3 Aralık 2016 Cumartesi

Bêhna Axê



Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye



Dilşêr Bêwar
Dilgeş, Sozdar û Roza, qereqterên sereke yên romana Omer Dilsoz a bi navê “Bêhna Ax”ê ne.
Dilgeş: Kurdek nivnivîskar û nû ji zindanê derketiye hewil dide bi jiyana piştî zindanê re li hev bike ango bijî lê jiyan guheriye hiç tiştekî wekî berê nemaye û evîndarê Roza yê kevin e û hêjî di dil de agirek gur geş e. Dilgeş di heman demê de kesek sêwî ye.

Sozdar: Şervanek birindarî dîl ketiye, piştî dîl ketinê her cure îşkence û xerabî li ser bedena wê hatiye ceribandin. Ji ber îşkence û êşa birînê piştî salan ji neçarî li xwe mikur tê û dibe îtîrafkar piştî demek serbest tê berdan.  Ne dê maye ne bav û ne bira tevan dema li çiyê bûye ew red kirine. Li starek diger e.
Roza: Evîndar û berdilka Dilgeş lawikê gundî ye. Bi destê dê û bavê xwe bi kalek  dewlemend û nemêr re hatiye zewicandin. Xwedan bijiyek (pîç) ji tiyê xwe yê bi navê Edo ye. Wekî ji tabloya jor jî diyar e qareqterên me tev binketîne di rastiya xwe de em bixwe ne.  Omer vê mijara nazik digre dest û tevnê xwe dirêse û rêya hersê qareqteran li bin banê apartmanek digihijîne hev. Kurt û kurmancî çîroka romanê ev e, ez bawerim hewce nake em bêhtir veçirin çîrokê.
 Ji vir berî 5 salan min ev romana mişt ji peyvan hatiye dagirtin ji ber bişaftina gawir min  bi darê zorê xwend, ez  mecbûr bûm her rahêjim ferhengê û peyvên min hiç nebihistîbûn hîn bibim û bixwinim. Niha piştî pirtûkên berdestê min qediyan min berê xwe da nava refê pirtûkên xwe yên hindik lê rindik û çavê min li ser hersê romanên (Hêviyên birindar, Bêhna axê û Neynika Dilî) Omer Dilsoz sekînin. Piştî mêzekirinek kurt min rahişt romana duyem ango Bêhna Axê û lê çerixîm di sê şevan de xwend.
Omer wekî mêşhingivek ji dilê ferhenga xwe ya dewlemend mêtiye û tûrikê xwe yê ji  peyvan  dagirtî xelek bi xelek bi hev ve girêdayî li ser rûpelan raxistiye û pêşkeşî me kiriye. Omer pişta xwe daye axê ango gund û wekî kalek dewra berê ji xwe bawer tevna xwe dirêse û di vê navberê de jî guhê xwe li ser ahenga dengên hevokan de  bel kiriye. Diyar e nivîskar gelek li ser berhema xwe xebitiye, gelek caran di ber çavan re derbas diriye. Derûniya qareqteran xweş zeftkiriye. Bê ku qareqterên xwe yên ketî (li gor civaka heyî) sûcdar bike û bikeve dû reşkirina wan bi awayê siyasî. Bi xwe li xwe mikurhatina qareqteran re tawanê cîvakê li bin guhê erdê dixine bela wela dike û dibêje tu kes ne pîroz e. Ne qareqterên xwe serberjêr dike û ne jî wekî xwedayek dide nasîn.  Bi kurt û kurmancî dibêje; her rû qasî qilêra xwe spî ye. Ji ber êş û trajediyan gelek caran mûyên canê mirov wekî strî radipelikin û merû ditevize. Hin caran jî bi şewheta qareqteran ve li ser sêla sor dibirije hin caran jî di nava atmosfera romantîk de merû digevize. Ken, girî û poşmaniya jiyana ji dest çûyî  serdest e carnan. Rê gelek caran li ber wan tê girtin lê qarekter her di tarîreşkê de xwe li çirûskan digrin û dijîn, li berxwe didin.
Ma gelo di pirtûkê de hîç lawazî nîn e bêguman hene û ezê li gor xwe wan rêz bikim.
1. Qey  tu divê leza qareqteran heye gotinê ji devêhev direvînin.
2. Di dema diyalogan de nivîskar xêzek bikarneaniye û bi diyalogan re nivîskar dikeve nava axaftinê, ev jî mirov aciz dike. Ez bawerim ev jî  ji ber teknîka nivîskar bikaraniye re têkildar e.
 Mînak:
 “Ez jî ditirsim Sozê” got Dilgeş,
“Çii?” bi xwînsarî pirsiyar kir wê û dûre lê zêde kir.
“ Ji tirsa te” bi dilsarî got Dilgeş
“Çawa?” pirsyareke din kir Sozdayê….
3. Ji bilî çend car dengê Roza yê hîç dengê jinane tune ne an jî ez ji ber atmosfera heyî li newarqilime.
4. Hemû qareqter ji hev baqiltir û têgihiştîtir in, ev jî dibe ku  ji ber êşa jiyanê pêk were . Zimanê vebêjêr û qareqteran hema bêje yek in.
Encam: Bi tevî kêmasiyên min li jor vegotin pirûk hêjayî xwendinê ye. Min bi kêfxweşî di sê şevên zivistana çavrijyayî de xwend ango xwe li ber germ kir. Pirtûk bi serbilindî dibêje ez jî heme li diwana bilind a romanên kurmancî a heyî de. Roman li benda xwendina xwînêr jêhatî û veçirandina rexnekaran e. Ez bawerim pirtûk hê ji bê bikaranîna ferhengê xwe nade xwendin.

Nişe: Ev nivîs 01.04.2012 de di malpera www.diyarname.com ê de derçûye

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove