Dilşêr Bêwar
Bi geztina sêvê re te’ama qedexe xwe bera cest û rihê insên da. Ji wê rojê heta niha mijarên ku herî zêde însan bilî xwe kiriye yek jî jê pevşabûn e. Pevşabûn hem ji bo berdewamiya giyandaran hem jî ji bo vemirina hêza şehwetî zarûretek jênager e. Cotbûn welew têkîliya zayendî, li gor bîr û bawerî û çandan biguhere jî herdem bi sînoran re rû bi rû maye. “Şerrê” di navbera qedexeyan û şewhetê de pirrî caran bûye sedema aloziyên rihî.
Nivîskar, bi zimanê xwe yê çalak ê bêqeyd û bend vê mijara nazik datîne navenda romanê. Karakterê/n ku xwîner li dû (bi) xwe (re) digerine, perda rû qetandiye. Karakter li ser piştê vezeliyayî, dest li nav şeqan, çav girtî, ji bo berdewamiya “ereksiyon”ê bi nav xeyalan dikeve. Karakter, tu rê, rêbaz û tabûyan nanase/nanasin. "Qorrimê Xurrifî"; dibe ku Enkî, Enkudo, nivîskar û herkes be, an ne kesek be. Di metnê de zeman û mekan nîn in. Do û îro di zik hev de govendê digerînin. Mirov wexta bi hûrgilî dêhna xwe dide hersê romanên nivîskêr, mirov dikare di çawa gotinê de bi rehetî bibêje nivîskêr cila xwe ji avê derxistiye. Mijarên hersê romanan ne dûrî hev in; li vir pirs xwe didin der: Heger li gel “çawa gotinê”, “çi hatiye/tê gotin” xwe nû neke, wê xwînêr berhemên bê meraq bikin gelo? Nivîskêr ji xwendina berheman û berhemên bi xwe nûsîne, romanek nivîsî ye. Bi vekirina ”deriyê” berhemê re H.Kovan Baqî xwendeyên xwe li cila peyvê siwar dike heta metin diqede. Metna li ber dest xwedî çîrokek yekpare nîn e. Metin di labîrentên hiş û binhişî de xwendeyan bi teqala xwe dixe. Cî bi cî nivîskar şekirokan belav bike jî, wê her xwîner nikaribe bi dû metnê bikeve.
Aporîa / H.Kovan Baqî / Weşanên NA
Nişe:
29.06.2015 www.diyarname.com
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove