21 Ekim 2021 Perşembe

ESRA DERENG

 Bi nasîna newayên zarokatiyê re wekî çaya esra dereng li "rihê" wî geriyabe beşişî. Rahîşt têlefonê rûpela xwe a facebookê vekir. Hêdî hêdî leq bi tiliyan ket. Nivisî, reşkir(dîsa) nivisî...

Di cihê xwe de bê lebat ma. Sermayê ew da ber singê xwe.  Zinge zinga didanê wî makineya li ser dişuxulî bi bîra wî xist. Ji cihê xwe rabû pêgermok gerand. Dîsa xwe bi xwe axifî.


- Na bavo na van tiliyên bênamûs ji bilî şixulandina wê dêwa hesinî bi kêrî tu gûyî nayên. Xwe bi xwe xweş diaxifim. Xwe berdidim binê newalên kûr. Rê û dirban gelî û mesîlan xweş dinasim. Min di qirş û qalan nîhayo. Wey Xwedê tu nehiştê. Qey te li ber serê min nekira pile pil nedibû. Di ku de diçim kanî û avsarkên min nedîne tên gûyê xwe di nav hişê min de dikin. Kuro bi Xwedê te dîsa daye navê. Ez nedim nav wê kî bidiyê bavo. Weleh wî camêrî rast gotiye em nikarin qasî misqalek  bi zimanê xwe bifikirin. Bajo berxê mino bajo. Çima nabêjî serê min ê kundir bi kêrî tiştek nayê.

Bi lez kincê xwe ji xwe kir. Berî da serşoyê. Bedena xwe da bin avê. Serê xwe ji bin avê kişand kefa xwe tije şampûan kir serê xwe mista. Hêdî hêdî kef bi çilkên ava şîd re li bedena wî belav bû. Piştî ji kefê xilas bû bi dengek bilind dest bi strina kilama "sê sê " kir...

Kincê xwe li xwe kir. Şikil da porê xwe. Parfûm li bin çeng û stûyê xwe reşand. Bi rêya Whatsappê ji koma hevalan re peyamek bi deng şand. Bersiv bi bayê bezê ji Nûrcanê hat:

- Lawê min em li Berçem kafeyê ne.

Ji mal derket. Berguhk xist qulika têlefonê. Serê berguhkên nermik di qulika guh de bi cih kir. Bi pêla deng re serî lê reqisî... Hew dît li ser masê rûniştiye. Tîqetîqa hevalên wî bû pê dikeniyan. Wexta bi halê wan û xwe warqilî bi çavên pirsiyar li çavên wan nêrî. Nurcê bi ken go berxiko heta ew qilêra di ber neynûkên te da bin wê qûnde jî nikaribin te "bixwin û bihelînin". Bi ken li Nûrcê vegeriya:

- Devxwarê qûndeyan nizanim lê girêza te min ditirsîne.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove