Tavê pencê xwe ji ser pozê çiyê ve berda xwarê. Barana ku di doh de dibare, niha veguheriye xunaviyê. Kalîn û merîna pezê di êvarê de, di bin şiliyê de tevlî xuşîna ava çem û cihokan dibe. Şêniyên zozanan bi bawîşkan ve ji bin kon û çîtan derdikevin. Teyir û tilûr per û baskên xwe diçirpînin. Zinarên asê yên gelî, mîna sûrên çîn û maçîn li hev aliyayî, di bin tavê de dibiriqin. Hilm û gulma ji erdê bilind dibe, vediguhere mijeke tenik. Keskesora ku konê xwe bi ser devê gelî, û mija tenik ve vegirtiye, bi bedewiya axê re cî bi cî teysa teyrê tawis li bînahiya meriya radixe.
Hoke hoka Heso ye. Heso dike nake, leq bi pezê di êvarê de nig nedaye, binê xwe nakeve. Ji xeynî çend bizin û nêriyan, hema bibêje pezê mayî li ser xwe dihênije.
Bi şîrînbûna tavê re xunivîn sekinî. Birrê pez bi carekê ve xwe ji şiliya barî bû daweşand, hêdî hêdî li çêrê rast bû.
Li pozê text, Heso pişta xwe da zinarek piçûk û pifî bilûrê kir, lê meqaman li ber dilê wî negirt. Bilûr danî, çavê xwe li ekranê têlefonê gerand, wekî ku li tişta payî rast nehat, mirûzê xwe tirş kir. Xemek li deşta dil rûnişti bû. Kûr û dûr fikirî, rê nebir ser sebeban. Reqsa xweşkoka di ekranê OnlyFansê de ya du şev berê anî bîra xwe; ew jî nebû derman ji xema mîna kirê cixarê pêjgarî wî bûbû. Du sê caran kire kixte kixt û dest avêt kerika go:
"Lê lê, sebrê sibe ye, dilê min ji dila dilekî dîn e. Di şefeqa Xwedê de dikim nakim rayê lê nabe. Kulê tu bi kul bî bikevî nav çerxa vê serdemê. Ji êvar de deng ji vê mîrata înternetê nayê. Xwedan xêrek tunîne, xeberek bi Elon Musk – xwedayê Starlînk’an – ve bigîhîne. Jê re bibêje: hey ocaxkoro, ma tu nizanî sebra Hesenîko bê dîtina dev û lêvên çêkirî, sing û ber û memikên estetîkî nayê. Hey wayê, hey wayêêê..."
Heso seatek berî mexela pez kerî li guherê da mexel. Her dû kûçikên xwe her yek li aliyek pez bi cî kir. Ji barxanya li ser pişta kerê tifing girt avêt milê xwe. Bi lez û bez berê xwe da pozê çiyê. Dema gihîşt pozê çiyê di xwêdanê de kumêt bibû. Bi çavpêketina sînyala înternetê re west û xemên xwe ji bîr kir. Bi lez û bez bi alikariya hişê çêkirî Grokê vîdeo ya dîmenên kesksora li devê gelî, xwe daweşandina pez û kefa bi ser devê cihokan ketî tevî kilama xwe edît kir. Bi kelecan vîdeo li tîktokê bar kir. Ma li benda bertekan. Like û şîrove li bin guhê hev ketin. Bi ewtîna Hirço û Gurcê re li xwe warqilî. Reng lê bû şima. Pozê tifingê da hewa bi teqe teqa guleyan re ber bi mexelê pez revî.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove