20 Nisan 2021 Salı

DENGBÊJ HUSEYNO

Dengbêjî edebiyata devkî a herî xweser ya miletê kurd e. Dengbêj pişta xwe dide axê, ji xweristê avaheyatê vedixwe. Dengê/melodî dengbêj ji dilê xwezayê dipijiqe. Di golgeniyan da hilnayê/napingire. Xuşînê bi deşt, newal, gelî û mesîlan dixe. Her ku li kevir û zinaran diqelibe xas dibe… Dibe quling li deşt û zozanan dixingîne. Bi per û baskê xwe ra peletê ewran "belav" dike. Di oxilmê giran da dibe sura sibê, xwîdana li eniya egîd û cindiya sar dike. Bi meşwerdegiyê ra agir li dilê xort/qiz, kal û pîran geş dike. Bi şîrqîna birûskan ra şax davêje. Di şevên tarî da li gel qendilê dibe tav, heyatê di ser şêniyê xwe da ro dike. Li eresa meydanê/dîwanê heta xwe nekuje/heyfa mexdûr û mêrxasan hilmede ranabe.

 Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman da bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me ra nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwe bi xwe li dare! Çêyîya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên kurd bikin, berhevkirin û ji hev veçirandina hikayet, metafor, peyv, û deqên di edebitayata devkîne da ne. 

 Dengbêj Huseyno: 
“Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min”. Wek ku gorbihuşt jî gotiye bawerim taybetmendiya Huseyno a herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilinde. Qey tu dibê di qirika Huseyno da ne têlên deng lê tendûrek dişixule peyv bi nalenale û zarezar xwe jê davjên der. Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û form û qalibê vegotina jinan ra terzek nû a texlidkirina wê zehmete afirandiye.

Nîşe: Ev nivîs ji bo paşberga Antolojiya dengbêj Huseyno hatiye nivîsîn. Ji ber ku li ser paşbergê hil nehat li ser daxwaza weşanxaneyê paragrafa ewil hat rakirin û wisa weşiya. 

2 yorum:

şîrove