Vê sibê, sira sibê mîna bê tê. Hilma ji fîncana qehwê û dûmana ku mîna ewrên payizê ya ji cixareyê bilind dibe, li ber paceya ku li ber rûniştî, wê berbi xewn û xeyalên zarokatiyê ve dehf dide. Qederek di nav wan xewn û xeyalan de vedigevize. Bi qima dawî a qehweya li ber sarbûnê ye vê nişeyê li e maila dosyaya xwe datîne. " Hêja nizam tê bîra te? Di civîna me ya dawî de pêşniyara te û edîtor ew bû ku ez nivîskar bidim kuştin, lê min weşanger kuşt." Du emojînên bi tîqetîq û yekî jî dest li ber deve li nîşeyê zêde dike. Bi şandina dosya romanê re, wek ku barê dinyayê ji ser piştê rabûbe, bi kêf tena xwe kişand. Zeraqa tavê, dawî li gewriya serê sibê anî. Berê wê dikeve ser dezgehê mitbaxê, rûtirşî lê biqewime jî nahêle kêfa wê xera bibe. Ji cîhê xwe rabû, berbi odaya xwe ya ku bi perdeyên reşê qetranî camên wan hatibûn nixumandin çû.
Bi bawişk û çavên werimî tevî xure xura zikê xwe, ji odeya ku bi tariyê rapêçyayî derket. Lambeya mitbaxsalonê pêxist. Bi tevî ku dizanibû sarinc vik û vala ye dîsa jî derê sarincê vekir, çavê xwe li xwarineke gerand. Bi hêrs derê sarincê girt. Di çaviyên dolabên mitbaxê de li biskuvî û çikolateyan geriya. Di çaviyan de ji bilî çend şekirên ku kizmoriyan li dorê govend digerandin û şûşeya qehweyê ya nîco, rastî tu tiştî nehat. Rahişt cewzeyê qahwê ji xwe re qahweyeke keland. Piştî firta dawî ji qehweyê vexwar, nû bi xwe hesiya ku hema bibêje bîst û çar seate di xew de ye.
Deh pozdeh roj bû xwe ji her tiştî dabû alî. Tenê dixwar, vedixwar û dinivîsî. Bilez bermayiyên li der û dorê û li ser dezgeh cî dabûn xwe di poşetên bermayiyan de bi cî kir. Poşet danîn şaneşinê. Hinek dermanê şûştinê berda ser sîngerê firaq şûştinê. Hêdî hêdî firaq û qedehên li ser dezgeh ci bi cî kufik li wan geriyabûn mist dan. Piştî hemû alaw ji kufikê xilas kirin. Ew bi dûzan di makîneya firaq şûştinê de bi cî kirin. Çû serşoyê, dema di neyinkê de bi xwe re rû bi rû ma veceniqî. Rûyê xwe zû ji neyinikê bada. Di cî de xwe şût û tazî kir. Bilez ket binê ava şîrgerm. Berî ji mal derkeve du qart û hinek pere ji çenteyê xwe deranî. Pere û qart di bêrika eşofnamê xwe de bi cî kir. Derî û paceyên hundir da serpişt. Rahişt poşetên li şaneşînê ji mal derket. Wexta çend pêpelûkên nêrdewanan da ber xwe, qapaxên çokan tîrên êşê di ser de şandin. Poşetên bermayiyan avêt qutiya çopê. Tirêjên tavê hilm û gulm bi ser porê wê yê şil xist. Bi meşê re êşa çokan hêdî hêdî kêm bû. Wexta li nêzî devê deryayê li ser bankek rûnişt bi bişirîn go: Dêmeg pêgermokên zindaniyan loma ewqas meşhûrin. Hêwirzeye heyatê her ku diçû di ser wê de dirijiya. Wê jî ev bi bişirîn hembêz dikir. Ji cihê xwe rabû dest bi meşê kir. Her ku dimeşiya fikir û xeyal lê dibanîn. Bi pise pis di ber xwe de go: Xwezî hew kêliyeke ji wan kêliyên ku dikevin bînahiya me bi hemî zindîbûna xwe ve me bikariya ew biresimandan.
Poşetên di dest xwe de li ber derî danî. Bi vekirina derî re bêhneke tûj û genî ew pêşwazî kir. Bi xulqîn xwe avêt serşokê. Di ser kilozetê de xwe xwar kir. Tûjahiya mîzê ew berbi lavaboyê ve ajot. Piştî qehweya vexwaribû di dev û poz re herîkî lavoboyê, av bi devê xwe werda. Bi tiliya xwe a eşedê, kilê ji ber hêsiran herikîbûn bin çavan vemalt û berî da deriyê ku serpit hiştî bû. Poşet danî hundirê mal û derî dada.
Li ser kursiyê li ber cama mitbaxê cî da xwe. Dema bêhna wê hat ber ji cihê xwe rabû. Dîsa bedena xwe ji kincan berî kir. Li ber qutiya kincên qilêr rûnişt. Kincên bi reng havêtin cilşoyê. Li odeya raketinê tişortek sor û şortek zer li xwe kir. Vegeriya mitbaxê.
Dema mala xwe a ji odeyek û mitbaxsalonek pêk dihat ji toz û xubarê xilas kir çû şaneşîne. Xwîdana laşê wê dabû ber xwe bi leqîna bayê re ricif bi canê wê xist.
Berbi nîvroyê bi dilê wê nebe jî ji paqijiya heyi qayil li ber maseya xwe a xebatê rûnişt. Kaxetîn li ser nîşe danî bûn da aliyeke. Maseya xwe bi dilê xwe têzkûz kir. Bi loda kaxetên nîşeyan ve berbi pêrxînga ji bo biraştinê li şaneşînê hatibû çêkirin meşiya. Wek qesasek ji bo ku şop li dû nemîne, kaxetên nîşeyan pirtik pirtikî kirin. Çû mitbaxê bi cixareyeke û heste ve vegeriya. Berê agir bi cixareya xwe dûre bi loda kaxeta xist.
Av ji bo çayê berda ketilê. Li ber cilşoyê rûnişt, kincên şûştî avêt leganek. Kincên spî havêt cilşoyê. Bi deng pêketina cilşoyê re berê xwe da şaneşînê.
Berî ku dîsa xwe bide binê avê çû ji qutiya darikên bîhndanê sê darik wergirtin. Agir bi darikan xist. Darikek danî odeya xewê, yek li mitbaxsalonê û ya mayî danî serşokê. Li serşokê kincê xwe ji xwe kirin. Çîprût kincên xwe anî avêt qutiya çekên qilêr. Li Serşokê vegeriya û dest bi paqijiya serşokê kir.
Wexta ji odeya xewê derket bêhizûryê cî guherîbû. Bi wê kêfê re dest bi haziriya taştê kir.
Taştêya ku ji qeliya bi hêk, çend bîberên tûj yên biraştî, peynîr, zeytûn û ji çaya qaçax pêk dihat li maseyê raxist.
Dema xwarina xwe xilas kir bi devkenî zikê xwe mist da û go: Eferim ji te re keça min eferim. Te îja piroyek heq kir. Rabû ji çaviyeke dolaba mitbaxê puro deranî û agir pêxist.
Têlefona ku ev çend şev û rojbûn girtî bû ji şarjê deranî. Bi vebûna têlefonê re bû pirte pirta peyaman. Bê ku peyamek ji bo xwendinê veke çavê xwe li peyamên Whatsapê gerand.
Wexta di rêbera têlefonê de jimara têlefona weşanger dît çend kêliyan li ekranê têlefonê nêrî. Hilmek li piroyê xist. Jimara têlefona weşanger tikand ma li benda bersivê. Bi tevî ku du caran li ser hev li têlefona weşanger xist deng jê nehat. Li ser kursiyê lê rûniştî li ser xwe rûnişt. Bi du sê dengdanê re sekretera weşanger deng bi xwe xist. Piştî li halê hev pirsîn ji sekreterê re go: Bû çend car têlefonî Fawaz beg dikim lê nabersivîne. Ka ji kerema xwe re jê re bibêj bila li min vegere. Sekreterê bi axîn go: -Ma te nebihîstiye?
-Min çi nebihistiye?
-Serê me sax be. Fawaz beg do serê sibê xwe di mal de kuştiye.
Go: - Çi çi û têlefon ji dest şimitî. Destê xwe da ser dilê xwe yê mîna meşkeke diçelqiya. Ji nişkave tîrek berî da dil. Bi wê tîra berî da dil re bêhn lê çikiya. Bi çikîna bîhnê re ji ser kursiyê lê rûniştî devarû li erdê dirêj bû, mîna kuştiyê di romanê de.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove