4 Aralık 2025 Perşembe

KILAMA BI NAVÊ CANO Û ASÎMLASIYON

 

Ne gelkî, zêde zêde ji kilamên dengbêjiyê hez dikim. Kêm be jî, carna guh didim kilamên bi enstrûmanan ve tên gotin. Kilama bi navê Cano a ji dengê Hozan Baran jî yek ji wan kilaman e ku bi kêfxweşî guhdar dikim. (Kilam anonîm e û neketim dû ka kengê hatiye gotin û çend versiyonên wê hene.) Kilam li ser kesên ku negihîştine mirazên xwe ye. Kilam bi reng û sewta xwe ya dilşewat a ku nalîn û zarîn jê hildikişe ve, ne arabesk be jî, bi hest û xulxulîn/kakîna xwe ve perê xwe li ava arabeskê dixe. Bi kurtebirî, meriv dikare bibêje: di muzîka arabeskî de hestiyarî, bedbinî û bêhêvîtî li pêş in; loma muzîka arabeskî çeşneke mûzîkê ya xwedî enerjiyeke negatîf e. Ev enerjiya negatîf piştî radeyekê dil û hişê însanan dîl digre û dibe sedem ku însan ji sofreya heyatê ya pirrengîn vekişe.


Toza Çîl Spî

 


Birêz, bawer im hewce nake ku tiştên te şahidiya wan kiriye û dikî dubare bikim. Serê kaniyê li ku xitimî û cara ewil kengê derbû nizanim. Niha dema ku lê difikirim; zewaca ku divê her kes di mala xwe de bijî, bi min jî rewşeke gelekî nakok û tevlihev e... Wisa hest dikim ku ev daxwaz ji tirsa baweriyên olî diza.
Belê ev rast e, rast xoşevîstiyê tarif dike û bihevrebûnê tîne bi bendê mehrê ve girê dide. Ecêbe, di ekranên têlefon û kompîtoran de me agirek gur û yek sar dikir. Rih û beden diazirin. Bi rêya çavan û guh tendûrekên ku di bedenên me de veşartî hildipijiqîn. Nalîn û kalînên me bûx bi ekranan û dîwarên sar û cemidî dixistin.
Di van kirinan de cila zewacê li xwe kiribû ne dihat bîra min ne jî li ser bala min bû. Lê wexta ku me xwest êdî em rû bi rû li hev rûnin û di arê bedena hev de bişewitin, wê hest û daxwaza bi salane hişê min dagir dikir serê xwe ji xewê bilind kir; şertê zewaca divê herkes li mala xwe de bijî me qebûl kir; a rast min da qebûl kirin. Û em ketin wê rêya ku zêde najot. Helbet sedemên ku nehiştin ev daxwaz welew xeyal bijî wê hebin. Lê sedem çi ne ez bi xwe nizanim.


21 Kasım 2025 Cuma

Zozanên OnleyFansê


Tavê pencê xwe ji ser pozê çiyê ve berda xwarê. Barana ku di doh de dibare, niha veguheriye xunaviyê. Kalîn û merîna pezê di êvarê de, di bin şiliyê de tevlî xuşîna ava çem û cihokan dibe. Şêniyên zozanan bi bawîşkan ve ji bin kon û çîtan derdikevin. Teyir û tilûr per û baskên xwe diçirpînin. Zinarên asê yên gelî, mîna sûrên çîn û maçîn li hev aliyayî, di bin tavê de dibiriqin. Hilm û gulma ji erdê bilind dibe, vediguhere mijeke tenik. Keskesora ku konê xwe bi ser devê gelî, û mija tenik ve vegirtiye, bi bedewiya axê re cî bi cî teysa teyrê tawis li bînahiya meriya radixe.


Kuştina Weşanger


Vê sibê, sira sibê mîna bê tê. Hilma ji fîncana qehwê û dûmana ku mîna ewrên payizê ya ji cixareyê bilind dibe, li ber  paceya ku li ber rûniştî, wê  berbi xewn û xeyalên zarokatiyê ve dehf dide. Qederek di nav wan xewn û xeyalan de vedigevize. Bi qima dawî a qehweya li ber sarbûnê ye  vê nişeyê li e maila dosyaya xwe datîne. " Hêja nizam tê bîra te? Di civîna me ya dawî de pêşniyara te û edîtor ew bû ku ez  nivîskar bidim  kuştin, lê min weşanger kuşt."  Du emojînên bi tîqetîq û yekî jî dest li ber deve li nîşeyê zêde dike. Bi şandina dosya  romanê re, wek ku barê dinyayê ji ser piştê  rabûbe, bi kêf tena xwe kişand. Zeraqa tavê, dawî li gewriya serê sibê anî. Berê wê  dikeve ser dezgehê mitbaxê, rûtirşî lê biqewime jî nahêle kêfa wê xera bibe. Ji cîhê xwe rabû, berbi odaya xwe ya ku bi perdeyên reşê qetranî camên wan hatibûn nixumandin çû.


Kîjan Rastî

 - Qirnî

Bi vê gotinê re li der û dora xwe mêze dikim. Dema çavê min bi kesî nakeve di ber xwe de dibişirim.

Xwe bi xwe dibêm: Herê kaliyê êdî dilê te jî heye konê xwe vebigirî.

Lîstika hiş ji min kêm bû. Hiş berê xwe dide bist û du saliya ciwaniyê. Ez li herikîna çem vedigerim. Dengek şermok di guhê min de bi pistinî dibê:

- Qirnî.

Bêhemd li ser milê xwe yê çepê vedigerim. Sûretê min bi lêvên wê ve dizeliqin. Ji cihê xwe hildipekim. Jineke porkej a porqurişk û dev li ken li hemberî xwe dibînim. Şaşwaz mît û mat im. Bêdengî û nenasîna min kenê li ser rû diçilmisîne. Derî îradeya min ji zimanê min ê ku kilitbûyî peyva: "Qurmiçiyê" dipeke. Bi bihîstîna peyva qurmiçiyê re rûyê wê  vediguhere baxçeyê gulan. Her du destên xwe wekî per û bask dirêjî min dike. Bi wan per û baskan ve qederek min di himbêza xwe de dihebîne.


Ez Baş im

 Li kuçe û kolana ku her roj tê de dibuhurim, bi çavên beloq li der û dora xwe mêze dikim. Ev avahî û mixazeyên nû ji ku derketin? Ew qas guherîn kengê çêbûn? Ez li ku bûm? Ma her sibeh û êvar di heman rê de nediçûm nedihatim? Qey hiş û çav henekên xwe bi min dikin? Çavê xwe digrim û vedikim lê, dîsa heman dîmen. Ji xwe û hebûna xwe dikevim şikê. Erê dizanim va ye dimeşim, lê çima tiştek hîs nakim. Wexta ev guherîn çêbûn ez li ku bûm? Çawa û çima min tiştek ferq nekir? De were neteqe, de were dev li canê xwe neke. Offf nizanim, nizanim çi diqewime.


Toza Kelamê

 Bişirîneke ji girî me li keviya şevê. 

- Şev keneke dadayî ye li beyabana ro nediyî.
- Beyaban di kilameke bi girî de hilnayê
- Hilhatin hil nayê di kilamek de
- Kilama kelimî ji kîsê xwe dixwe.
- Kelama nekelimî ziyan e.
- Zayîn şewqa tariyê ye
- Zayîn ziyan e.
- Weheeeew te kuşt.
- Tira xwe neke hustiyê min. Ger kujerek hebe ew jî tu bi xwe yî.
- Çi çi?


Gola Xwînê

Nezanîn

 Mija li nav porê te me. Ev hevok ji ku za û çima hat li serê nivîsê rûnişt nizanim. Zanîna dîzanim nezan im. Zanîn çi ye daw û doza çi li me dike wê jî nizan im. Bi vê nezaninê ve tilî li ser klavyeyê direqisîn. Tişta direqise tilî ne an hiş e, wê ji nizanim. Guh di ser dil de bel dikim deng jê nayê. Newêrim berî bidim hişê fesad.

-Ma ez pîr bûme?

-Marijana te ev ji ku derxist


4 Nisan 2025 Cuma

RECO Û ECO

 RECO Û ECO

Ji bin siya simêlbadanê firîdî me. Li vê beyabana ronediyî de, bi ba û bahozên di hundirê min de gewimîne digewixim. Çerxa heyatê, heyata ez jî perçeyekê wê me, kê bada û çima diçerixe nizanim. Zanina dizanim, hesta hest dikim, di tepelîka serê min de, teltek cemedê dinive. Tim û tim, mît û mat im. Kerkîteke bênavber, xalîçeya di hundirê min de dikute. Destê kê ne, çima ewqa bêrihm nav û dilê min diguvêşin nizanim. Hesta tim di hiş û laşê min de serdeste: qilqilîna xoya di nav agir de ye...


9 Mart 2025 Pazar

Pizika Neco

 Bi çavên xewar dibêm:

-Elo
-Kuro tu çima li têlefona xwe mêze nakî?
-Hê qijikê gûyê xwe nexwariye te xêr e?
-Ax ji derdê vî hişê we yê bi tirkî.
- Ha temam. Hê mirişkê pozê xwe li sila gû nexistiye. Dilê te rehet bû mêro?
-Kuro ew çi nivîs e te nivîsî ye?
-Kîjan nivîs?


Hewal û Heval

 Qasî tirkiya Pervîn Buldanê ya li ser yadnameya mezelê Mam Celal Talabanî hatiye nivîsîn îro ji xwe dilgiran im. Bi wê dilgiraniyê ji mal derdikevim. Kûçe û kolan bêdeng in. Xişte xişta  ji bin solan dipengize min û kuçeyan aciz dikin. Ji bo hevdîtînê berî didim kafeya ku ez û Neco emê li hev rûnin. Muzîka ji hoperloyên kafeyê bilind dibe jî nabe hogir. Şûşeya çaya xwe bi acizî tev didim. Xwe bi xwe dibêm: 


Kêra Kalanî

 Pelên daran dikin zer bibin, pişta me li dara sedsalî ya darçinarê ye. Lodeke ji qalikên gûzan li ber dara me pişt daye cî li xwe xweş kiriye. Mijeke tenik daristana ku di bînahiya me de raxistî dorpêç kiriye. Heşt gûzan ji çenteyê xwe dertîne. Sê gûzan dirêjî min dike, sê heba jî datîne ser kevirê kêleka xwe. Ewila ewil her du gûzê mayî dişikîne. Piştî êmîn dibe kakil ji qalikan xilas bûne. Bi kêf li Hirço (kûçikê li kêlaka wî rûniştiye) vedigere. Destê xwe li serî digerîne. Wexta kefa destê xwe li ber Hirço vedike, Hirço di derbek de kakilan li ser ziman digerîne. Ez li gûzê xwe, ew li para xwe vedigere.  Dema dixwazim ez jî bi kakilê gûzek tehma devkê Hirço xweş bikim, dibêje: 

- Na ji du gûzan zêde bixwe bi vîjikê dikeve...  


Ezê yekî bidoşim

 Hefteyeke şilî bênavber dibare. Şantiya ku 500 karker lê dimînin bûye deryaya heriyê. Em di navbera xwaringeh, odaya televîzyon û odeyên razanê de dîl mane. Acizî li qirikê ye. Lê şûr simbêlê min nabire. Ji xwe re çîrokên Bukowski yê kîr rep dixwînim... Bi fîkiniya têlefonê re çavê min bi navê ... ket kêfa mi bû du qat.


- Keremke belqitiyo. 

- Tu çer dikî? 

- Ez wer dikim... Qaşo çend ro ye li xwendinê  sor bûme. 

- Ha belî bû te çima ji "medya sosyal" moz kiriye...

- Law merû moz neke wê hişê meriyan bişeliqe. Mêro tu dîsa kîjan qul û kuncikî tevdidî.?

- Tevdana çi vê germê em ji mêraniyê xistine...

23 Şubat 2024 Cuma

Tava li belekiyan bişirî


Bi guvîna bê re kuliyên berfê ji ezman xwe ber didin xwar. Gund di nav rengî spî de xeniqiye. Ji êvar de bûka mala mezin dike zarokê xwe yê sêyem berde, rû dinê. Bi her qolincê re nalîn û zarin dibin zîpîk, zîpkên li eniyê di ser çavan de digirîn. Ronahiya çavê wê di rojên dawî yên berî ku barê xwe dayne de roj bi roj kêm dibin. Bi qajîna ewil re lêv li bûkê diqelişe!. Bi danîna bar re ji bo çend mehan be jî ji ronahiya çavên xwe dibe.


Çîroka Selîm

 

Selîmê ku ev serê sî û du salan e di zindanê de ye bi tîqetîq, çepik, tîlîlî û hêsirên bêdeng yên hin kesên ku hatibûn pêşwaziya wî lingê xwe ji derê hepsê avêt der. Bi derketina ber derî re silogan û gul û çîçek bi ser Selîm re barîn. Piştî çavronayî hev û du hembêzkirin û mirçiniyan Selîm li erebeya ku ji bo siwarbûna wî hatibû hazir kirin siwar bû. Kesên mayî jî li erebeyên xwe siwar bûn. Konvoya ku ji konvoya dawetên giregiran ne kêmtir bû hêdî hêdî bi rê ket.

Navê Aqil Gelo ye


Ev nivîs silavek e, li keda Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş.
Bawer im her kesê ku guh dabê û çav li edebiyata devkî ya ku royî ser kaxetê bûye gerandî, rengîniya edebiyata devkî bi çavê serê xwe dîtiye û hebandiye. Bi kesebirrî Folklornas dibêjin: Edebiyata devkî beşeke muhîm û xas a folklora her miletî ye. Edebiyata devkî ew ax e ku destlênegeriyaye. Kodên her miletî di wê axa destlênegeriyayî de veşartiye. Armanca vê nivîsê ne ew e ku bikeve nava teoriyên navtêdana folklor û edebiyata devkî. 
Dengbêj Sidoyê Baxçe, di kilama bi navê HAWER DELAL de dibêje:
"Navê aqilê mera gelo ye".


Li nav otobusê wêneyê jinika tazî


Berê min li Îzmîra xopan e. Bîst deqe ye otobês bi rê ketiye. Li qoltixa pişt min jinikek û du zarok xwe hene. Bav, zarok û jinik mirçinî û çû. Bîst deqe ye zarok bê navber bi dengê bilind qise dike. Hew maye rabim dest bikim qirika wan.
Piştî otobês bi rê ket deng bi têlefona jinikê ket. Jinik bi dengek bilind bi mêro re qise dike. Ji mêro re dibê: Tu bi navê Xwedê kî dema tu ji mal derketî, paceyan vekirî mehêle, wê hûndirê malê di nav tozê de bimîne. Ji mislixa serşokê jî av dinisile wê jî çêke, heyfa avê ye. Û min jî îhmal meke!. 

MIN GEZKE

 Wexta min serê xwe ji xewê bilind kir, tariyê jî dikir pirtiyê xwe yê tarî li xwe bike. Du sê bawişk hatin min, bê ku rê li wan bigrim, mi du sê tir jî di ser bawîşk û tena xwe da ber da. Berî ku ez û avê xwe bişon, min xwe li hember eynika ku çav li a banê odeyê diqirpand tût û rût kir. Di bin çavan de min li nivîna xwe ya spî sar meze kir. Tilî û pêçiyên şimayî, berî dan newaloka bi epîlasyonê qusyayî. Didanê jorîn lêva jêrîn bi şewhet gezt. Tiqînî bi min ket. Bi qirpîna çav re min şimaqek bi tîn avêt tilora çepê. Bi meşa xwe ya kihêlî, di hewlîkê re min berî da "Kaniya Ereb Axa".



Bi çavek din çend gotin li ser Bêjanê

 Roman navê xwe ji karektera sereke a bi navê Bêjanê digre. Malbata Bêjanê li gor hesabê nivîskar di sala 1988'an de ji ber xizaniyê koçî navçeyeke bi navê Bazorê a Derya Tarî (kara denîz)ê dikin. Di êvar/şeva 20 adara 1991'ê de ji bilî karektera bi navê Çilkezî hemî endamên malbatê tên kuştin/qetil kirin. Çilkeziya hijdeh salî piştî kuştina malbatê xwe dispêre malbatek û dawiya dawî dikeve destê dozger û çil rojî bi tecawizê re rû bi rû dimîne. Bêjan bermahiya wê tecavûzê ye û li sêwîxaneyê mezîn bûye. Piştî ku ji sêwîxanê xilas dibe dibe polîs. Her çiqas nivîskar tam zelal nekiribe jî du sal berî Bêjan bikeve nav tevgera tolhildanê bi trajediya diya xwe dihese. Tolhildan di sala 2019'an de pêk tê. Bi kurtî romana me ev e.

"Kurdcîtîye Neke


Kapola Hilbijartinê

 - "Em ê demokrasiye...bînin".

- "Eger em herin, yanî em nebin wê welat perçe bibe".
Her du alî bêyî ku şûrê xwe ji ser stûyê me deynin bi bişirînên xwe yên xapînok dixwazin em deng û rêya xwe bidin wan.
Li ber derê Şînxaneyê pişta me li diwar, tav me û em jî cixareyê “dibirijînin”. Komên her du aliyan bi kurmaciya xwe ya “mîşlî”dev li canê hev kirine. Aliyek dîn, aliyê din dirustî, wekhevî...yê direqisînin. Kalê ku min li kêlekê cinû şikandîne bi bişirîna xwe ya xeybane erdê pêşiya xwe pîkol dike.
Wekî ku kalê ji xewa kûr teze hişyar bûbe ji nîşke ve radibe ser xwe. Piştî du sê gavan kapola xwe li hemberî her du koman di erdê de diçikilîne. Bi her du destan bi serê kapola xwe digire, bejna xwe ya tewiyayî bi ser wan de ditewîne. Bi dengê xwe yê fetisokî:
- Sed sal in em eynikê didin rûyê we, hûn li orta çavê xwe mêze dikin û dibêjin; ev ne ez im, ne em in. Tiştên niha hûn ji hev re dibêjin jî dipeytîne ku hûn gûyê eynî neqebê ne û hûn kîrê xwe û xiyêr jî ji hev dernaxînin. Loma, qisedana bi we re boş û bêfeyde ye. Qe nebe bihêlin bila ev miletê belengaz fatîheyek ji rihê cangoriyên xwe re bixwîne.

Las, Tapol, Gurz, Lod û Xelat

 Berî du mehan hê çavê we xwendevanan bi rûyê Diyarname yê nû neketibû Cemîl Oguz di “quncikê tarî” de ji bo min xêliya rûyê Diyarnamê da alî. Ji dîtinê min dît rûkê Diyarnamê. Rakirina her xêliyê xelat divê. Lê xelat bi pera jî li cem min peyda nedibû. Dibêjin dermanê keçel hebûya li serê xwe dida. Kêm zêde halê min jî halê keçelo bû. Ji ber hîn qewimîn/rûdanan min beriya salek xwe ji xwendin û nivîsandinê da alî. Tu nabê hişo ne bi dilek, lê  bi dozdeh dilan li benda wê rojê bûye. Heyateke tiral û rûtin li benda me bû. Îşê min û hişo îş bû. Diçûm kar û dihatim li Netflixê dibûm mêvan. Piştî demek ji vî halî aciz bûm û min xwest li xwendin û nivîsinê vegerim lê hê min rûpelek nedixwend xew pêjgarî min dibû. Min ji kitêb dida alî û berê xwe dida xewê. Bawerim ji twittera min jî diyar dibe ku leq bi kilavyê jî nediket.

16 Şubat 2024 Cuma

NÊRDEWAN

23 Mayıs 2022 Pazartesi

PEŞKÊN ŞEVÊ: 2

21

Doz toz e

Welat çavên pisîkekê ye

Dengê ney û meyê li dar e

sorê gewez in lêv

Parsûxwarê sotiye dil

Çav li hev in

Dil îşev li delava newalê

hespekî hêş e.

Doz toz e

li nava lingên hespê boz e.


22.

Pirtik pirtik dikirtike berf

Îskan şikiyaye

Sorê qimitiye erd








29 Nisan 2022 Cuma

PEŞKÊN ŞEVÊ

 1

Dibuhirîn

Nameyên ku li ser kurşe hatibûn nivisîn

Di îskeîska baran de zêr û zewer kirin

ref bi ref kişiyan şikeftên sawgirtî

Nalîn çilkiya dilê şevê

2.

Bi çirkîniya deriyê nîvekirî re

dengekî bêaqort olan da

Hey hawar

ma qey kurdî zikê xwe tijî kiriye?

Stûxwar in li rawestgeha dilên dilbirîn

bêzar û bêwar in

3.

Di bêdengiyeke helbestî de

li bin siya bîst û heşt sêdaran 

peyvê serjêkirî diperpitîn

Ey xwedêyo 

Ji paşila ezman bêhna sêvan difûre

Ruhistîn teşiya kurdî dirêse

Min di kevçiyê felekê de av vexwar

lê tîna dil netemirî

4.

Bajar di xewa mirinê de vedigevize

Mêvanê peyvên telaqavêtî me

Di guhê min ê kerr de

newayek ji Gîtara Bêtêl* dinale

Melkemot di pêgermoka mirinê de ye.

Serê xwe datinim ser çoka şevê

Gulîstanek tozgirtî dipijiqe

(*Navê yekem romana Cîhan Roj e)

5.

Di bibîkên berxikên hilî de

rastî hişê neteweya reşgirêdayî dibim

di vî çileyê çilxewrevîn de

Ey welatê di çavsoriya xwîna xwe de bizdiyayî

Xewn û xewnerojkan

keziyên xwe kur(d)kirin

Pîştî tavsorka di newala memikên te de çû ava.









6. 

Ey welatê bêpaşxane

em ê bixwînin zerya xwînê

Ta ku zanîn di nezaniyê de

wîjdan di bêwijdaniyê de

pîrozwerî di bin simên xerabiyê de pelixî

û em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan

7

Dikeve ber pêla bê

Tik î tenê

Xwînî ye li kuştina xwe digere

4 Nisan 2022 Pazartesi

Di Edebiyata Devkî Da Motîfa Memikan

 

Edebiyata devkî berhema jiyana sirûştî ye. Ji tecrubeyan zaye. Eger em bi çavên   îro li wê deryaya rengîn mêze bikin, em ê her tiştî şaş şîrove bikin (û jixwe em dikin jî!). Bi hilatina tavê ra aşê debarê ziviriye û hemî endamên civakê pê ra rabûne. Bi daketina tariyê ra “şer”ê hilberîna heyata rojane rawestiyaye. Bi hatina şevê ra “fêkiyên ku hatine berhevkirin” li sifreya heyatê hatine raxistin. Di Ode/diwanan da, şevbêrk hatine gerandin. Ode/diwan veguherîne dibistanan. Û di wan dibistanan da, bi şertê ku qisedan/derbirîn estetîkî be her tişt bêsansur ketiye ber pirsê û şîrove li ser geriyaye. Bi gotineke din, bi hatina tariyê ra şerê heyata rojane tevizî be jî teslîmî tariyê nebûye, bi afirandinên edebî ra şev/tarî çûrisandine. Vê çûriskê şewla xwe berdaye ser rojê jî. Lewra xebata rojane gelek caran veguheriye festîvalên hunerî.


22 Şubat 2022 Salı

GORE

 Piştî ji dilê dayê veqetiyam, bi tehma çiçikan hesiyam. Sal borîn, di havinekê de her çar lingê min bi bendê qalind girêdan, pozçilmûyê ku erbabê karê xwe bû bi hevringê ket ser laşê min û hiriya min qusand.

Berê êvarê, bi destê jinan gincî ji me hatin veqetandin û em kurisandin çewalan. 

Rojek payîza pêşîn di nava ava çem de em hatin şûştin û li ser sûran, em li ber tavê hatin raxistin. Pîrejinan li beravê kuçik danîbûn, di sîtilan de av germ dikirin.



31 Ocak 2022 Pazartesi

KUÇE

 Kuçe ji pisik û erebeyên parqkirî re maye. Berpirsê kar deng li karkeran dike; lalaw di talde û quncikan de nemîzin. Wê qasek din "radar" were...

Hê gotin di dev de ye  "mutehît" erebeyê dikişîne pêşiya xanî. Bi teqreqa ji avahiyê bilind dibe re çavên werimî û rûyên tirşok li paş paceyan xuya dikin. Bihêrs perdeyên şevê tên kişîn.



6 Ocak 2022 Perşembe

PERAV

 


Tîrêjên tavê bi qasî hestiyên mirov germ bikin tîn didan. Keştiyên lengerê wan lêxistî, li benda destûra rêvebiriya benderê bûn. Derya hêdî hêdî diliviya. Qaqlîbazan zikê zeryayê didan ber nikulan. Pîra ku te digot qey ji nav sêbareyên Agota Krîstofê pekiyaye, bi kapolê xwe, bermayî û geremola li dû ger û geştiyaran mayî tev dida. 

Karkerên avahiya rizyayî, piştî navrojê, çay vedixwarin. Dûyê cixarê li gel hilma ji îskanan bilind dibû nikaribû sohbeta siyasî nerm bike. Evdo  û Receb karton raxistin, berê xwe dan qibleyê...

24 Aralık 2021 Cuma

MEŞ

Di nav nivînan de vedigevizim.  Helbestên Edip Cansever jî nebûn hogir. Ji rojan în e herhal. Ketim serşoyê. Min û avê xwe şûşt. Bi niyeta belkî çîrokekê binivisînim ji mal derketim. 



Qasî meşa nîvsaetek gihîştim bin darên palmiyeyan. Hewa ewrav e.  Sê qaqlîbaz per û baskan diçirpînin. Guveguva bê û xuşexuşa pêlan e. Ne îşê aqilan e. Ji vê hewayê ne çîrok, çirçîrok jî dernayên. 

21 Aralık 2021 Salı

NEŞÛŞTÎ



 "Mijê kon daqurtandibûn. Min hew dît destek li ser dev û xinçer li qirika min e. Ez a teze bi hingila ketî, li hespê siwar kirim. Piştî rêya qonaxek em ji hespê peya bûn. Ji tirsan diricifîm. Simbêla xwe a hinekirî bada. Şimaqek avêt bin guhê min "ava reş" di çavê min de hat. Pişta min da zinar lingê xwe kuta erdê.

Ji ser gewdeyê min rabû. Xwe li hêsir û zarîna min nekir xwedî. Fîtik kuta. Çû ji heqiva li ser pişta hespê, taxima rû kurkirinê deranî. Çiçegên xwe kur kir. Taxima çekan li xwe kir. Li hespê siwar bû, ez avêtim terkiya xwe. Qamçî avêt nava hespê, hesp fizikî... Li nêzî konan rovî ji ber kevir rabû. Hesp veciniqî. Me xwe li erdê dî, piyê min stûyê wî şikest."

30 Kasım 2021 Salı

Romana Farûq beg


 Me makyaja avahiya rizyayî dikir. Farûq Begê ku her wext bi AKP’ê tehma devê xwe xweş dikir, vê carê li ber kompîtorê bû. Ji ku hat bîra min nizanim lê min dixwest tehma devê xwe xweş bikim:

- Farûq beg tu çi dikî? 

- Pîrtûkek dinivîsînim

- Çeşnê pirtûkê çi ye?

- Roman e.

- Hêvîdarim xwendina wê bibe para min jî. 

Farûq Beg gotin li şirêtê raxist:

- Sal, meh… Kî dizane bê ka ev roman çi wextî biqede, melûm e, wext jê re lazim e…

Min di dilê xwe de go, zirto, bila metin bi destê min biketa, minê wekî qirêja "înşaat"ê qilêra te jî vedimalî lê...

17 Kasım 2021 Çarşamba

QUTİYA ÇOPÊ

 Ji nava nivînan derket. Çû mitbaxê. Perdeya şevê da alî. Hêkek danî binê cewzeyê, av bera ser da. Demlig nîvî av kir. Hinek çay avêt binê demligê. Cewze û demlig li ser çaviyên tupê bi cî kir. Berî bikeve serşoyê binê demlig û cewzeyê pêxist.

Kincê xwe ji xwe kir. Di neynikê de ket temaşeya bedena xwe. Bişirî. Memikên xwe firikand... Bask bi lûfikê ketin. Tilî û pêçiyên bikef berî dan newaloka bigirûz, hilm bi avê ket... Heta bêhna bedena ku bûbû warê nalînan hat ber di bin avê de ma. 

Ji bin avê derket. Bornoz li xwe pêça. Çû mitbaxê. Çaviya binê cewzeyê reş kir. Çay dem kir. Berî da odeya xwe.