Dilşêr Bêwar
Romana Eyup Kiran a bi navê “Dewrêşê Evdî & Kulîlka Bilbizêk û Rîm” bi zimanekî sade, ku bi gotinên pêşiyan xemilî, giran giran diherike. Nivîskêr, ji bo hîn peyvên kêm tên zanîn ferhengek biçûk di rûpelên dawî de bi cih kiriye – ev yek jî barê xwînêr sivik dike. Vebêjê vê romanê, welew destanê nivîskar e.
Nivîskar dest nedaye movikên esasî yên destanê. Wek em ji pêşgotina dûv û dirêj fêm dikin, ku nivîskêr kedek xweş daye pirtûka xwe. Nivîskar, bê ku zêde bikeve dû wê eşqa trajîk û dramayekê li dar bixe, berê xwe daye rewşa welêt a wê demê. Çanda koçerî, siyasî û erdnigari xweş li ber çavan radixe. Nivîskar, weke moriyekî, hêdî hêdî di nav çêre û kulilkên welêt de rêveçûye û çavdêriyên xwe bi me re parve kiriye. Mere dema vê pirtûkê dixwîne gazinca Ehmedê Xanê tê bîra meriv. Sedemên bêwariya me, wek sûreke sar a serhedê ser û çavê me dihêrrişîne. Meriv dikare di derbarê dîmena giştî de (çi erênî, çi neyênî), gelek tiştan bibêje. Em vêga wêneyê giştî bidin aliyeî û berê xwe bidin hin kêmasiyên ku di nava pirtûkê de rûdane.
Dubare=1:
Rûpel=16: Wexta li Guhera Mandelê datanîn, di hundirê kon de du bîr dihatin kolan, yek li hêla odeyê, yek li hêla malê, her du bîr jî avên wan mîna cemedê bûn. Rûpel=91: Ebra paşayê Milan hersal li guhera mandelê datanî… Havînê di bin kon de,yek li hêla malê, yek li hêla odeyê du bîr vedidan. Ava wan bîran mîna cemedê bû.
Dubare=2
Rûpel=73: Temrî paşa biryar dabû Wêranşarê bi navend bike û kela kevin nû dikir. Ji bo xwe jî cihê qesrek nîşan dikir. Hosta Yanê ji Siwêrekê, Hosta Agop ji Diyarbekirê hatibûn. Lêkirina kelê dest pê kiribû….
Rûpel=176: Paşa yê Milan Wêranşar ji xwe re kiribû naved. Li Wêranşarê xirbeyê keleyek kevin hebû, Paşa nû vekir. Ji xwe re qesrek çêkir….
Rûpel=281: Wêranşar abad kir û kir paytexta xwe. Ji bajarên mezin gelek hosta û hunermend anîn. Xirbeyê kelê rakir ser lingan û ji xwe re kir hesar, diwarê wê nûve kirin û bilind kirin. Di nav de ji malbata xwe re qesrek çêkir.
Xwe ji bîr kirin:
Rûpel=121: Nêzikî li peyê kir, peya jî bi dengê xişîna pêlavên wî re li Dewrêş hay bû, veciniqî û bi şûn de fetilî li Dewrêş mêze kir. (ka em binêrin piştî çend rêzikan nivîsarr ji me re çi dibê?) Peyayê xerîb ji mêzekirina ebrê, Dewrêş ferq nekiribû. Tenê dibêjim bêlome be!
Di beşa bi navê “TALAN AJOTIN” de:
Navbera Milan û Qeregêçiyan tuneye. Paşayê Milan, diçe serdanakê; dema vegerê rastî pezê Qeregêçiyan tên; pez talan dikin, da ku bi rêya talanê Qeregêçiyan mejbûr bikin bînin ser cila xwe, li hev bên û bibin aligirê hev – lê mixabin, nivîskar xwe ji bîr dike û êdî bi tu awayî behsa wê buyerê nayê kirin.
WÊNE’YÊ KU LI DÎROKA ROMANÊ NEHATIYE-NEBÛYE
Rûpel=85: Zaroyên xwe pir bi nişmî elimandibûn. Zaro sibehê ji xew radibûn serçavên xwe dişûştin. Berî nanxwarinî û di pey nanxwarinê de destên xwe dişûştin. Gava fêkî, trî, kalik û şêraniyê û tiştên din bixwarana divê ku destên xwe bi sabûnê bişûştana. Em rastnivîsa hevokan bidin aliyekî, tu divê qey nivîskar qala îro dike.
Hin hevokên ecêb:
Rûpel=83: Dewrêş, ji makezayî de bi zend û bend bû. Rûpel=93: Pez berê di golek mezin de dihat şûştin, xwêdan û qilêra salek ji wan diçû, ziwa dibûn: Rengê hiriyê mîna berfê, mîna sedefê dibiriqî, paşê dihat birîn. Gelo hiriya miya qer û mor jî mina sedefê dibiriqîn?
Rûpel=139: Paşê tev rûniştin, av, dew û di pey re çaya kelandî hat cem wan. Kê çay anî? Gelo wê demê jî wek vê dema postmodern çaya cemidî hebû?
Rûpel=140: Ciwanan bi situyê mezinên xwe girtibûn anîbûn cem hespan. Şaş fêmnekin kesî kes dîl negirtiye. Nivîskarê me bi vê hevoka newaze, dixwaze ji me re bibêje; ciwanan (ji bo mezinên wan ji wan re hespan bikirin) bi zorê mezinên xwe tînin mazata hespan
PEYV:
Qelî: bûye “qawirme”.
To: bûye “qeymax.”
Ji ferhenga niviskar=Dangî: wexta mêjandina kar û berxan. Li serhedê em peyva “dangî “ji bo cihê ku zivistanan giya li derve li ser berfê didin sewalan, bikartînin. Dema berx h’ilî dibin û êdî hêdî hêdî ji şîr tên vekirin, hew hefteyê carekê pez û berxan berdidin nav hev û danekî bi hev re dişînin çêrê, ji bo wê em dibêjin “Bermak.” Nivîskar jî di nava pirtûkê de di heman wateyê de “dangî” bikartîne. Îdiayeke min nîne, ku ev peyv şaş hatiye bikaranîn – lê ez dibêjim li gor min peyva “bermak” bêhtir li rewşa heyî tê.
Kêmasiyek din a berbiçav ev e, ku hîç nivîskar lê hay nebûye: Temir Paşayê Milan, ji bo bikaribin bi Şamir re serî bikişînin qîza xwe Edûlê derdixe mezatê, tu kesê Milî newêre qehweyê ji destê Edûlê vexwe. Dişînin pey Dewrêş, ew tê qehweyê vedixwe û hevalên xwe yên şer diyar dike. Dema Sadûnê bira dişîne pey şervanên ciwan ên Milan î bi nav û deng, her çi hîkmet e, haya wan ji wê mezatê nîne. Li hin cîhan mere dibêje qey nivîskar di nava destanê-romanê de ye; ev jî dibe sedem ku pirsek wiha tûşî mejiyê meriv bibe: Gelo ev roman e, an berhevkirinek e? Bila bersîva pirsa me bimîne ji rexnegirên kurd re.
Encam: Bi tevî mînakên min li jor destnîşan kirin jî, ev roman, welew destan hêjayî xwendinê ye. Meriv dikare di gelek hêlan de sûdê jê werbigire.
Niçe: Ev nivîs di facebookê de hatiye weşandin ji ber têkçûna rûpelê dîroka weşana nivîsê ne diyare.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove