11 Şubat 2026 Çarşamba

Pisika Sorbelek

 PISIKA SORBELEK

Şiliya dibarî, dara çinarê a li baxçe ji pelan dikir. Hizna demsalê di bin çirûskên lambeya kuçeyê de dihênijî. Bi daketina çilkên baranê re, peqik bi ava çal û kortan diket. Reşêleya ji refê xwe qetiyayî, di siya çengeyê camê de diricifî. Nalîna kemanê, çilkîna çilkên şiliyê û qirçe qirça êzîngên sobê salon dorpêç kiribûn. Çirûskên ji sobeya êzingan disûjîn, di nav salona ku bi ronahiyeke qels ronî dibû,  ahengeke qehweyî pêk dianî. Qederek din şipyayî, di pacê re li derve mêze kir. 

Lambeya ku ronihiyeke qels li salonê belav dikir, şûna xwe ji lambeya li ser sêpayê re hişt. Li ser qoltixa sêpa li kêlekê ye rûnişt. Ket temaşeya reqsa çûriskên sobê yên bi tariyê re direqisîn... Kitêba li ser sêpayê girt. Berçavkên xwe yên xwendinê li ser pozê xwe bicîkir...


6 Ocak 2026 Salı

Pêlên Lacîwerd

 Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan qasî hebên nîskê ne diçe û tê. Bi çilvîna zîvînî re, zîpikên xwîdanê yên li dor gupikan dibiriqin. Arezûya ji tabloyê dişûje, qirikê lê ziwa dike. Ji şûşeya li ser sêpayê, çend dilopan di ser gewriya xwe de berdide. Bi şikestina tîna tîbûnê re dibişire. Xwe ji kirasê xwe yê saten dike. Bi rûgeşî li bedena ku li ser nivînan vezeliyayî mêze dike. Li rex bedena di xeweke kûr de ye vedizele. Rûyê xwe, di nava memikan de bi cî dike. Bêhna xwêdana sivik a bi ser bedenê ketî hildimije.