18 Mayıs 2020 Pazartesi

TUCMAC


Di sala 95’an de min di “Lîseya Erzeromê” de dixwend. Li mala xwendevanan (ogrencî yurdu) dimam. Xwediyê yûrdê leskerek teqawîtî bû. Bi dîsîplîna leşkerî mal bi rê ve dibir. Mirov ji lezeta xwarinan xilas nedibû. Her şemiyê roja “mantiyê” bû. Mantî ji alî şiklî ve jî nedişibiya ya îro em dixwin. Du sê şev berê ez û dotmama min û xanimê rûniştîbûn. Me sohbet dikir. Min qala wê mantiyê kir. Bi tarîfkirina min re xanimê go, “Ew ne mantî ye, tucmac e. Çêkirina wê jî rehet e. Ezê rojek ji me re çêkim.” 

Ji ber koronayê malûm em di mal de asê ne. Du saet berî fitarê min mesele dîsa vekir. Xanimê xwe da naziyan deh bahane rêz kirin. Axir min kiribû serê xwe diviya tucmac îşev li ser sifreya fitarê ba. Di dawiyê de ez bi ser ketim. 

Melzeme:

Ard, du hêk, xwê, goştê kutayî (qîme) du sê bacanên sor, du sê îsotê teze, pîvazek, îsota reş, pûl biber, rûn, mast, sîr. 

Xanimê sê bardax ard berda binê qûşxaneyek her du hêk bi ser de hûr kirin. Hinek av û xwê berda ser, dest bi hêstrandinê kir. Min jî ji bo xaşandina tucmacê quşxane tije av kir, danî ser çaviyek ocaxê û hinek xwê avêt nav avê. Dû re min goştê berê ji sarincê deranî bû bi kêrê hûr hûr dilim kir heta bû wekî qîmeyê. Min hinek rûn berda binê tawê  û goştê dîlîmkirî bi fermana xatûnê  bera ser da. 

Xanimê jî ji hevirê hêstra bû du nanê hinek ji yê paxlawê qalintir bi tîrê vekir. Dûre berahiya şiritan qasî du santîma nanê bi tîrê vekirî bi kêrê birî. Piştre şirît dan serhev û ew jî qasî du santîman dîlim kir.

Wexta goştê di tawê de têra xwe qeliya û rûnê qoşt zelal bû min seriyê pîvazê hûr hûr dîlim kir. Pîvaza hûrkirî bera nav goşt da. Du sê bîberê lê zêdekir. Wexta pîvaz û bîber têra xwe qeliyan  bacanên sor ê hûr hûr dîlim kirî tevî îsota reş, bîbera hişkirî (pûl bîber) û xwê lê zêde kir. 

Bi bilqebilqa avê re xanimê hevirê dîlimkirî hêdî hêdî bera binê quşxaneyê kir. Hercara min dikir li ser kursî cî li xwe xweş bikim, xanimê carî bi fermanek ez radikirim ser piyan. 

Sê dendik sîr di sîrkutikê da kuta. Sîra kutayî tevlî mastê di tasek kûr de cî li xwe xewş kiribû kir û bi kefçî çelqand heta rind li hev geriya. Di navberê de jî goşt bi kevçiyê darîn tev dida. 

Xanimê tucmaca xaşiyayî bera kevgirê kir. Piştî ava tucmacê dawerivî berda temsiyek camîn  Me mastê sîrkirî berda ser û taweya goşt li ser reşand. 



Ji wexta azana mele ra mabû sê çar deqe. Bi meraq li benda tehmkirina tucmaca bi salane lezeta wî di bin zimanê min da mabû mam.  

Me xwarinên din û selete û vexwarin danîn ser sifreyê û tucmac di ortê de çikand. Tucmacê rengek xweş da sifrê lê tehm gelo wê çawa ba nediyar bû... Bi azana mele re em kişiyan ser xwarinê. Min piştî xwarinên din tehm kirin bi meraq hinek tucmac kir tebeqa xwe û bi kefçî ketim ser. Mala Xwedê ava bi qasî lezeta berî salan nebe jî mihteşem bû. Bi ken min go “Xanim çû ji te.”

 Go:  - Çima? Mi go

- Heram be êdî mantî nakeve vê malê. Bi keng go:

- Ew jî xeme ma? Min go:

-Destê te sax bin

-Noşîcan be


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove