5 Nisan 2018 Perşembe

Ez û xwendina kurmancî 2


Wexta berhemek dixwînim û berhemê dilê min "kirî be" ji kêfa min re payan tune. Nivîsên di derbarê wan berheman de ne bi dilek bi heft dila dixwînim. Di wan nivîsan de hewil didim bi çavên dîtir berhema heyî binasim û li xwe zêde bikim. Wê sibehê dema min nivîsa Ferzan Şêr a di derbarê "Handa"ya Sîdar Jîr de xwend mîna Handa yê gêjgerînok li hişê min geriya. Min nivîs carek din xwend lê tiştek di derbarê berhemê de nedî.




Nizanim Ferzan nivîsa çenda ye bi vê/van hevokan dest bi nivîsa xwe dike "Di gotar û xebatên xwe de her ji min tê, dixwazim termên zanistî û akademîk bi kurdî bi kar bînim, hewl didim li ser kurdiya wan bifikirim."  Me/em di nivîsê de hal û lêgerîna Ferzan a di derbarê terman de dît/dibînin. Hevnasiya wî a bi berhemên Kafka dibînin. Pisika wî a bi navê Kejo û mitbaxa wî dinasin. Haya me ji terbiyekirina Kejo çêdibe. Bi çend hevokan Dozdeh çirka Sîdar jîr û berhema Eliyê Evdirehman a bi navê Xatê Xanim "dinasin". Lê em Handa ya şîzofernik a navê xwe daye berhema mijara nivîsêye nanasin.


Tengbûna (odeya Handayê) mekan tercîha nivîskare. Lewre mafê xwîner nîne gazînan ji mekanên heyî bike. Xwîner mejbûre metna heyî esas bigre. Li gor qaîde û quralên metin pêhatiye nivîsîn metnê tahlîl bike. Ka nivîskar li gor wan qaîde û quralan cila xwe ji avê derxistiye an na. Divê em pirsa ji xwe bikin di metnê de li bersivan bigerin. Handa kî ye? Çima di wî halî de ye? Çima em ne nava rojê lê berêvaran û şevan Handayê li oda wê zeft dikin? Gelo nenasîna halê Handa yê ê nava rojê vî mafê dide me em karekter  wek di odeyê de "hepîskirî" pênase bikin? Gelo em Handayê di halê wê yên normal de dinasin an dema krîzan de? Ev pirs û pirsên diviyan bihata kirin bersiva wan di metna Ferzan de tunene.


Ferzan di nivîsa xwe de behsa "femînizm û namûsê" dike. Di berhemê de mijar û têgehên wisa nînin û Ferzan ji ku derxistiye nizanim lêv li min qelişiye. Wek dawî Ferzan gotin biriye û aniye gotin gemirandiye gotinên divê bihatan gotin çi erênî çi neyênî negotiye. Lê di dawiya nivîsê de du zebeşên giran daye bin çengê nivîskarê berhemê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove