Berî du mehan hê çavê we xwendevanan bi rûyê Diyarname yê nû neketibû Cemîl Oguz di “quncikê tarî” de ji bo min xêliya rûyê Diyarnamê da alî. Ji dîtinê min dît rûkê Diyarnamê. Rakirina her xêliyê xelat divê. Lê xelat bi pera jî li cem min peyda nedibû. Dibêjin dermanê keçel hebûya li serê xwe dida. Kêm zêde halê min jî halê keçelo bû. Ji ber hîn qewimîn/rûdanan min beriya salek xwe ji xwendin û nivîsandinê da alî. Tu nabê hişo ne bi dilek, lê bi dozdeh dilan li benda wê rojê bûye. Heyateke tiral û rûtin li benda me bû. Îşê min û hişo îş bû. Diçûm kar û dihatim li Netflixê dibûm mêvan. Piştî demek ji vî halî aciz bûm û min xwest li xwendin û nivîsinê vegerim lê hê min rûpelek nedixwend xew pêjgarî min dibû. Min ji kitêb dida alî û berê xwe dida xewê. Bawerim ji twittera min jî diyar dibe ku leq bi kilavyê jî nediket.
23 Şubat 2024 Cuma
Las, Tapol, Gurz, Lod û Xelat
Sevîlay İşik:
“Bila yekî/ê zana ji kerema xwe "gurz, part, lod" bide ber hev û vêbeje. Ka kîjan ji kîjanê mezintir e? Bi çavpêketana vê twitterê re min ev hevok lêkirin:
“Gihayê ewil bi devê tirpanê dikeve dibe Las, Las tov dibin dibin tapol. Du an sê Tapol dibe Gurz. Sî gurz dibe Part. Ji partek bigre heta 10 partan dibe Lod. Mezinbûna Lodê girêdayî pêdivî û qedandina malbatan e. Bi kurtî: Las, Tapol, Gurz, Lod”
Du roj piştî van twittan Cemîl di ser whatsaapê re linka heman twitan şand û bi kurtebirî got: Dilşêr vê bike nivîs. Camêr xêlî dabû alî û di ser de jî mijarek ji bo xelat/nivîsê jî dîtibû. Êdî cihek tê de bireviyama nema. Lewra êdî îşê hişo tune xwe li ba bade. Ji bo min a muhîm dilopa ewil e, piştî dilopa ewil ket tasê bi rehetî dikarim ji hişo elbek bidoşim. (We dî zarê xelkê çi xweş ji xwe re “çê/xweş dikin) Bawerim ew qas galegal bes e. Ka em li rêka Cemîl daniye ber min vegerin. Hela çi jê derkeve:
GUND
Gund li bin koxê Bîngolê ye. Çemeke masiyên ale, kelte û sûre lê bi cî û war in di orta gund re diherike. Ji rojhilat du çemên din xwe dihejînin û li hersêavan digîhîjin hev. Ji rojava jî avek biçûk a ji Kaniya Kevir û çend çavkaniyên din dizê sê çar kîlometre li binya gund tê tevlî heman çemî dibe. Ev av piştî panzdeh kîlometreyan tevlî çemê Erez dibe.
TIRPAN
Zivistan hat û çû. Biharê siruşt xemiland. Havîn hat, gula biharê çilmisand. Êdî wexta çînina mêrga ye. Hikmê havînê li dar e. Kesên tirpanên wan hene tirpanên xwe kontrol dikin. Yên xêr di tirpanên wan de nemane ji bajar û navçeyê tirpan, dox, destik, êge û mesatan tînin anîn. Berî dox li tirpanan bikevin doxên tirpanan bi perçeyên caman tên tiraştin. Dox li tirpanê ket. Tipancî rahîşt tirpanê serê tirpanê danî erdê, li gor navtenga xwe tam di hizaya kemera xwe de destik lêxist. Êge li devê tirpanê gerand, êge danî mesat rakir, bi kêfa dilê xwe tirpan tûj kir. Ji bo hostatiya tûjkirina xwe bipîve pişta destê xwe li devê tirpanê gerand. Çer dît leva tirpanê mû ji ser pişta dest ji kokê ve hilkirin bi rûyeke geş beşişî.
Diwanzdeh sêzdeh salî me bawer im. Êvarê ji min re hat gotin ku ezê çend rojan herim li dû Apê Hecî Baba tapolan bikim. Ev xeber bû kaos û hat li ser singê min rûnişt. Heta destê sibê di nav ciyan de vegevizim. Bawerim berî Apê Hecî destê xwe li paceya odê bixe ketime xeweke kûr. Bi niçandina ca min re bi zor ji xew şiyar bûm. Hukmê gewriya sibê li dar e. Bi derketina min a ber derî re Apê Hecî ji mala xwe derket. Tûr di mil de ber bi kadîna xwe meşiya. Min jî da dû. Ew radihîje tirpana xwe û min jî rahişt dirmixa teze a ji darê qewax. Xweda bi rihma xwe şa bike Apê Hecî bi ken go: Law ev ji tiştek re nabe, didanê wê zû dişken, dirmixa qewax ji destê min girt, danî cihê berê û dirmixeke din da destê min.
TIRPANKÊŞ Û DIRMIŞCÎ
Apê Hecî da pêşiyê, min da dû. Berê me li mêrga Behrî ye. Mêrg şeş heft kîlometre ji gund dûr e. Di nav gund de çend tirpankêş û dirmixcî tevlî me bûn. Piştî em bi berwar re hilkişiyan û me xwe berjêr berda, Apê Hecî bi dengek meriv aciz nake, ji ber xwe ve ji ezbere dest bi xwendina dewra salê kir. Tirpan û dirmix li ser mil em dimeşin. Wîle wîla tirpankêşaye mîna tîktokçiyên niha ji xwe re qise dikin. Ji ber bêxewiyê bi zor dimeşim. Dirmix li ser milê min bûye tonek. Hewa êdî spî royê tav li ku ye dike derkeve. Piştî meşeke çend deqeyan wekî ku merû li hêwaneke dûdirêj be û bi her gav avêtinê re ji ber xwe ve dibe şeqeşeqa lembeyan pêdikeve. Bi qewlê Dilşad Serhad “lamba Xwedê” vêdikeve. (Dilşad lawê min e. Dema vê gotinê dike çar pênc salî ye. Niha ji bo derman be jî bi kurmancî qise nake. Tabî ji we kîjan bixwaze dikare xincera xwe bi şêwaza min tûjkirî di pişta min “watan xayînî” de bi dilek rehet biçikîne.) Bi her gav avêtinê re sî û gewriya sibê ji rûkê erdê xwe dide alî.
ÇAYA DIRMIXÇIYAN
Bê qeza û bela em digîhijin qonaxa xwe. Tirpan, dirmix, tûr û satil tên danîn. Mezin satilên mast di nav ava kaniyê da datînin. Ji bo mar nekevin nava mast her satilek kevirek datînin ser devan. Cixarekêş cixarê xwe dipêçin û pifî ezman dikin. Em zarok jî li kêleka wan tûşkanî rûdinin. Piştî galegaleke kurt tirpancî dibên ya ellah û radibin ser xwe. Radihên tirpanên xwe doxê tirpanan di erde da diçikînin. Bi ûsil mesat çep û rast li devê tirpanan digerînin. Apê Hecî tirpana xwe digre bi ûsil lingê xwe di malika xwe de ji hev vedike. Pozê tirpanê di nav giha re derbas dike. Tirpan gihayê daye berdevê xwe bê ku qirşek li erde bihêle di serhev re dike las. Tirpanciyên din bi dor heryek piştî du sê mêtro bi dûr ket dikevin malika xwe û tirpanan dadiweşînin. Las mîna şirîteke ripî rast li dû hev dirêj dibin. Rewa hê li erde ye, niha karê me dirmixciyan hazirkirina çayê ye. Em heryek bi aliyek ve dimeşin ji bo tezikan berhev bikin. Piştî wextek nedirêj, em vedigerin ser kaniyê, tezikên di pêşa xwe de em royî erdê dikin. Mîna qelax em tezikan didin ser hev. Orta wê jî tije pûş dikin. Demlikê xwe li ser tezikan bi cî dikin. Di devê qelax xwe ya piçûk de agir berdidin pûş...
KATE
Tirpanciyan tirpanên xwe danîn. Nan û kate ji tûran hatin deranîn. Kate di tasek mezin de hatin hûrkirin. Satilek mast ji avê hat deranîn. Hinek av tevlî satilê bû. Mast hat çelqandin. Mastê çelqiyayî berdan ser kateyên hûrkirî. Bi kevçî kate û mast di tasê da hat tevdan. Herkesek rahişt kevçiyek hinek li ser çokan hinek jî çarmêrkî li dor tasê rûniştî xelek gernadin. Kevçî ketin tasê û derketin… Mezinan agir bi cixareyên xwe xistin û me biçûkan jî tas, kefçî û îskan di binya kaniyê de şûştin. Şûşeyên çayê hatin dagirtin bi dor û sohbet hat gerandin… Piştî vê bêhvedana kurt. Tirpanciyan sing û kakûçên xwe ji tûrên xwe deranîn. Sing di erde de hat kutan. Lêva tirpanê li ser devê sing bi cû bû. Kakûç li ser devê tirpanê reqisî… Tirpan hatin kutan… Tirpancî rabûn ser xwe bi halan û kilaman re xebata esasî dest pê kir. Me jî berê xwe da lasên ji doh esrê mane. Las di do de li erdê ne, her Xwedê dizane niha bûye warê çend mar û mişkî. Loma pite pita dile min e. Bi baldarî dirmixê davêm ser pişta lasan. Hercara gihayê di navbera dirmix û lingê xwe de radikim, dilê min dike di devê min re derê. Giha bi dirmixê dikim tapol, ji bo ku ba tapolê xerab neke, derdikevim ser tapolê tapolê didewisînim. Herdû êşên tapolê bi dirmixê şe dikim… Ro dikev here ava, dema vegera li malê ye. Hal di me de nemaye…
BADBADOK
Mêrg bi temamî hatin çinîn. Du sê kes gihayê ji bo badana kêman dane alî li ker an jî hespan dikin. Giha li cihek bi sî ji pişta hespan tê danîn. Ji bo giha hişk nebe cilek peritî davêjin ser gihê. Êdî dema bêhnvedanê ye. Dotira rojê an serê sibê an jî bi esrê re gihayê kêman tê daweşandin û av lê tê reşandin ji bo ter bimine û destê kesî nebire. Dîsa cil li ser gîhê pehn dibe. Deng li çend kesên ji malê û cinaran dikin bo badana kêman. Kesê ehle kar li ber gîhê cî li xwe xweş dike. Yek bi badbadokê li ber ehlê kar diçikile. Ehlê kar dest davê gîhê du ta dike û kesê badbadok di dest daye devê badbadokê davê orta gihayê du ta bûyî û bi destek badbadokê badide bi destê din jî gihayê badbadokê re li ba dibe di qefşa xwe bi cî dike. Her ku giha tê badan ehlê kar bi ûsil gîha li dû badbadokê berdide. Ger kesê gîhê badide qefşa xwe li gihayê tê badan bişidîne de di cî de xwîn bi ser desta dikeve. Teqrîben cîhê ehle karê xwe lê rûniştî û cihê badana kêmê bi dawî dibe pênc şeş metre ye. Piştî kesê kêmê ba dide gihîşt nixteya hatî diyar kirî. Disekine. Kesek din tê dawiya kêmê ji destê ehlê kar digre. Yê bi dawiya kêmê girtiye bi pêş ve diçe kesê din jî paş ve tê û kêm di destê ehle kar de ye. Heya herdu kesên badbadok di destê wan de ye tên hîza hev ev meş berdewam dike. Piştre ehlê kar tam bi orta kêmê digre û herdû badbadokçî ji bê ku kêmê sist bikin tîpa “V” yê pêktînin. Orta kêmê di destê ehlê kar de ye û herdu badbadokçî ji badbadokê her badidin û hêdî hêdî berbihev tên heta kêm wekî guliyê qîzê şayik du qat dibe. Kêma me hat badan, ehlê kar gire avêt serê kêmê. Ev kara jî heta hejmara gurzên xwediyê mêrgê texmin kiriye/ dike berdewam dike.
GURZ
Kêm hatin badan. Dema girêdana gurzan e. Tapol li ber tavê dewisine ser hev rengeke di navbera zer û spî da bi ser dikeve. Kêm tê dirêj kirin. Bi alikariya dasê du tapol li ser kêmê tê çêkirin. Kêm zêde giraniya her tapolek 25 kilo ye. Bi bilindbûna tapolan re dibe vîçe vîçe mişkan her mişkek bi aliyek ve direve û gelek caran çêlikên wan di nav lingan de dipelixin. Heta ji milet tê kes dest nade mişkan. Kêm be jî carna mar ji binê tapol an gurzan derdikevin û di cî de tên kuştin. Erdê binê tapolê zer dike ew jî tê wê wateyê ger demeke din tapol ranebin û nebin gurz wê giha birize. Ji bo gurz baş bişide kesê gurzan çêdike hinek gîhê li dor girêka kêmê digerîne û hêdî hêdî bi alikariya cûniyên xwe gurz li hev lûr dike. Piştî lûrbûn temam dibe serê kêma li der maye di ber kêma bi gurzê lûrbû re dibe û tê şidandin û girê dan.
BARÊ TIRAXTORÊ Û LOD
Giha bi gelemperî bi traxtoran tê kişandin. Hersê deriyên romorka traxtorê tê vekirin. Li gor dirêjbûn û berahiya romorkê îsleketek ji daran li ser romorkê tê raxistin bo gîha zêde li traxtorê bê barkirin. Dîsa serê sibê ye em şeş kes li traxtorê siwar in. Berê me li mêrga Behrî ye. Barê Şifêr sivik e loma bûye fizildûman û bi rê ketiye. Her ku traxtor di ser çal û kortan re diçe em ji pêra qilî hewa dibin. Em dibin meşk û tên kilîn li çûyinê. Lê vegerê traxtor dibe kûsî û cihê me li ser pişta gihê nerm e. Traxtora me gihîşt cîhê cîh. Kesek li ser traxtorê disekine sê kesên mayî gurzan bi alîkariya dasê didin pişta xwe û tînin ber traxtorê. Em du kesên mayî jî gihayê diweşe didin hev û li ser kêmek radixin. Kesê li ser traxtorê her gurza tê bi cî dike. Piştî du qor gurz hatin ser hev nêrdewan tê danîn û îşê gurz kêşan zehmetir dibe. Lê hînî karê xwe bûne her bi kêf û henek in û halanan li hev didin. Parket giha (30 gurz nebên sî gurz li traxtorek bar nabe hema min bar kir û çû) li traxtorê hat barkirin. Gurzkêş di xwêdanê de mewicîn. Berî bi şirîtan giha bê şidandin nêrdewanê diavên ser gihê. Giha şidiya. Traxtor amade ye ji bo vegerê. Em du kes derdikevin li ser gihê rûdinin. Êdî kêf kêfa me ye. Traxtor bi rê ketiye tam hewa cixare kişandinê ye. Dikim provakasyonek li dar bixim û berê çîroka me bidim cihek din lê qimişê ked/xwêdana xeyalî be jî hatiye rijîn nabim û lema cixarê li ser pişta traxtorê bi kesî nadim kişandin. Û tiraxtorê nakim ricik.
Mezinbûn û biçûkbûna lodê girêdayî pêdivî û qedandina xwediyê gîhê ye. Em bê qeza gihîştin ber lodê gihayê me hat danîn. Loda me bi her hatinê re bejin avêt. Dawiya dawî qapaxa serî hat danîn…
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove