9 Mart 2025 Pazar

Pizika Neco

 Bi çavên xewar dibêm:

-Elo
-Kuro tu çima li têlefona xwe mêze nakî?
-Hê qijikê gûyê xwe nexwariye te xêr e?
-Ax ji derdê vî hişê we yê bi tirkî.
- Ha temam. Hê mirişkê pozê xwe li sila gû nexistiye. Dilê te rehet bû mêro?
-Kuro ew çi nivîs e te nivîsî ye?
-Kîjan nivîs?


-Hewal û Heval
-Êê
-Ê û kul û jan. Do Cemîlo têlefonî min kir. Go: ya tu tê ez wê pizika te diperçîqînim an jî ezê nivîseke li ser pizika te biweşînim.
-Tir li ku das li ku.? Kuro te dîsa esrar kişandiye? Îja çi eleqeya gotina Cemîlo û nivîsa min bi hev heye? 
-Na bi Xwedê du sal in min cixare jî nedaye ser lêva xwe. Binêr ferqa di navbera Neco û Reco de hew tîpeke li hev piçikyayî ye.
-Çi ye çi ye?
-Tîpeke li hev piçikiyayî.
-Bi serkê xwe û yê te yê gurî bikim min bi gotina te re ferq kir ku ferqa Neco û Reco hew tîpek e. 
- Erê bavê min erê. Birêse....
- Temam dizanim tu henekçî yî. Lê bes! Heqet te xêr e vê serê sibê?
- Wele henekan nakim. 
-Tobe yarebî tobe. Kuro me ji kengê ve rû bi rû hevnediye?
-Hema bibêje salek e.
-Baş e. Ji kengê ve dengê me bi serhev neketiye?
-Herhal çar pênc meh heye.
-Ji bilî Cemîlo çend hevalên me yên hevpar hene?
- Qasî tê bêra min tune ne.

- Tu xweş dibêjî lê napije... 
- Te go Cemîlo kengê têlefonî min kiriye? 
-Do êvarê.
-Mêro nivîs pêr weşiyaye pêr. Wele rinde êdî wexta me nivîsek nivîsî, emê berî weşanê ji hemî kurdan re bişînin ka serboriya nivîsê di ser wan re boriye an na. 
-Bibore, herhal hiş bi min dilîze. 
-Îja meseleya te û pizikê çi ye?
-Kuleke ji zarokatiyê maye. Wexta nû simbêlên min xû dabûn ser û çavê min di nav pizikan de mabûn. Xistik lêneketa metka min çiqas çav bi min dike bi darê zorê pizikên li ser rûyê min diperçiqandin. Niha wexta peyva pizikê dibîhîzim xur bi canê min dikeve. Di do êvar de min xwe peritandiye.
-Derbasî be.
-Wele derbas nabe. Heqet Cemîl...
-Ez çi zanim te ji wî bipirsiya.
-Yaw çer go pizik agir bi canê min ket. Êdî nema ziman li min geriya...
-Ê mêrik qeztecî ye... Tu jî dizanî îstihbaratên wan qewî ne. Ma nabe henek bi te kiribe? Gelo nabe berê te serboriya xwe jê re gotibe? Bi hirehir dibê:
- Ez di hişê xwe nim. Çi kiro mi bi xwe kiro... Sala par min jê re behs kiribû.
-Baş e. Dilê te rehet bû?
-Qurban qisûra min bigre bin lingê xwe.
- Te di qîsûrê nihayo.Tu niha li ku yî?
-Li mal im.
-Tu musaîdî ne? 
-Erê musaîdim. Tik û tenê me.
-Hemî te di nav xewa min de rî. Çayek bide ser ez heta nîv seatek têm, em taştê bihev re bixwin.
-Temam. Ezê kêfxweşbim. Tu rêya malê dizanî?
-Erê lê tu dîsa jî qonimê bişîne. Ji bilî çay tiştek hazir neke... 
-  Ax... qonim çi ye? Derewa ye derewa. Wa min şand.

Bi vekirina derî re Cemîlo û Mesûd Qeya ketin milê wî, ez ji bi mûçingê ketim ser pizikê... bi qajîna Eco re qilî ser xwe bûm, xew e.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove