4 Aralık 2025 Perşembe

KILAMA BI NAVÊ CANO Û ASÎMLASIYON

 

Ne gelkî, zêde zêde ji kilamên dengbêjiyê hez dikim. Kêm be jî, carna guh didim kilamên bi enstrûmanan ve tên gotin. Kilama bi navê Cano a ji dengê Hozan Baran jî yek ji wan kilaman e ku bi kêfxweşî guhdar dikim. (Kilam anonîm e û neketim dû ka kengê hatiye gotin û çend versiyonên wê hene.) Kilam li ser kesên ku negihîştine mirazên xwe ye. Kilam bi reng û sewta xwe ya dilşewat a ku nalîn û zarîn jê hildikişe ve, ne arabesk be jî, bi hest û xulxulîn/kakîna xwe ve perê xwe li ava arabeskê dixe. Bi kurtebirî, meriv dikare bibêje: di muzîka arabeskî de hestiyarî, bedbinî û bêhêvîtî li pêş in; loma muzîka arabeskî çeşneke mûzîkê ya xwedî enerjiyeke negatîf e. Ev enerjiya negatîf piştî radeyekê dil û hişê însanan dîl digre û dibe sedem ku însan ji sofreya heyatê ya pirrengîn vekişe.


Wexta meriv bi diqet bala xwe dide klîbê, wê vekişîna ji nav heyatê di şexsê lîstikvanê mêr de bi rehetî dibîne. Di kilamê de tê gotin: "Ma tu nizanî ramûsanên min ji te re bê teklif in?" Em di klîbê de rastî tu nîşaneyeke vê vegotina hezkirina jinê nayên. Jina di klîbê de qey tu dibê perçeyek ji qeşayê ye li hember vê gotinê. Lê li gor herdû mêran di klîbê de, lîstikvana jin di nava rengîniya heyatê da ye. (Ev jî li gor merama kilamê xweş li klîbê hatiye edilîn.) Bi avdana kulîlkan û vekirina deriyan re, meriv vê yekê xweş dibîne.

Derdê min ne bi klîbê ne jî ji bo Hozan Baran re ye. Gotina min bi xwe re mijûl dike ev hevok: "Xwezîla ji Enqereya şewitî têlgirafeke bihata bigotana revandina jina bi mêr bû edeto." Dengbêjê ev kilam çêkiriye, welew afirandiye atmosfera civaka di nav de jiyaye û radeya bindestiya me gelek xweş zeft kiriye. Bi ravîdana teniya li rûyê civatê re, dengbêj bi xwe jî teniyeke din li hişê civata xwe a ku jê dil bi êşe zêde dike – ev jî asîmlasiyon e.

Hîn xalên mûhîm ji wê hevokê dikarin bizên/zane ev in:

Dengbêj ji ber problemên civakê derxistiye pêşberî hezkiriyan dil bi êşe. Loma bi dengeke bi şewat re dixwaze bibe derman ji wê kulê re.

Dengbêj welew civakê hêviya xwe ji Xwedê û îqtîdarên xwemalî yên civakê birêve dibin biriye.

Dengbêj welew civaka di nav de jiyaye bi her awayî dev ji xwe berdaye, hişê xwe yê xwemalî ji dest daye û telsîmî wê îqtîdara Enqere ya ku kûpê reş li derê wî xistiye kiriye.

Em nikarin bibêjin ser û bin hew ji kilaman, kilameke/newayeke/mûzîkeke. Di rastiya xwe de tu tişt ne masûm e, hela mûzîk hîç. Mûzîk çawa ku bi sewt, meqam, melodî û vegotina xwe re dikare dil, hiş, binhiş û rih rehet bike, ewqas jî dikare wan qilêr jî bike. Ev hevok yek ji wan hevokan e ku bi awayek "masûmane" (ji ber zilma li hezkiriyan hatiye kirin) xwe bide xuyan jî, bê ku însan ferq bike di rih û hiş, û binhişê însan de kurka xwe datîne. Bi dubarekirina guhdarkirinê re hêkan li kurka xwe zêde dike û piştî demeke, hest û fikra ji wê kurkê zayî li însanan normalîze dike. Lewre kilam ne tenê xwedî enerjiyeke negatîf e, herwiha asîmlasiyonîst e. Bi dubarekirina xwe a guhdarkirinê re rehên kûrtir diajo.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove