3 Aralık 2016 Cumartesi

Amîdabad


Dilşêr Bêwar

Amîdabad navê pirtûka çîrokan ya Fawaz Husênî ye. Ew 106 rûpel e û heşt çîrokan di xwe de dihewîne; di sala 2001ê de ji weşanxaneya Avestayê derketiye.

Mijara pirtûkê êş, qirkirin û koçberiya kurdan e. Zimanê nivîskêr gelekî şîrîn e; heta dikarim bêjim, helbestî û herikbar e; lê, nivîskarê me tim xwe dubare kiriye û di gelek cihan de jî, li gor min, zor daye qalib û mantiqê. Kî dizane, belkî ez bi kurmancî nizanim û zimanê nivîskêr fêm nakim! Ez dê hewil bidim ku bi qutûtî peyvan bibêjim û heta ji min bê ez dê “kêmasî û xwedubarekirina niviskêr” eşkere bikim. De kerem bikin em bi hev re noqî nava rûpelan bibin.

“Koça mezin”, rûp 10: Leşkeran zikên jinên avis qelaştin, dest û lingên zarokan birrîn. Ma gelo jin “avis” dimînin? Peyva avis ji bo sewalan -pez û dewêr- tê bikaranîn ne ji bo jinê. Dema peyva avis ji bo jinê bê xebitandin, dibe peyvek argo û heqareta li jinê. Jin himil, ducan, bi zaro, zik li ber dev, bipaşil, bihalekî û hwd. lê ne avis e. Em dibêjin jinê welidand; kûçik teliqî, mih/bizin/çêlek za.

“Qesra xewnan”, rûp 22: Wek ku wî piçûkaniya xwe li wira derbas kiribe, wî biserhatiya Qurbanên Evînê xweş nas dikir. Ka nivîskar dixwaze bêje çi? Gelo wî Qurbanên Evînê nas dikirin, yan jî bi serpêhatiya wan dizanî? Mantiqa hevokê çi ye gelo?

“Başoke”, rûp 36, paragrafa dawiyê: Helbet ne bi dilê min bû ku ez bi metroyê, bi tenha serê xwe, diçûm pêrgî Seydo. Li gor min ev hevok şaş e, ji ber ku “pergî”, lêrasthatin e. Nivîskêr, peyva pêrgî di şûna pêşwazîkirinê de bi kar aniye. Diviya hevok wisa bûya: Helbet ne bi dilê min bû ku ez bi metroyê, bi tenha serê xwe, diçûm pêrgîniya Seydo.

“Suwarê êşê”, rûp 54, paragrafa duyem: Keça ciwan li ser qûma giravekê xwe ramidandibû. Roja havîneke xweş, şaxên dareke xurma û ava deryayeke geh kesk geh şîn di bin azmanekî sayî de gîhîştibûn hev, ketibûn govenda xweşikbûn û şadiyê. Ger erda ku keçika cestqemer li ser vezeliyaye giravek be, dêmeg çarhawîrdor derya ye! Îca deryayek ji ku derket? Temam, em bêjin derya, di bin ezmanê sayî de, geh şîn û geh kesk bû. Îca şaxên dara xurmeyan çawa geh kesk û geh şîn dibe? Keça bedew nû ji deryayê derketibû ji ber ku dilopên avê bi hezaran li ser bedena wê mîna mîrwareyan dibiriqin. Gelo hinan pirsek ji nivîskêr kiriye ku di nava hevokê de pirsê dibersivîne û em jî ji sewsîbûna lê nevarqilin? Çi eleqeya herdu hevokan bi hev heye ku nivîskêr ew bi hev ve pîne kirine û kirine hevokeke ecêb? Nivîskêr wek terziyekî ecemî xwestiye dêriyekî bifesilîne, lê pêş (daw) û navteng li hev nakin. Wê bi nazikî, bi dilovanî şûşeya Coca Cola nêzikî lêvên xwe dikir û di wê bihiştê de, hemû xweşiyên jiyanê dikir du sê qurt. Gelo kubarê bi dilovanî -birehm, bi merhemet- şûşeya Coca Colayê nêzikî lêva xwe nekira, wê lêva şûşeyê xwaribûya qey? Tu dibêjî qey qira fanteziyan hatiye! Vebêjî heman hevokên jor ji çîroka bi navê “Dadgeh” ji rûpela 44ê anîne û dibêje de bixwin gêjno. Rûp 57, rêzika 9ê: Kêfa min pir ji wê saeta destan dihat ji ber ku ew diyariya dapîra min bû. Vebêjî dîsa xwe ji bîr kiriye ka em li saeta vebêjî bigerin bê vebêjî li kû saeta xwe avêtibû nava qûmê. “Qesra xewnan”; rûp 24, paragrafa dawî: Saeta min li ber dilê min gelekî şêrîn bû, dapîra min ew ji min re ji axa Hîcazê, li derdora Kevirê Reş kirîbû. Piştî şeş rêzikan, binêrin bê saet li ku ye: Heta ku Xwedayê ku tu carî dengê min nediçûyê hêz dabû min, min ew saet bi dûr avêt. Saetê di azmanê nizm de kevanek çêkir û dûrî sî çil gavî di xîzê de çû xwarê. Madem saeta xwe avêtibû, îca çawa dîsa di desta de ye?

“Teyrê masiyan”, rûp 72, paragrafa yekemîn: Li meyxaneyê, ez ne yê pêşîn bûm ku min ênîşka xwe danîbû ser misa bara dirêj. Paragrafa duyemîn: Piyala pêşîn ya meya sor xwe pênc deqîqeyan li ber tîbûna min negirt. Heman rûpel rêza dawî: Min weha jî li çayxanê piyaleya sisêyan bi ser gewriya xwe (em bi vebêjî re derbasî rûpela 73yê bûn) de kir wek ku min dixwest di eynî wextê de şewatên Amîdabadê vemirînim. Vebêj ket “meyxanê” û ji “çayxanê” derket; ka em berdewam bikin: Min pereyên her sê piyalan da û min bi peyatî berê xwe da meydana Trocadêroyê. Ewrên reş zikê xwe bi serê darên kolanê dixurand û bayekî sar bi dû xwe ve dikişkişandin. Ez di kêleka goristana Passyê re bihurîm û li Meydana Trocadêroyê bi bayek xurt sîleyek daweşand min. (Kê, çawa sîle daweşand wî, wele ne ez im!) Êstegeh li wê derê bû û dilê min hebû ez xwe berdim xwarê, li kêleka camê rûnim, (ango li metroyê siwar be) lê hemû çayxaneyên meydanê vekirî bûn. Serê her mehê, min dikaribû hemû ava çemê Seinê û hemû meyên başûrê Fransayê vexwarana bêyî ku tîn min bişikesta. Min di metroyê de xwe rehet didît. Kurmê hesinî bi movikên xwe yên ronî xwe di hinavê bajêr de dipêçand, ber bi taxên dûr ve diçû. Min ber bi meyxaneya pêşîn ya meydana Trocadêroyê bezand. Rojên pêşîn ên her mehê ez bi saya vexwarinê dibûm mirovekî din, bedena min ji bedena min derdiket. Erê min didît çawa di ronahiya zîvî ya pencereyên metroyê de ez ji cîhê xwe radibûm, ji xwe dûr diketim. Lê ez tî bûm, bêpayan tî. Ji destpêka demê de, ez bi tirs bûm û tî bûm. Di tunelan de, min ber dilê xwe bi keçikan şîrîn dikir, carcaran jî min kesên derdora xwe ji bîr dikir û dev û lêvên wan keçan jî maç dikirin. (Vebêj serxweş e; ez nizanim peyaye, an di metroyê de ye hê. Piştî çar rêzikan, em bi nivîskêr re berê xwe bidin meyxanê, pardon çayxanê.) Li çayxaneya Malakoffê, li meydana Trocadêrayê, min carek din hewil da tîna xwe ya ebedî bişkînim. Gava ez derketim, nêzikî şûşeyeke meya sor di xwîna min û di zikê min yê vala de digeriya. Min hê xwirîniya xwe nekiribû. Ez li ser lingan dihejiyam, lê ev yek ne ewqasî giring bû. Min bi peya berê xwe da meydana Stêrikê, Kevana Serfiraziyê. Rûp 74, nava paragrafa duyem: Min çavên xwe li sûretên dîwaran gerandin, lê ji ber hemû meya ku min vexwaribû, ez wek keştiyek mest, keştiyeke li ser ava lehiyeke şêlûn bûm. Ji min re xuya bû ku jin û mêrên li ser afîşan ji kincên xwe derdiketin û kincên qeşmeran li xwe dikirin. Rûp 75, paragrafa yekem: Gava ez ji trenê dakevim, bêyî ku min li navê êstegehê binihêriya, min kêm (hindik) nêzik dizanîbû ez li kîjan taxê bûm. Hey maşalleh, Vebêj bi serxweşiya xwe re jin û mêran ji afîşan dixuliqîne; lê trênan tevlihev jî nake û derdê serê derdan, bêyî ku li navê êstegehan binêre dizane li ku ye; di vê navberê de, meyxane jî dibin çayxane. Heman rûpel, dawiya paragrafa duyem: Nêzikî du sed gavî, min ronahiya restoranekê bi navê Restorana Teyrê masiyan dît. De kerem bikin, bi vebêjî re em bikevin retorantê. Rûp 76, rêzika yekem: Xwediyê çayxaneyê peyala meya sor danî ber min û got: “Ha ji te re birayê min.” Min lêvên xwe di sûlavê de şil kirin û min ji xwe re got, ew devera hanê ne xerab e. Restorant jî bû çayxane; xwedêgiravî, vebêj bêyî ku li êstegehê binêriya dizanîbû di kîjan trenê de û li kîjan taxê ye. Vebêj, bi nava xewn û xeyalan dikeve û ji me re çîroka Mîrze Miheme vedibêje. Xwe ji bîr mekin, vebêj hê li restorantê rûniştiye û çîrokê vedibêje! Ka em guhê xwe bidin vebêjî. Rûpel 79, dawiya paragrafa duyem: Tu ê heft mîhan serjêbikî û heft kunên avê tije bikî. Her ku ez tebeqeyeke erdê xelas bikim, tu ê mîhekê û kuneke avê bavêjî devê min. Mîrza Mihemed heft mîhan serjê dike, heft kunên avê tije av dike û li ser pişta Sîmir siwar dibe. Sîmir dest bi fira xwe ya bê dawî dike. Ew tebeqeya pêşîn diqedîne, nikilê xwe ber bi Mîrza Mihemed ve dike. Mîrza Mihemed jî miheke sax û kuneke av diavêje devê Sîmir. Ez ez im Mîrza Mihemed herheft mîh serjêkiribûn! Ma we nedît mîhek sax-zindî- avêt devê Sîmir. Çîroka me qediya, em hê bi vebêjî re, li restorantê rûniştîne. Rûp 81, paragrafa yekem: Li çayxaneya li derveyî Parîsê, min destê xwe ji mêrê ereb re bilind kir. Min xwest ku ew piyala min dîsa dagre. Ew bi kêf ber bi min ve hat û piyaleyeke tije li ber çar pêncên ku min vala kiribûn danî û got, “Vaye, birayê min.” Vebêjî, sê piyale di rûpelê 72yê de vexwarin; meyxane bû çayxane; nêzî şûşeyekê jî di rûpelê 73 yan de vexwar; mirovên di afîşan de zindî kirin, lê trên tevlihev nekir ne! Û şeş qedeh jî -li gor gotina vebêjî, şeş piyale- li restorantê, pardon li çayxaneyê, vexwarin. Ka em binêrin, bê piştî vexwarina neh piyaleyan û nêzî şûşeyek meya sor, çawa bi ser hişê xwe ve tê. Rûp 82, paragrafa yekem: Li restorantê, ez bi birçibûna xwe hesiyam. Hat bîra min ku min tiştek nexwariye. Heman rûpel, dawiya paragrafa duyem: Min bi pereyên ku min ji destê jina martinîkî girtibûn pereyên wan hemû piyaleyên meya sor da. Heyt, vebêjê me bi xwe ve hat û heta pere jî ji ku girtiye bi bir anî; dawiya dawî, bêyî ku serxweş bibe, ji restoranta geh dibû çayxane û geh dibû restorant, derket.

“Seriyê ku herdem ji bîr dikir”, rûp 100, dawiya paragrafa sêyem: Ez gihîştibûm Ewropaya Rojava, warê jînê, paytextê evînê. Gelo ez li Îtaliyayê bûm, li Fransayê, an jî li welatekî ji Ewropa Jorîn bûm? Zanîna wê yek ji binî ve ji bo min ne girîng bû, lê min bawer dikir ku ez li Fransayê bûm. Peyvek xwe dubare bikira, me yê bigota di nava 106 rûpelan de, dibe ku ji ber çavê redaktor û nivîskêr reviya ye. Lê mixabin nivîskar naxwîne; em dev ji nivîsên xelkê berdin, nivîskarê me bi xwe re nabîne ku nivîsên xwe jî bixwîne. Heman hevokên li jor, di çîroka “Qesra xewnan”, di rûp 21ê de û di çîroka “Fira kevokan”, rûp 85ê de, xwe dubare kiriye û li vir jî bûye sêbare. Çîrokên me qediyan serê me sax…

Nîşe: Ev nîvîs di kovara hinarê hejmara dawî û malpera www.kulturname.com 02.09.2012 de derketiye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove