17 Eylül 2019 Salı

Tacîz

Sewta kemana Farid Farjad tevlî gewriya êvarê dibû. Şêwekarê çend tayên spî tevlî porê wî yê dirêj bûbûn. Di paceya kafeyê re li herikîna çem mêze dikir. Sura bê carî şemalek dida rûyê avê. Bi dengê kenê re bi ser xwe ve hat. Ket temaşeya xwediyê kenê.


Keçika rengesmer têlefon ji ber guhê xwe danî. Biskên li dor rûyê xwe da alî. Bi çepilê fincana qehwê girt li ber pozê xwe gerand qimek jê tehmijî. Bi bişirîn hilmek ji cixareya xwe kişand.  Piştî awirê wê devîdor mist dan li xwendina teksta şanoyê a li ber xwe vegeriya... Siya awiran nehişt konsantreyî xwendinê bibe. Bi rêya têlefonê çav li "whatsaap", "Twitter"," instagram" "snap" û hîn bernameyên dî gerand. Berî da hesabê xwe yê "CuriousCat"ê  pirs di ser de xurucîn carna bi ken carna jî bi çêran pirs bersivand... Cixareyek dî pêxist. Çayek xwest ji garson. Hedûriya wê nehat. Xwe bi xwe axifî. “Bajar nîn e tîmarxane ye. Wey mi kîrê te ser tîkayî di qûna bavê te kiro... Aram be keça min te mûyên qûzê xwe ji xwe re ew qas nekir derd.”
Çavê xwe girt. Her du dest li ser çokên xwe bi cî kir. Tiliyên eşedê û beranok bi hev ve zeliqîn. Bi nav gul û çiçega ket. Da peyî sîperikan...
Berê xwe da xwediyê awirên parsek. Bi bişirîn lêva xwe gezt. Bi geztina lêvê re çavê parsek biriqîn. Xwediyê kenê porê xwe di paş guhê xwe de bi cî kir bi tiliya xwe ya qilincekê çend caran guhê xwe çelqand. Tilî berxwe va çûn nav lêvan...

Nîşe: pêşî li diyarname.com ê weşiyaye

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove