Berî rocî li me bibe mêvan, çextê dilê min bixwesta ez ji xwe re diketim xewê û şiyar dibûm. Bi hatina rociyê ra pergala min a têra xwe tiral xeratir bû. Heta destê sibê êdî bi pera jî be xew bi çavê min nakeve. Roya min bi bedeneke qerimî û bêxew dest pê dike...
Min fitara xwe vekir û li ber semawerê rûniştim. Îskan li ser îskanê çayê diqulipînim. Heqê we heye hûn bibêjin ji me re çi tu çi dikî, kerem ke kula xwe birêje. A baş ew e ez bibêjim ev der dengê Dilo ye. Diloyê ciya xwe xeber dide.
Berî şevek du şevan Sevîlay İşikê twîtek li twitterê belav kir:
"Niha di nava kilamên Şakiro da li "ku" yê digerim. Kilama sisêyan e guhdar dikim, hîn rast lê nehatim."
Gengeşiyên bi vî rengî zûde ye hene. Hin kes dibêjin di zimanê kurdî de “ku” tune ne. Hin derdor dibêjin kurdan ji firansizan girtiye. Hin dibêjin Celadet Alî Bedirxan bi nivisê re "ku" kiriye bela serê kurdan. Hin dibêjin di çanda devkî de tune. Hela hela di devoka Serhedê û dengbêjiyê qet tune. Nûdem Hezex hewil da romanek bê ku binivîsîne. Nivîsî jî, lê li du ciyan wî jî ku şixulandiye û kumik daye ser, ango ku bûye "kû".
Min jî mîna wan kesên ku bêyî lêbikolin ji xwe razî ne, ev hevok li binê twita Sevîlayê nivisî:
"boş û beleş megere, belkî yek an dudan de hebe ew jî kijane niza’m. Rojek rast hatim ez ê xeberê bidim te. "
Min pişt re cila ezberan ji ser xwe havêt. Lê pirs hê jî bê bersiv bû…
Destê sibê berî çavan bidim ser hev, min "ANTOLOJIYA DENGBÊJAN 2, DENGBÊJ ŞAKIRO" ji binê balgîfa ber serê xwe deranî û rastgele rûpelek vekir. Bilez min çav li rûpêlê gerand. Dîtina ku min dît "ku"yekê cî li xwe xweş kiriye. West û bêxewî revarev revîn. Min qelem girt dest û rûpel li pey hev çerixandin heta gihîştim navê kilam/destanê. Navê kilam/destana me "KEJA MÎRÊ PALO Û SALIHÊ KURÊ MÎRÊ BERÊZ" e. Kilam/destan 27 rûpel e. Di ANTOLOJÎyê de kilama herî dirêj e ya Şakiro dikakîne ev kilam e. Min di nava kilam/destanê da 35 “ku” jimartin. Bawer im ev tekane kilam e ku Şakiro “ku” yan dişuxulîne. Şakiro kêm zêde hevokên bi heman rengî bê “ku” gelek xebitandiye. Gelo ev “ku” wê bikaribin bibin bersiv bo Sevîlayê û kesên din, niza’m.
Çend mînak ji “ku” yan:
"Dema ku peya dike dilezîne. Pîrê dema ku ji malê derdikeve. Dema ku vê sibengê çavê cariya li rê dimîne. Eger ku mêrkî çê ye bira bi xwe were."
ANTOLOJIYA DENGBÊJAN bi keda Omer Guneş û Îbrahim Şahin îro li ber destê me ye. Bi rêya facebookê min xwe gihand Îbrahim û mala wî hezar carî ava ku kilam/destan bi awayê deng ji min re şandin. Piştî çil salî guhdarkirina vê kilamê bû nesîbê min mala Xwedê û Îbrahim ava. Hêvîdar im em ê di demek kin de bikaribin li ser platformên dijîtal xwe bigihînin vê kilamê û yên din jî...
Bawer im min îcar çend dîlim ji Şîraniya "Rewanî"yê heq kir. Heta "xeber”ek din biminin di nava xweşiyê da.
Antolojiya Dengbêjan a ku Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn amade kiriye ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Nîşe: Ev nivîs berê di diyarname. com ê da weşiyaye
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove