23 Şubat 2024 Cuma

Çîroka Selîm

 

Selîmê ku ev serê sî û du salan e di zindanê de ye bi tîqetîq, çepik, tîlîlî û hêsirên bêdeng yên hin kesên ku hatibûn pêşwaziya wî lingê xwe ji derê hepsê avêt der. Bi derketina ber derî re silogan û gul û çîçek bi ser Selîm re barîn. Piştî çavronayî hev û du hembêzkirin û mirçiniyan Selîm li erebeya ku ji bo siwarbûna wî hatibû hazir kirin siwar bû. Kesên mayî jî li erebeyên xwe siwar bûn. Konvoya ku ji konvoya dawetên giregiran ne kêmtir bû hêdî hêdî bi rê ket.
Wexta erebaya ku Selîm tê de bû gihşt ber avahiya birê wî yê biçûk û maliyên xwe lê diman tariyê erd xemilandibû. Çer Selîm lingê xwe ji erebeyê danî erdê birê wî yê nikaribû destûrê ji kargehê bigre û here pêşwaziya kekê xwe wekî cêwrikek çav bi diya xwe bikeve bi zarînî xwe avêt ser dest û lingê Selîm...
Wê şevê piştî bi xêr hatin û xweşbêjiyan Selîm û çend lêzimên pêş li ser sofreyê rûniştin.
Derengê şevê nivînên Selîm û birarziyê wî Delîlê ku peyveke bi kurmancî qise nedikir li salonê raxistin. Selîm ku ji ber westa rêwîtiyê di ciyê cî de di xew re çûbû bi pilepila Delîl re ji xew qil bû. Piştî fêm kir ku li mala birê xwe di xew de ye guhê xwe di alî pilepil jê tê de bel kir. 
Serê sibê Selîm ji xew rabû nivînên xwe da hev û ma li benda hişyarbûna maliyan. Qederek bêdeng di nava salonê de pêgermok gerand. Bi peyva “gunaydin amca” re bi rûkenî li birarziyê xwe vegeriya: “Siba te jî bi xêr be Delîlê xewn kurmanc.”
Wexta Selîm û Delîl ji meşa di bin berfê de vegeriyan malê taştê li salonê raxistî li benda wan bû...
Hê li ser sofrê bûn bû fîqefîqa têlefona bavê Delîl. Bilez sofre rakirin. Qefle bi qefle nas û lêzim kişiyan salonê. Bi her hatinê re Selîm radibû ser xwe bi dilgermî kesên hatî himbêz dikir halê wan dipirsî...
Şemiyê lêv li Selîm qelaşt. Ji ber diyalogên geriyayê û vinginiya dengên di guh de dikirin zinginî Selîm sibe zor di ser xwe de anî. 
Selîm mîna di nav kaoseke xewa şevan de be li civata ku digeriya temaşe dikir.
Emer û Welî ênî kutane hev:
.....
.....
 - Lawê te yê Efe çereye.
- Efecan xulamê te ye birakê Welî. Du sal e bûye kadrolî îmam. Egît jî bûye Ogretmen niha li Sîwasê gorevê dike.
-Wey xwedê emrê wan dirêj bike. Te pişta xwe kutaye pişta dewletê êdî pişta te nayê erdê.
-Xwedê îmana te kamil bike. Na lo ew qas mezin neke ancax em îdara xwe dikin.
-Teyî cînarê te ne niha dizanî. Dibên qîza Evkerîm Sorgul bûye polîs û lawê wî Rênas jî bûye ûzman çawûş gelo rast e?
-Erê rast e.
-Eyba reşê...
-Çima eyba reşê? Ma çi tê de heye? Ma gêçîma niha rehet e. Ne em tev ji bo gêçîma dinyayê dixebitin. Ê zariyê te çi dikin?
- Tên destên te. Ji xwe re dikana tekstîlê vekirine, roj bi roj dehf didin....
Serhat:
-Cindî tu bê di sêçima îja de em bi ser bikevin?
-Wele aqilê min ji yên me nabire. Bi vê qûşê emê ti carî negihîjin Mûşê.
-Çima?
-Ma tu nabînî. Em miletek bisilmanin û vana jî bi qûna solcîtiyê û lgbt ye gbt ye çi ye girtine bernadin. Nizanin siyasetê bikin.
 -Çer nizanin?
-Nizam ozerklîk û çi û çi... Yaw artix dev ji vê ayrimcilixê berdin. Em gi bira ne. Bila bêjin ev bayraq a me gişkan e. Ji xwe rastî jî werê ye. Xûna me û bav û kalê me gişka di nav de ye. Yên naxwazin di bin siya vê bayraqê de yaşamiş bin heqê wan tine li vir yaşamiş bin. Kî ji me re gotiye çi tu bi Xwedê kî? Em giş xwedî kar û îş in. Dev ji van tiştên boş berdin...
Qasim:
- Baqî tu jî ji xwe re li gund taximek xanî çênakî.?
-Çi îşê min li gund heye. Wele Îstenbol ji me re zêrê zer e. Şikur ji Xwedê re Îstenbol jî heye. An na me yê li gund çavê hev derxista....
- De dev ji derewan berde. Ne do ji bo serê govendê hindik mabû xortan çavê hev derxista. 
- De tu jî mezin neke ha. Gêncin xwîna wan dikele...
- Îşê te tune xwe bixapînî. De bi  wî weleyî, li vî erdî, halê me halê kuçika ye.
....
.....
Selîm hêdîka ji cihê xwe rabû. Derê salonê da cî û berê xwe da der. Çer ji çengeyê bînaya du roj e lê dima fitilî kocikê xwe ji xwe kir û berê xwe da parka ku ew û Delîl du sibe bûn li dimeşiyan. Herder çil sipî û kuliyên berfê bi bayê re çep û rast li bin guhê Selîm diketin. Wekî deh kesî dest kiribe qirikê faroniyê xwe jî ji xwe kir heya ber devê deryayê tena atlêt di bin berfê de meşiya. Li ber banka ku li ser lêva derya Marmarayê cî li xwe xweş kiribû atlêtê xwe jî ji xwe kir û li ser çekên xwe rûnişt. Ji cêva xwe pakêta cixarê û heste derxist. Kuliyên berfê pişta wî ya xetxetî dan ber ramûsanan. Hulm û gulma ji pişta xetxetî, tîna hêsrên ku ji hêrs û şermê, dûyê cixareya wî û azana meleyê esrê ber bi erşê ela bilind bûn.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove