î
Bêhna biharê bi derengî be jî bi ser me ketiye. Dora biraştina goşt vê hefteyê li ser Kevçiyê Neşûştî ye. Kevçiyê Neşûştî li çengeyê înşaatê ye ku tav li ser e, çar tuxle du du danî rex hev û darên ku berê şikandiye bi dûzen di nava wan de danî. Hinek tîner reşan ser daran, hesteyê xwe bi tevger kir. Bi bilindbûna alava agir re ji karê kirî qayil du sê gav ji agir dûr ket. Şewqeyê xwe danî ser mermerê pacê, rahişt têlefona xwe ya ku danîbû ser mermer, bi rêya kameraya têlefonê şikil da tûncika xwe, cixareya di nava lêvan de boçika xwe telsîmî didana kir, pîştî têr kêfa xwe ji xwe hilanî têlefon danî ciyê cî. Rahîşt poşeta komirê li ser dara danî.
Dema hilbûna dû xilas bû mermerê ku berê şûştibû li ser tuxleyan bi cî kir. Rahişt bacanên sor û pîvazên çend deqe berê min şûştibûn di ser rojnameya ku li ser maseyê hatibû raxistin gir gir hûr kir. Şeş piyaleyên mezîn li gor kursiyan rêz kir. Çû ji sarincê şûşeya şelxemê, dew û kolayê anî da ser maseyê. Goştê ji hêt û baskên mirîşkên zîretê pêk hatî li ser mermer sorkirî raxist. Çîzîn û qijeqij ji goşt û mermer bilind bû. Herçar hevalên mayî bi bilindbûn bêhna goşt re piştî xwe ji gemariya satenê şûştin bi galegal berî dan maseyê.
Tavê hilm û gulm bi ser axê xistiye. Navroj hatiye xwarin, cixare hatine pêxistin, şûşeyên çay dagirtîne, Tîktokçî li ekranê têlefonê vegeriyane.
Reso:
-Miheme te oya xwe da kî?
- Wele min da Reîs
- Ê te gûkî rind xwar.
- Kereker qise neke law. Reîs neba niha Tirka nîhabû me.
- Bi wî serê te ê kundir bikim qasî Reîsê te zirar daye me kesî ta niha kesî nedaye me.
- Xwe ji xwedê neke law çi zirara Reîs gîhîştîye me? Heta do kurmancî yasax bû. Em ji tirsan neweribûn biçûna cîkî.
- Derewan neke Ozal yasax rakir.
- Derew karê te ne oxlim. Mîna a niha tê bîra min di "doqsan durtê" da diya min nexweşbû me ji ber ku bi tirkî nizanîbû diya min nedibir ser doxtor. Ma a niha were ye? Wexta kesek bi tirkî nizanibe hema gazî tercûman dikin.
- Tişkî wer tune, derewan neke.
- Law were em bi hev re herin xestixaneya ... bi çavê serê xwe bibîne. Reîs meytewên kurmancî vekirin. Ne tenê îlkoxul heta Unîversîtejî vekir. Lê kes neçû loma Unîversîteya Artuxluyê qapamîş bû.
- Sergolik tu yanliş dizanî. Tişta tu dibêjî sêçmelî ders e, Artuxlî jî li waye li cîhê xwe. Ne ku kes nare oretmen tune ne oretmen. Mezelên me... cinazeyên me...
- Kurçîtîyê neke oxlim.
- Kurtçîtî çi ye .
- Irqçitî ye.
-....
-... Baranê Tîktokçî li Mihemed vegeriy bi tinaz: Wey min hêlik xwaro. Ka xêrka miriyê xwe ji me re jî bibêje tu van tiştên xweş ji ku elîmî? Berî Miheme bikelîme Ridvan go: A Haber.
Tîqînî bi masê ket.
Kevçiyê Neşûştiyê ku ji hersa dev li lêvên xwe kiribû, bi diêjkirina cixareya ku min ji bo wî vêxistî re, hinek bi ser xwe hat, lê hê jî perikên çavên wî mîna ava ku bayê rûyê wê di alisî, diricifîn. Berê xwe da Reso go:
- Ne min sedcarî ji te re go bi van dewaran re tartirmîş nebe. Ma tu nizanî deftera bênamûsan nayê xwendîn.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove