Qasî tirkiya Pervîn Buldanê ya li ser yadnameya mezelê Mam Celal Talabanî hatiye nivîsîn îro ji xwe dilgiran im. Bi wê dilgiraniyê ji mal derdikevim. Kûçe û kolan bêdeng in. Xişte xişta ji bin solan dipengize min û kuçeyan aciz dikin. Ji bo hevdîtînê berî didim kafeya ku ez û Neco emê li hev rûnin. Muzîka ji hoperloyên kafeyê bilind dibe jî nabe hogir. Şûşeya çaya xwe bi acizî tev didim. Xwe bi xwe dibêm:
- Baqil be dilo ne wexta aciziyê ye.
Ji nişka ve şanoger Erdal Kaya û karektera wî ya bi navê Şewqiya dikeve bîra min. Bi hîqîneke ne zêde bideng dibêm:
- Xwe aciz ke dilo.
Hê kenê mi li ser rûyê min e Neco bi bişirîn dikeve hundir...
Sohbeta me ya ji aş û baş, tehliya qehwê û şîrîniya şîraniyê dibe melhem û li rihê min digere. Fîte fît bi têlefona Neco dikeve. Ez jî bo agir bi cixareyek bixim derdikevim derve... Dema vedigerim li cîhê xwe rûdinim Neco serî ji ser têlefonê bilind dike û dibêje:
- Bibore min xwe ji bîr kiriye li partiyê cîvin heye.
- Civîna çi ye?
- Ji bo Roja Zimanê Zikmakî civîneke tê li darxistin.
- Kengê ye?
- Hema deh deqe maye destpêbike. Ji haziran ne çêtir bin mêvan jî hene. Loma teqez divê ez herim.
- Temam tu here, ezê li vir li benda te bim.
- Rabe em pevre biçin...
- Wele nayêm. Min deh salan nigê xwe neavêtiye şêmûga partiye. Bibore ez lê li vir rehet im...
Axir Neco bû xo û bi canê min ket. Ji neçarî min pê re berê xwe da cihê wê civîn li dar bikeve. Salon hema bibêje tije bû. Me jî xwe li du kursiyê dawî pehn kir... Sê kes jê yek jin berê xwe dan maseya li pêşberî me. Hevseroka navçeyê bi kurtebirî mêvan bi me dan nasîn. Berê mîkrofonê dan kesa jin. Xanimê bi du sê caran tikandina tiliyan re mîkrofon cêriband. Hêdî hêzî ser xwe kir.
"Hewalno her yil anadil onurumuzdur şiari ile başlatigimiz kampanya dolayisi ile......."* qasî deh deqe bû diaxifî. Bi gotina "buyur hewal re"** Dîtina min dî deng bi Neco ket. Go:
- "Bi vê qûşê emê tu carî negîhijîn mûşê" Û spas.
Bi gotina spas re pirqînî bi civatê ket. Neco meşiya. Ji mêrên li dîwanê yekî go:
- "Heval toplantimiz devam ediyor lutfen yerinize oturunuz. Ve uslubumuza dikat edelim"*** Neco li cihê xwe vegeriya. Xanimê qasî çend deqeyên din axaftina xwe domand li cihê xwe rûnişt. Mêvanên din dest bi axatinan kirin. Mêşê xwe bi şaşî li eniya xanimê daniya wê ji tirsa awirên wê mêş veguheriya droneke nûklerî a kamîkazeyî û di me de biteqiya. Bi gotina spas a mêvanê dawî re serokê navçeyê go: "Arkadaşlar lutfen biraz daha uslubumuza dikat edelim..... ve Necdet arkadaştan da kendi kendine saglikli bir ozeleştiri yapasini diliyoruz."****
Neco rabû ser xwe û go:
- Ji bo aciziya heyî lêborîna xwe ji herkesî dixwazim. Divê tiştek eşkere bikim. Min mafê axaftinê nexwest. Di paş stûyê min de îro çend roye pizikek peyda bûye. Ji ber xurê eman min ji ber tune. Herhal wexta min xwest paş stuyê xwe bi xurînim hevalê destê min li hewa dî ye loma deng li min kir. Û ji neçarî û qehran min ev bersiv da. Diviya min ev şaşî nekira û gotina xwe bihişta dawiya civînê. Ez bawerim li vir ji sedî 99’ê beşdaran kurd in û civîn li ser ziman û asîmlasyonê ye. Lê civîn bi zimanê ku me asîmîle dike wekî her carê geriya. Peyva hewal û heval qasî erd û ezman ji hev dûr in. Û bila ji kerema xwe re hevalên li dîwanê jî baldar bin. Spas.
***
*Her sal, bi şîara zimanê me yê zikmakî rûmeta me ye me kampanyaya daye dest pêk kirin...
** Kerem bike heval
***Heval civîna me didome, ji kerema xwe re li cihê xwe rûnin. Û hay ji şêwaza xwe hebin.
**** Heval ji kerema xwe re hinek din hay ji şêwaza xwe hebin... û em hêvî dikin heval Necdet xwe bi xwe xwerexneyî bide
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove