3 Aralık 2016 Cumartesi

SİYABEND Û XECÊ

Dilşêr Bêwar

                  ROMAN-ÇÎROK A DI BIN BASKÊ WEZÎFEDARIYÊ DE FETISÎ

Di berê de ji xwendina romanên tarîxî û mîtolojîk hezdikim. Dema çavê min bi pirtûka Ronî War a bi navê “Siyabend û Xecê” ket min got ez ê îja te’amekê jê bistînim. Lê xweziya min di paragrafa ewil de li ser boçika xwe qutifî.
Diya re nivîskar mirovekî zorbihîtiyar e. Qey tu divê aşît rabûye, mîrateya kurdî daye ber pêlên xwe yên gawir; û nivîskêr ji bi dilşewatî xwe avêtiye avê, bermahî ji nava lepê ava şêt xelas kiriye, bi lez û bez li ser kaxetê raxistiye. Nivîskêr, raste rast çîroka “Siyabend û Xecê” vegotiye.  Ez ê bi kurtî roman- çîrok-ê vebêjim û piştre berê xwe bidim dilê pirtûkê, nakokiyên di pirtûkê de vebêjim û dawî li nivîsa xwe bînim.
     Siyabend û Xecê: Piştî bavê Siyabend dimire Siyabend sêwî dimine li ber destê ap û amojinê. Ap û amojin zilmê lê  dikin û Siyabendê sêwî dibe qesas û rêbirekî dera hanê;  serî radike çi namîne tîne serê ap û amojin û gundiyan. Pişt re bi rêya xewan, destbirakê xwe Qeregêtranê salê, dinase. Qeregêtranê salê û Siyabend dikevin pê felekê; felekê, di dilqê jinekê de dibînin û hesab jê dipirsin. Piştre ji çiyê dadkevin, Xecê li nava kon dibînin û wê ji Siyabend re direvinin çiye. Di heman rojê de Siyabend  dest û lingê Qeregêtranê salê li qeydê dixe û ji bo bûkaniya Xecê berê xwe dide bajêr. Bira û pismamê Xecê tên Qeregêtranê me dikujin û Xecê dibin. Siyabend bê ku bûkaniyê bistîne ji bajêr bi lez û bez tê ser cendekê destbirakê xwe; piştre bira û pismamê Xecê tevan dikuje û Xecê ji xwe re tîne. Bûyera revandinê,  kuştin û mirina  Siyabend û Xwekuştina Xecê,  di nava 24 seatan de pêktên.
NAKOKIYÊN DI PIRTÛKÊ DE RÛDANE.
Vebêj heta dawiya pirtûkê nivîskar e. Rûp,10: Bi hêviya ku belkî xêra wî qebûl bibe, heta jê dihat xêr dikir û bi baweriya ku xwedê delîlê heyiriyan e, xwe ji xwedê nedikir!  Niviskêr, bi devê Qasimê bavê Siyabend, ruşwetê dide xweda. Ka em binêrin, bê çawa gazin û lomeyan dike ji xweda. Rûp,11: Te ez li vê dinyayê xuluqandim. Te malê dinyayê, xweşî û rehetî daye min, şikir ji dana te re û mala te ava be, lê te zarok neda min!  Rûp, 13: Rahîşt misînê xwe û berê xwe da derve. Ewil destmêja xwe şikand dû re hat destmêja xwe nûh kir û vegeriya  hundur malê. Diyar e ku nivîskêr tu carî limêj nekiriye - haya wî ji bayê felekê nine. Dema mirov ket xew êdî haya wî jê nîne; ango bêdestmêj e. Destmêja ku hatiye şikandin carek din çawa tê şikandin?
Rûp, 14: Xwedayê ku erd û ezman xuluqandiye hema wê gavê duayê Qasim (binêrin duayên ruşwetkaran çi zû qebûl dibe) di cîh de qebul kir. Piştî wê sibehê bi deh pozdeh rojan pîreka Qasim xebera xêrê gihand wî. Jina wî bi himil bû, Xwedan li wan hatibû rehmê!  Di vê serdema postmodern de, zanistî hatiyê wê radeyê ku kêm maye însanan bixuliqîne; lê heta 20-30 roj di ser bêdestnimêjiya jinê re nebore nikare himilbûnê tesdîq bike; bes nivîskarê me di pozdeh rojan de garantiyê ji xweda digre.
Rûp, 14: Paragrafa sêyem: Di ser wê rojê re neh meh , neh roj û neh saetê jina wî qediyan. Gava ku roja wê hat Xwedê ewladekî nêr da jina Qasim.
Gelo di kurdî de qey peyv nemane, ku nivîskar ji bo zarokê “kur”peyva “nêr” bi kar tîne? Qasî ez dizanim kurd dibêjin law, kur jê re bû hwd.
  Ka em binêrin nivîskar şanoyeke çawa li dar dixe: Rûp, 27: Siyabend got:  Amojinê, apê min ez şandim malê! Got Min li çolê bêhnek serê xwe avêtibû xewê! Xoce Xizir hat xewna min! Ji min re got mewlûdek te heye…  pişti çend rêzikan. Siyabendo , de rabe bilezine berê xwe bide malê. Here gayê sor bigre û bibe malê, tu û amojina xwe gayê sor serjê bikin, bikin mewlûd û bidin xêra dê û bavê min, ez ê jî biskek din bêm…
Siyabend gayê sor  yê cot, ku li ber dilê  apî wî pir şîrîn bû, anî hewşê  û çû çend kesên mîna xwe dît. Ji bona ku gayê sor serjê bikin ew bi xwe re anîn hewşê. (Siyabend zarok e, li ber destê ap û amojê ye û zarokên wek xwe tîne û ga serjê dike.  Hewildide heyfê hilîne. Em berdewam bikin)  Rûp, 28:  Siyabend, Xwedê mala te û apê xera bike, ma ka em li ser kîjan agirî vê mewlûda hanê çêbikin.  Siyabend lê vegerand û got: Tew min ji bîr kiribû! Apê min gotibû xanîkê  pêşiya malê xerab bikin….. Qey tu di divê nivîskar li berriya Mêrdinê di bin konê reş de rûniştiye, ji cemaetê re çîrokan vedibêje. Hîç nayê bîrê ku romannûsî ne karê henekan e. Ma ev hevokên li jor dikeve serê zarokekî/ê? Em bên amojin ehmeq bû (di romanê de agir jê dibare),  mal li xwe miratkir bi destê Siyabend; îja qey misilmanek di wî gundî de nîn bû? Ma çawa ew xwarin (piştî ku xanî hat xwarê), di qirika şêniyên gund de çû? Erê, ve şano- senaryoya nivîskêr, tenê ji bo çîrokên zarokan dibe. 15 sal berê, dema min dibistana navîn li navçeyê dixwend, min ev şano-çîrok bi heman halî ji devê hevalekî xwe bihîstibû; hê jî, her ku tê bîra min ji xwe re dibişirim. Navê wê çîrokê jî “cil bi gû” bû. Ew jî wek Siyabend sêwî yê li berdestê ap û amojê bû.
Encam: Pirtûk, hê gelek nakokî di dilê xwe yê bi şewqet de dihebîne. Min ji bilî çîrokek bêtaqet tiştekî din nedît, di nava rûpelan de.
Nişe: diroka weşanê ne diyare.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove