Tav şîrîn bûye. Hulm û gulm ji erdê radibe. Bihar dike destmala xwe ya rengîn bihejîne. Bavê min ê ku dozdeh sal in derbasî mekanê xwe yê esasî bûye li ber çavê min bi gewde dibe. Hêdîka li ciyê cî rûdinim. Birrek di destan da li dor daran diçe tê. Şaxê darekê di çavê xwe ra dike. Hêdî hêdî wê şaxê dibirre. Li binê darê tûşkanî rûdine. Dest diavêje bêrika xwe. Mesat û kêrê ji cêva xwe dertîne. Kêra xwe disû. Mesatê datîne, tiliya xwe li devê kêrê digerîne. Wexta ku kêr serê çend mûyên pişta destê wî dide ber lêva xwe, bavê min ji karê xwe qayil, dibişire. Pişta xwe dide darê bi çarmêrkî cî li xwe xweş dike. Dema pûrkirina ço xilas dike, telikên xwe datîne xûdana eniya xwe pak dike... Ji cihê xwe radibe tere perçeyek cam ji qula diwar dertîne û dîsa tê li cihê xwe rûdine. Ne tîna tavê, ne jî vîçevîça çûçikên çolê li ser bala wî ne. Cama di dêst de bi ûsil li dor ço digere. Wexta sîqalkirinê xelas dike camê datîne, bi kêrê dest bi kêrtkirina ço dike.
Bi ewtîna kûçik ra tehliya rastiyê xwe li rûyê min dixe. Bi axîn ji ciyê xwe radibim. Cixareya xwe pêdixim, hêdî hêdî ber bi mixareya bostanan va dimeşim. Şikefta bostanan ne mixareyek xwezayî ye. Kes nizane kê, kengê şikeft di zikê zinarê asê da kolaye. Şikeft bermayiya kîjan millet ye nayê zanîn. Dîtina dibînim kesên li dû xizna ne malik li mixarê mîrat kirine. Ji kerba cixareyek din pêdixim...
Li vegerê, berî ku bikevim bongê zeviya xam, serê çend pîvokan diqurtizînim. Di nava zeviyê da xiltê kor cî bi cî kormîşk vedane. Kormîşkek bala min dikişîne. Dema nêz dibim, bi xîlxîlokan ra rû bi rû dimînim. Bi çend xîlxîlokan ra tehma devê xwe xweş dikim. Lê ji der û dûr ve, Dengekî bi şewat, fenanî ji rih ve dev li canê mere bike, bi ser min dikeve. Guhê xwe bel dikim:
"... Êmê heyran rabe îro çavê te reş e lê ji çavê vê leylanê
memikê te gir bûne ji tevdanê
sûretê te sor û zer bûne, xal û xetê zer ketinê
teze hatine li kewn û wexta ramûsanê
êvar e hevalê te temamî elbê xwe hilanî meşyane kaniyê
tu çima melûl î, bi made ye sekiniye li derê malê... "
Bi bihîstîna sewta Dengbêj Huseyno ra, sohbeta min û Yeqîn H. a li ser têlefonê dikeve bîra min. Li cihê xwe rûdinim. Antolojiya Dengbêjan 2* ji çentê xwe dertînim, bi nava rûpelan dikevim. Hevokên ku min nimandibûn ji nava rûpelan dineqînim:
Dengbêj Reso:
"Em helawê çêdikin, Şakiro şerbetê bi ser da dike.
Em sêpiyê çêdikin, Şakiro gul û guldank datîne ser."
Dengbêj Huseyno:
“Terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min"
Tê bîra min, wexta ku Yeqîn şîroveya Huseyno bihîstibû hinekî kerr mabû, dûra kêm zêde wiha kudandibû:
“Ji ku di bîra min de maye nizanim, lê tiştekî wiha heye ku tê gotin:
Îngilîzî zimanê dîplomasiyê ye, almanî zimanê endustriyê ye, û fransî jî zimanê eşqê û romantîzmê ye...
Min li her sê dengbêjan jî guhdarî kiriye; Reso heqet jî bi terz û meqamên xwe hunerbazekî resen e, Şakiro bi dengê qulingî û bi lihevanîna xwe yektayekî bêta ye, û Huseyno jî tam li serê têla dil dixe, ew sewta bi şewat… tu dibêje qey deng û dil cî guherîne!
Îcar ku te wiha got ev ket bîra min:
Mere dikare bêje; “terz û meqamên Reso” dîplomasî ye, “lihevanîna Şakiro” endustirî ye û “dengê Huseyno” eşq û romantîzm e. “
Xwe bi xwe dibêm hebe nebe "gund û bajar" gihan hev. Kî şîroveya Yeqîn çawa şîrove dike bi kêfa xwe ye. Têlefon û antolijiyê di çente da bi cî dikim. Çente ji diavêm pişta xwe û dimeşîm...
* Antolojiyan Dengbêjan 2: Ömer Güneş & Ibrahim Şahin, Weşanxaneya Nubiharê
14.05.2020 di diyarnamê da weşiyaye
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove