20 Nisan 2018 Cuma

Paşila Şabûnê




Tîna tavê şikestibû. Ji mal derket, hêdî hêdî di pêpelûkên kendal re xwe berda xwarê. Şimik ji lingê xwe derxist. Pêşa dêriyê reş ê bi gulên sor xemilî heta ser çokên xwe kişand. Bi nav avê ket.  Tûncika xwe a çend ta jê spî bû ji ber çavê xwe da alî. Eniya xwe da tavê, zarokatiya wê ket bîrê. Meşiya… Bû hirehira wê bi halê xwe keniya. Ji avê derket... Kevirên berhevkirî hêdî hêdî bi rûyê deryayê wer kir. Li ser kevirek rûnişt. Axîn kişand. Ji paşila xwe cixareyek û heste derxist. Dûyê cixarê qirika wê şewitand...



Mûm pêxistin. Pirtûk û defterên bela wela dan hev. Şûşeyek şerab û qedehek danî ser maseya ber pacê. Xwelîdanka di dev re bû vala kir. Kolyeya li ser sêpaya çermîn girt bi serê tiliyan rûyê şehmaranê mist da. Kolye danî ser masê. Ji kompîdorê dengê  kemanê li odê belav bû. Qedeha xwe dagirt li ser kursiyê çermîn rûnişt.

"Bajarê min ê di nav bêtonê de mabû li dû ma. Bavo di paceya balafirê de  "coxrafiya" şarê xwe yê biçûk bi min dida nasîn. Ji balafirxaneyê bi texsiyek em çûn xwaringehek "doner"ê.  Piştî sparîşê lodek goşt li ber me danîn. Qey te digo ne goşt e lê helaw e li ser zimanê mirov dihele. Wexta min av vexwar xweber oxinî bi min ket. Bavo bişirî kaniya li meydanê şanî min da. "Ava te niha vexwar qasek berê ji wê kaniyê anîn..." Em li dolmîşa gund siwar bûn. Mîna ji welatek berê me ketibe welatek dîtir her tişt diguherî. Qisedan, rengê qisedanê, sewta deng, xweza... Niha xweş dizanim wexta behsa "welat" dibû çima çavên diya min a bêmiraz dibiriqîn. Ecêb e, bi saetan e destê min neçûye telefonê. Rê du saetan ajot ez û bavo ji hal ketibûn. Bi pêşwaziya lêziman re rûtirşiya bavo veguherî dilşadiyê. Ji tengezariyê dil dikir di devê min re derê. Çiqas wext bihurî nizam min xwe di nav ciyên li erdê raxistî de dît. Bi zerqa tavê re cara ewil şiyar dibûm. Bavo û pismamê ku hevsalê min e îskanên wan di dest de çay vedixwarin.
Piştî hefteyek bi alikariya pismamê xwe bûm siwarek çê. Ro bi qasî du bejnan bilind bûbû. Min berê xwe da axpînê. Li axpînê golik, berxên virnî, mî û bizinên kulek, çend ker û hesp diçêriyan. Tûle dîsa xwe pevgirêdabû. Awir û bejn û bala wî ya çiyayî av bi devê min dixist. Li dora hespan diçû dihat. Kirê bezê hat min. Min çav li pismam kir. Bê erê na tewla hespan rakir. Xwe avêt ser pişta mihîna boz. Hefsarê hespê kumêt da destê min. Hesp rabûn çargavê. Tûle mihîn çem û çem hajot kûmêt da dû.
Cara ewil bû bê zîn li hespê siwar dibûm. Navbera çermê hesp û ranê min de taytê min ê tenik hebû. Nalîn bi min ket. Em û hesp di xwêdan û avê de kumêt bûbûn. Me hesp li ber golek dida bejna mirov tewl kir. Tûle şal û tîşortê xwe derxist. Yekser xwe kutî golê kir. Min ji pêşa dêreyê xwe kişand jor qederek di nav avê de meşiyam. Li ser devê kendal tûşkanî rûniştim. Her cara tûle xwe kutî avê dikir masî ji bin kevir û kendalan derdixist. Min masî li şirdanê xist. Ji avê derket li ser qûma bi xîç vezeliya, em ketin sohbetê. Çavê min li bedana wî bû. Ez keniyam xwe tovî serhev kir. Min zimanê xwe jê re deranî, biken dada kincê wî berev zinaran revîm. Li devê kaniya ji zinar diteqiya  giha min lingê me şimitî em li ser hev tilorbûn. Min maçek ji lêvan revand... 
Bi rêya whatsapê peyamek bi deng  min şand. "Bavê Kidika xwe  îşev ziyafet heye "şîrê şêr"  ji qezê werîne." Li mal qasî sê seatan razam. Bi dengê dotmam xwe re şiyar bûm. Sifre hazir bû. Min rûyê bavê xwe ramûsa. Nehişt herim ser û çavên xwe bişom li kêleka xwe ya çepê dam rûniştin. Masiyên qelandî, selete, qefşek pîvazên teze, leymûn, kola li benda xwarina me bûn. Me  hê pariyek nexwaribû bavo rabû ji sarincê du bîra anîn. 
- Te çima eraq neanî? Bi ken li min vegeriya.
- Karikê dilê te heye me li qezeteyan bixî? Em hersê bi hev re keniyan. Rûnişt şûşeya bîrayê bi ser xwe ve kir. Bira ya nîvco da destê min, devê şûşeya din vekir...
Piştî du mehan min li nexweşxanê "dergûş" ji ber xwe girt. Operasyon bi problem derbas bûbû. Kî bi çi awayî bavê min haydar kiribû nizanim. Min hew dît bavê min bêdeng ket odê. Bi min re bişirî, eniya min maçî kir. Li halê min pirsî... Ji bêrika xwe kolyeya şahmaran li ser bû derxist kir stûyê min. Çenteyê bi xwe re anîbû kir çaviya dolabê. Hemşîre Şabûn û berdestî ketin odê. Bavo bêdeng ji odê derket."


Bi qurtek şerab qirika xwe şilkir. Bawişk hatinê. Rabû ser xwe. Fîşê leptopê ji pirîzê kişand. Rojnivîsk û deftera nîşeyan di nav refê pirtûkan de bi cî kir. Ber bi oda razanê ve meşiya.

Nîşe: Ev çîrok 12.04 2018 de di http://diyarname.com/news.php?Idx=28842 derçû

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove