3 Aralık 2016 Cumartesi

Li Peravên Torê Torên Evînê



Romana bi navê “Li Peravên Torê Torên Evînê’’ pirtûka yekem a nivîskara jin Çidem BARAN’ê ye. Roman, ji 120 rûpelan pêk tê û di sala 2011’an de,  ji Weşanên Ronahî derçûye. Mijara romanê, jiyana serokeşîra gundê Dêwan, Pêrûza Dêwanî û nakokiyên jiyana gundiyan û evîna Wensa û Salih û ‘Beko’tiya destbirakê Salih, Emero, vedibêje. Şeş rûpelên destpêkê, di nava xwedubarekirinê de her diçerixe. Ez ê hewil bidim, şaşiyên ku hatine kirin destnîşan bikim û paşê wekî xwînerekî kurmancî, valahiyên di nava pirtûkê de xwe dane der, binivisinim.



Rûpel 16, rêzika 6’an: “Ava ku pê cil dişûştin ango arava van cilên xwe didan ajalên xwe”
Arav; ava bi sabûn e, ji bo sewalan zirar e. Tu gundî arava cilan nade sewalan. Ma sabûn, torsêl û hwd ne di xwe de kîmyasalan dihebine.

Rûp 17, rêzika duyem: “Wê gavê birînên wê yên qûmuşgirtî diqelişîn, xwîn bêhemdê wê ji birînên wê  diherikîn ser dilê wê….”
Birîn ji xwe qelaştiye, qemûkgirtiye, ji nû ve naqelişe. Tenê xwîn dibe, dieciqe.

Rûp19, rêzika13’yan: “Her ku di nava salan de diçûn reha wan jî dirêj dibû û diket devê wan”.
Simbêlên mirov dikevin devê mirov, ne reh (rî, rû). Reha mirov dikeve ser dil, zik.
Heman rûpel, paragrafa duyem… “Ehmedê Birahîm, Eliyê Hêvik, Hesenê Siltanê, Hecîkê Mehmûd, Mehmûdê Şero, Silêmanê Yûsif, Hesenê Şêxmûs mexelê xwe mîna her tim xweş kiribûn.”
Vebêj, ango çîrokbêj, nivîskar e. Nivîskar, heqaretê li qereqterên xwe -li gundiyan- dike, wan dişibîne sewalan. .Mexel: Sewal mexel dibin ne însan. Mexel ango sewalên veketine.

Rûp25, rêzika 8 an: Sitiyê wê rojê xwe li ber wê berfa dijwar negirtibû û giyanê xwe ji dest dabû. Sitî: navê kera çerçî-etar- yê bi navê Qoro ye. Çîrokbêj, dîsa nivîskar e. Însan jiyana xwe ji dest didin ne sewal. Nivîskar dixwaze bi me bide fêmkirin ku Qoro yê çerçî ji jina xwe bêhtir ji kera xwe hez dike. Ne Qoro lê nivîskar dibêje Sitiyê jiyana xwe ji dest daye.

Rûp34, paragrafa duyem, rêzika 4 an: Birahîm ji Salih dipirse: Di serê me de sed pirs diçin û tên. Gelo berazan dehf li te dan tu bi ber jêra newalê ve xindirî? Gelo hirçeke teredînî leqayî te hat û bi hovîtiya xwe ew ecêbmayin anî serê te? Ew karên hemeqî karên hirça ne.   Nivîskar di vir de peyvên tirredîn kiriye. Madem sed pirs di serê qerqter de diçin û tên, îja çilo zane ku wî karê ehmeqî karê hirçan e? Piştî ku Birahîm bûyerê ji devê Salih hîn dibe, di rûpelê 41 ê, rêzika 4 an de, dîsa bi xwe bersîva wan pirsên xwe dide:.Laşê te mîna diwarekî seyandî bi keviran hatibû dorpêçkirin û laşê te mîna cehê ku bikeve ber devê çekçeqoka aş hatibû pelixandin… Heman rûpel, paragrafa duyem: Kirîvê Saliho ma kes heye ku para xwe ji wê elbê nehilgirtibe? Kirîvê Salih, ne Saliho ye, denglêkirin şaşe. Ji elbê tê hilçinandin ne tê hilgirtin.

Di rûpelê 47 an de, nivîskarê bi vegotina xwe, agirekî gurr di dilê Salih de dadide, lê piştî çend kêliyan, Salih derewa vebêj eşkere dike. Di rûpelê 48 an, rêzika 5 an de dibêje: Ey roj zû derkeve dilê min î mîna ava Çiyayê Qereşê cemidî germ bike û qeşaya dilê min bihelîne.

Rûpel 51, rêzika 9 an: Qoro yê çerçî, ji Salih re dibêje. Binêre Sitiyê jî bêriya te kiriye. Sitiya me ya ku miribû -pardon jiyana xwe ji dest dabû- waye xuliqî ye. Nivîskarê xwe ji bîr kiriye. Di rûpelê 68 an de, xelkê gundê Torê, tev çûne serxweşiya kera Pêrûza Dêwanî, ev jî sosreteke nedîtî ye. Gundî û serekeşîr ewqas jî exmeq in qey?

Rûpel 52,  rêza yekem: Xanima min, Salihê Rehîma serê kera min şikand û kengê ez bêm gund zarokên gund teva tomar dike û ji min re dibêjin Qoro! Qoro! Qoro!.. Maşalleh kurdan dest bi tomarkirina zarokan jî kirine. Êdî em ji xwe re li ber qompîtur’an rûnin û zarokan tomar bikin, dinyayê tev de bikin Kurd û Kurdîstanî. TOMAR: Qeydkirin. Di vê  navberê de, Sitiya me gihîşt xwe û bû ker, bi destê xwediyê xwe.

Rûpel 62, rêzika yekem: Xwişkeke wî li gundê Bamizrût zewicibû. Her ku diçû serek dida xwîşka xwe bê mala Pêrûza Dêwanî venedigeriya. Niviskar, navê gundan tevlihev kiriye.  Pêrûza Dêwanî, li gundê Dêwan rûdine. Lê xwîşka mêvanê me, li gundê Bamizrût’ê li mêr e. Çawa dibe, mêvanê me bê yî ku gundan biguhere, ji malekê diçe mala din!

Rûpel 88, paragrafa dawî rêzika duyem: Salih ji deya xwe ya ku ketibû ser kalaxê qumaşekî hîzar û nexş çêdikirin re got. Kelax; ji bo sewala ku ji ber nexweşiyê zeyif ketî bû ye hestî û çerm têgotin.

Encam: Zimanê nivîkar, sade û hêrikbar e; bi biwêjan têr û tije ye. Xwezî zimanê çîrokbêj -ango vebêj- ji zimanê qereqteran cûdatir û bêhtir hûnandî bûya. Zimanê dîwan û civata gundan, qels dimîne gelek caran. Carna di civatên gundan de zimanek ewqas bilind û hûnandî  tê bikaranin, ez bawerim hê gelek niviskarên me xwe negihîştine wê radeyê. Gundî, tev de nezan û neyarên hev in di romanê de; heta melayên wan jî nezan in. Nivîskar hewil dide ku nûjeniya serokeşira jin şanî me bide -ango ji mêrên dilhişk û gawir, veqetîne-. Serokeşîra me, heta bi kullekên gundiyan re mijûl e. Lê dema dor tê keça wê, ji bo zewacê, hîç hewce nabîne ku ji keça xwe bipirse, bê ka dixwazî bizewicî an na. Nivîskar, serokeşîrê dişibîne hîvê, wê sersariya wê ya heyatî, jê re dike qisûrek biçûk û ew qisûr jî, dibe sedemê xwexendiqandina keça wê, Wesna yê; ji ber wê êşa trajedik, Pêrûza dêwanî, 7 salan bawî dimîne -nikare ji erdê rabe- heta dimire. Em di pirtûkê de pê dihesin ku serokeşîra nûjen, berdilkê (hê qîz e) xwe yê Ermen, ji ber dexesî û nezaniya eşîretan, bi awayekî trajîk wenda dike; bê yî ku bigihîjin hev. Dûrre mêrê xwe Eliyê Mûsa, -stûna eşîra Dêwan-  bi gulleyeke ku kes nizane ji ku hatiye, wenda dike. Ango Pêrûza Dêwanî, bi êşa dil hatiye sotin; lê ew keçika ji berdilkê wê jê re emanet maye, hîç ne li ser bala wê ye. Serokeşîra me, daw û dozan digerîne; çi li kê, di kîjan gundî de qewimî, xwe diavêjin ber derê wê. Ewqas demoqrat e ku keçên xwe dide mêrên xizan. Keç û xortên hevdu direvînin xwe diavêjin bextê wê. Lê çavên wê keça wê (ya bi qewlê nivîskar heft roj û heft şevan digrî çav li xwe dike  tasa xwînê) nabîne. Di daweta qîza xwe de, serê kêliyê kincan diguhere, ji kêfan nizane bê çi bike; lê nayê heşê wê ku dîsa ji qîza xwe bipirse. Li gor min valahiyeke berbiçav jî ev e, ku hîç nivîskar lê hay nebûye; Marogê ku Salih ji mirinê xelas kiriye, bi mehan di mala xwe de tedawî dike, lê roja Salih êdî dixwaze berê xwe bide Wensa ya berdilê xwe û gundê xwe,  wî bi tena serê xwe dike rê û dişîne mala wî; bi wî halê kulek. Ma kê bihîstiye mirov mêvanê xwe yê ji mirinê filitî û hê baş nikare bimeşe, bi tena serê xwe, bi peyatî  bike rê! Tew neyarekî wî jî hebe. Hîç behsa malbata Emero nayê kirin; bav û diya wî kîne, çawa ne! Kê Wensa ji Emero re xwest û bi çi halî xwest? Wensa ya di şeva deweta xwe de digirî û dilorîne, gelo çima qet li ber xwe neda, hîç ji wê zewacê re deng nekir? Ev jî kêmasiyeke li gor min. Niha hinek ji we wê bêjin, ê bavê mino, te jî wek dozgerê tirk qelem girtiye destê xwe û bi nava rûpelan ketiyî. Li gor min êdî dem hatiye em xwînêrên kurmancî serê pênûsên xwe tûj bikin û kêmasî, an başiyên berheman binivîsînin. Ev êdî deynê me xwînêran e; em mejbûr in ku binivîsînin,da ku nivîskarên me jî roj bi roj asoyê zimanê me bibiriqînin.Kêmasî, an jî şaşiyên (li gor min) min li jor destnîşan kirin, kêmasiyên ciddî ne ji bo edebiyata me. Xwezî berî ku pirtûk derbiçûya, nivîskar bixwe çend caran di ber çavan re derbas bikira, an jî berhema xwe ji çend nivîskaran re bişanda, da ku ew kêmasiyên serrastkirina wan mumkûn bûn, serrast bikirana û me jî çêj’ek ji pirtûkê bistenda. Kêmasiyeke duyem jî, a weşanxanê ye. Gelo hîç ji bo redakteyê di ber çavan re derbas nekirin. Hîç li nivîskar venegeriyan, negotin di van deran de kêmasî û qelsî hene? Ma em ne di serdema teknolojik de dijîn? Ma xwe gîhandina nivîskar û weşanxaneyê ewqas zehmet e gelo? Hîç behsa rastnivîsê nakim; ew jî mijareke din e.
Bi hêviya berhemên nû.


Nîşe ev nivis 16.02. 2012 de di malpera diyarname weşiyaye

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove