3 Aralık 2016 Cumartesi

'Perde'romaneke bajarî ye




Dilşêr Bêwar

Perde; sêyemîn romana Cîhan Roj e û yekem romana ji weşanên NA’yê derçûye. Roj, dîsa  bi zimanê xwe yê sade li belekiyan dibişire. Pişta xwe daye helbestê û qiblegeh însan e. “Gîtara bê têl” û “Meşa moriyan”, di bin siya “Perde”yê de mane.
Perde, bi teknîka xwe nûye nûcan e. Vebêjê pirtûkê qereqtera bi navê Gulten e. Gulten, endama malbateke bûrjûwaya kurd e. Keça têkoşerekî di bin zilma dewletê û sersar
î û dilhişkiya hevalên xwe de eciqiye.

Roj, di kesayetiya Gultenê de, ‘Perde’ya qîzaniyê çirandiye; jin û mêr aniye heman astê. Perde, çemeke û dilop bi dilop ji lêvên Gultenê diniqute. Her dilop têra xwe bi bûyeran dagirtiye. Roj, civak, rêxistin û kesan, bi vegotina jiyana qereqterên xwe re dide ber rexneyan. Em ne xerîbên bûyer û qewmînan in; kêm zêde haya her kesî jê heye… Bi nivîsandina vê berhemê re em dikarin bibêjin, me kurdan wekî takekes, civak, xelk, gel, an ji milet, gelek rê li dû xwe hiştiye; êdî dem hatiye em kumê xwe bidin pêşiya xwe hûr û kûr li ser rewşa xwe a heyî biponijin û bigengeşin. Bê guman tu berhemeke bêbîrdozî û bêalî nîn e. Roj, pala xwe daye vê gotina Vartoyî; ‘dema merû dibêje însan ava çem û kaniyan disekine’ û dest bi hûnandina berhema xwe kiriye. Kurtêlxwariya şer, bi pêkenokekê li ber çavan radixe, bê ku bikeve dû analîzên dûv û dirêj. Ev berhem, ji bo roj jî bawer im ceribandinek e; ji qelema mêrekî, (bi devê jinekê) vegotina rihî a jinekê. Gelo di vê vegotina rihî a jinê de, nivîskar çi qas serketiye? Divê bersiva vê pirsê ne mêr lê jin bidin.
Piştî ku pirtûk xwînêr digre nava pêlên xwe, wekî ku merû li hêwaneke şanoyê be, misêwa perde vebin û bên girtin, vebin û bên girtin vebin û…
Ji çend perdeyan carekê Woolf derdikeve ser dikê, dîmenên derbasbûyî bi çend hevokên tîr vedibêje û vedikişe şûna xwe. Gelo Woolf dernekeve ser dikê wê berhem tiştekî ji xwe kêm bike? Ez ne bawerim. Bawerim nivîskêr, Woolf ji ber du sedeman tevî berhema xwe kiriye:
1: Nivîskar, xweziya xwe bi Woolf tîne, lê taqet bi qereqter re nîn e, nikare bibe Woolf.
2: Ji xwînêr re dibêje, ger şert û mercên heyî nebûyan, min an jî me bikaribûya bi wî terhî binivîsanda; welew, çima qereqterên me nikaribin bibin Woolf.
Di dawiya ‘Perde’yê de, nivîskar bi suprîzekê derdikeve pêşberî xwînêrên xwe; du leheng, welew qereqterên bi navê doxtor Şadî (karakterê Gitara bêtêl) û Mîralî (Karakterê Meşa moriyan) tevlî romanê dike. Di qezayeke trafikê de doktor Şadî dikuje û Mîralî jî dike nexweşekî di terqîna mirinê de. Ez  bawerim nivîskar, ji bo ku doxtor dev ji pîşeya xwe berdaye û çav berdaye siyasetê, wî dikuje.
Nivîskar, di beşa pîneya Perde’yê de, behsa serboriya xwe a dema nivîsandina pirtûkê dike û êş û zehmetiyên ku nivîskar dikişînin tîne zimên; ev jî nûbûneke ji bo qada romana kurd.
Ji bo nivîs dirêj nebe, çend hêlên romanê di bin serenavan de bi bîr dixim û dawî li nivîsa xwe tînim.
Baqî: Lehengê di bin siya bîrdoziya xwe de pelixî.
Sazbend: Sazbendê ku nebûye hunermend.
Maqûl: Qurbanê xwedayên sererd û binerd.
Dengbêj: Hewara jibîrbûyiyan, derdê bêderman (sersariya kurdan û bextreşiya hunermendan).
Lezbiyen: Binhişê lezbiyentiyê
Lixwexweşhanîna jinê: Binhiş û masturbasyon.
Pismamê Gultenê: Civaknasê nêr.
Serkeftina nivîskêr a herî mezin ew e ku xwedî zimanekî sade û nerm e. Mijarên herî nazik digire dest; gotina xwe texsîr nake. Ji analîzan bêhtir, bibîrdixe û derbas dibe. Erka xwe ya rewşenbîriyê tîne cih. Wekî pêşiyan gotiye: Gotin adet e, lê jênexwarin serbest e.
Ji hestên ku xwendina Perde’yê li şûna şopa xwe hiştiye:
Ey welatê başvala
Em ê bixwînin derya xwînê
Ta ku
Zanîn di nezaniyê de
Wîjdan di bêwijdaniyê de
Pîrozahî di bin simê xerabiyê de pelixî

Nişe: 12.05.2012 de di wwww.diyarname.com de weşiyaye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove