Dilşêr Bêwar
Xadim: Navê pirtûka çîroknivîskarê kurd Selahattîn Bulut e. Pirtûk “çîrokeke dirêj” di dilê xwe de dihebîne. Em bi haziriya pêşwazîkirina kurê Xelîl beg, yê bi navê Jêhat (ê ku ev deh sal in di zindanê de ye û wê ji zindanê derbikeve) re di şêmûka pirtûkê re dikevin hundir û bi windabûna Jêhat a di nav kûçe û kolanên teng re derdikevin der.
Zimanê nivîskêr sade û cih bi cih bi motîfên Mêrdînê neqişiye. Nivîskêr xwe ji zîmanê çêkirî gelek dûr xistiye û dewlemendiya zimanê kurdî li ber çavan radixîne. Zimanê berhemê gelek nerm e, ev jî çêja berhemê xweştir dike. Jêhat, xortekî ji malbata me ye. Lê mixabin jiyanê ew qas serî li me badaye, haya me ji me nîn e. Jêhat di zindanê de her cure îşkence dîtiye û di serencamê de tîmsaliya mêraniyê serê xwe çemandiye. Nivîskar vê mijara dramatîk digire dest, bêyî ku zêde bikeve dû diramatîzekirinê. Qey tu divê nivîskar bi xwe ew êşa malkambax jiyaye û ji xwe bawer derûniya Jêhat vedikole.
Xadim, neynikê digire rûyê civak û siyasetê, bê ku xwîn bike, gulebaran dike.
Xadim, çîrokek siyasî ye. Zimanê beloq yê siyasî û sloganîk di xwe de nahebîne, deriyê xwe ji zimanê tisî re kîp girtiye.
Du reng in, reş û spî. Dikutin hev, di hev de dimirin; gewr diwelide. Gewr, bi serencama xwe dizane. Gewr henûn e, bi keder e, bi xwe zane, xiyanetê li xwe nake. Gewr, hem yeke hem sisê ye. Hem dê ye, hem bav e, hem bi tena serê xwe ye. Ji ber wê dibêjim Xadim çîrokeke gewr e.
Xadim; çîroka ji duriyana ‘novel’ê li xwe vegeryayî ye.
Xadim; belgeyek ji dîroka me ya reş e, maye ji zarokên me re.
Nişe: 03.05.2012 www.diyarname.com
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove