîr û bawerî, dostî û hevaltiyê carê derb xwar, êdî tu miriyê gorê yî. Netirse min hiş neavêtiye. Derûniya min gelekî jî baş e. Êdî tu tiştî navêm nav dilê xwe û yên di dil de jî der dikim. Ew kî bû nayê bîra min digo: "Hewil bide bi gelek însanî re hevnas be, ji kêm însanan hez bike û baweriya xwe bi tu însanî neyne". Na na bêbawerî nabe, ez nikarim bi wî hawî bijîm. Belkî rast jî gotiye, lê bila ji min dûr be. Dizanim çima li vir im bi Hirço re. Bes min ta di derziyê re kir û êdî nakim jî. Lê vê jî bizane! Li pişta xwe çikandî me, kêrek im, kalanî me, termek im, spî sar im

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove