21 Kasım 2025 Cuma

Gola Xwînê

 Zarîn û bêhna goştê biraştî li pey xwe hiştin. Kundî mora xwe li kavilan danî. Îskîn bi çiyê ket.


Lê metropola ku şêniyên xwe bi saxî dicû berêvarê leq bi erebeyan nediket. Serî û go lê reqisîn. Mînîbus rawestand, bi lez xwe avêt serê kuçeyê. Bi fiqîniya wesayida polîsan re li erdê bû term. Polîsan pozê tifingan dan Hemo yê serî li ser kevirê peyarêkê... Bi qarewara polîsan re camên xaniyan lerizîn. Term di gola xwîne de neliviya. 



Xebatkarên ambulansê Hemo di nav cî yê wî de bi cih kirin. Piştî temî li dê û bavê term kirin ji mal derketin.

Berbû û malbavanên zavê li salona Hemo yê haya wî ji bavê felekê tunebû rûniştibûn. Memo yê deh salan ji Hemo piçûktir bi çalavê ketibû... Memo dest li pacê xist pozê dawençeya birazava ber bi esman ve bilind bû. Bi dengê dawençeya birazava re Hemo yê bûbû ta û derzî şiyar bû.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove