3 Aralık 2016 Cumartesi

Tesaduf-Rasthatinî "Marîa Melekek bû"

Maria Melekek bû: Firat Cewerî & Zahir: Paulo Coelho

 Kuliyên berfê bi bê re dirreqisîn li kûçe û kolanên Stenbolê. Pile pila tv yan bû. Agahî li ser agahiyê belav dikirin: Wê berfek ezamet bibare û çend rojan heyatê li Stenboliyan bike jehr. Min berê xwe da pirtûkxaneya dewletê. Şans kompîtorên pirtûkxaneyê têk çûbûn.

Min ê di nava bi hezaran pirtûkan de ji xwe re pirtûk hilbijarta. Piştî lêgerinek dûdirêj min du pirtûkên rexneyê hilbijartin û çavê xwe ji bo romanekê li refên pirtûkan gerand. Navê Paulo Coelho bi heft dilan ez vexwendim cem xwe. Di nava pirtûkên Coelho de min romana wî a bi navê “Zahir” hilbijart û piştî qeyidkirina pirtûkan ling kir qurban û berî da mal. Bi xwendina romanê re hestek ecêb ez girtim nava pêlên xwe wek ku min berê ev pirtûk xwendibe. Û min li facebookê ev nîşe belav kir:
“Niha pirtûka Paulo Celho a bi navê ‘Zahir’ dixwînim. Ger min hiş neçelqandibe ne bawerim berî niha min ev pirtûk xwendibe. Hevok, dîmen û sahne bi min xerîb nayên û dikim nakim nayê bîra min ku min li ku xwendine…”
Bi rasthatina navê Maria re cinên min li alarm û defa hewarê a bîranînan dan. Min berî da nava pirtûkên xwe û “Maria Melekek bû” li ber xwe raxist (du sal berê min ev roman xwendibû).  Bi çavgerînek sivik re xumamî û tariya di hişê min de ronî bû. Min xwendina romanê domand û her nîşe wergirt. Piştî romana bi navê Zahir qediya 7 xalên hevbeş yên herdu romanên ku behsa wan dikim derketin holê.  Pirtûka Paulo Coelho “Zahir” di 2005an de derçûye. “Maria Melekek bû” di 2013an de. Mijarên romanan cuda ne; lê 7 xal qey tu dibê felqeyên heman sêvê ne. Tişta ku ez ê niha bi we re parvebikim ne hevrûkirina herdu pirtûkane û ne ji îspatkirin û îdîa ye, ku Firat Cewerî romana xwe ji hin qewimînên di romana Paulo de rû didin daraştiye.    
Gelo hevbeşiya van heft xalan birra tesaduf e? Gelo ev her heft xal ji nava romanê werin rakirin wê tu hal di romanê de bimîne? Ne bawer im.
     Li vir pirs xwe didin der: Gelo Firat Cewerî romanaa xwe li ber romana Paulo Coelho nivîsî ye? Heke ne wilo be, gelo mumkûn e ku evqas xalên du romanan bişibin hev?
Kerem kin!  PAULO COELHO: ZAHİR
 1. Nivîskar ji ber wendabûyina jina xwe ketiye ber lêpirsîna polêsan. 2. Navê qereqterek jin Marie ye.  3. Qereqtera bi navê Marie, heval, dostik welew metresa nivîskêr e. 4. Qereqter romannûs e. 5. Xaça Îsa: Qereqter xaça Îsa wek alavekî êşkenceyê bi nav dike û rexne li civakê digre; ji ber ku wek qolye û wenê û hwd tê bikaranîn. 6. Nivîskar (qereqter) ji bo bikaribe pirtûka xwe binivîsîne bi zora jina xwe malê diterikîne û piştî geryanek dûvedirêj li Spanyayê dest bi nûsîna romana xwe dike. 7. Nivîskar (qereqter) her li dû şopa jina xwe ye û xwîner li dû xwe dikişkişîne.  ***

FIRAT CEWERÎ MARÎA MELEKEK BÛ
 1. Qereqtera bi navê Marîa tê kuştin, nivîskar dikeve ber lêpirsînê. 2.Navê qereqtera sereke Maria ye. 3. Qereqtera bi navê Marîa penaber e. Nivîskar tercûmaniya wê kiriye; bi bihurîna demê re “dostanî”yek di navbera wan de çêdibe. 4.Nivîskar (qereqter) romanûs e, di pirtûka xwe de. 5.Xaça Îsa: Xaçek zêrrîn e li ser sînga Marîa’yê; wexta çavên nivîskêr li xaça zêrrîn dialiqin Marîa sînga xwe ya tazî dinixumîne û xaça Îsa dikeve nava memikên wê. 6. Nivîskar (qereqter) ji bo romana xwe binivîsîne mala xwe dîterikîne û li havîngehekê dest bi nûsîna romana xwe dike. 7. Nivîskar xwendevanan her li dû şopa kuştin û veşartina termê Maria yê digerîne.
Nîşe: Ev nivîs di kovara bi navê "Heterotopîa" hejmara sêyemin de derketiye.

Dilşêr bêwar

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove