23 Şubat 2024 Cuma

Navê Aqil Gelo ye


Ev nivîs silavek e, li keda Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş.
Bawer im her kesê ku guh dabê û çav li edebiyata devkî ya ku royî ser kaxetê bûye gerandî, rengîniya edebiyata devkî bi çavê serê xwe dîtiye û hebandiye. Bi kesebirrî Folklornas dibêjin: Edebiyata devkî beşeke muhîm û xas a folklora her miletî ye. Edebiyata devkî ew ax e ku destlênegeriyaye. Kodên her miletî di wê axa destlênegeriyayî de veşartiye. Armanca vê nivîsê ne ew e ku bikeve nava teoriyên navtêdana folklor û edebiyata devkî. 
Dengbêj Sidoyê Baxçe, di kilama bi navê HAWER DELAL de dibêje:
"Navê aqilê mera gelo ye".
Di çarçoveyeke teng de gelo'yên min jî hene! Tişta bûye/dibe sedema gelo'yan jî pirrengînî û dewlemeniya di dengbêjiyê de ye. Dengbêjî çi ye û çi nîn e, bi dehan awayên nêzî hev, heta niha hatiye pênaskirin. Lewre merû bi kurtebirî dikare bibêje: Dengbêjî/dengbêj -îstîsna hebin jî- berdevkiya mexdûran e. Çawa ku dema merû masî ji avê derdixe diperpite û kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve tere, rewşa me ya vê sedsalê jî halê masî ye. Lewre ezê hewl bidim hin pirs/gelo'yan arasteyî cimaeta hazir bikim û belkî gelo'yên me bi hev re bêtir zêde bibin û em bi saya gelo'yên xwe kêm be jî nêzî kok û hişê me yê ku ji me hatiye dizîn bibin.
Feodalîzmê teqrîben li rû dinyayê 600 salî serwerî kiriye. Vê serweriya hişk çiqasî reh û rîşal berdaye nava civakên dinyayê û miletên din bi çi hawî jê xilas bûne? Gelo bi rastî jî îro civakên dinyayê di vê sedsala ûltramodern de ji wî hişê feodal xilas bûne? Zanîna ku zanim devê me kê vedibe awayek ji awayan bi peyva feodalîzmê em serê pirsgirêkan -çi şexsî, çi civakî, çi mîlî- dinixumînin. Li rûyê dinyayê serweriya feodalîzmê 600 salî ajotibe jî hê li cem me/di nava me de qels be jî bi bandor e. "Yek ji sedemên vê berdewamiyê bindestiya me ye. Bawer im piştî rûdanên xelayan û qetlîamên - çi olî, çi sîyasî- bav û kalên me pê re rû bi rû man, her binemal, eşîr û mîrekî ji bo ku koka wan neqele û li ser xwe bimînin qutufîn xwe û serî li tevdîrên hişk dan. Hiş van gotinên di nava dunikê de bi min bide gotin jî dîsa îkna nabe" Loma jî her cara ku li dengbêjan guhdarî dikim, dewlemendî û rengîniya vê çandê dibe sedem ku bibe pilepila gelo'yan. Helbet ez ê hemî gelo'yan li vir rêz nekim, loma min li jor got ezê di nava çarçoveyeke teng de bîmînim.
1. Vê çanda devkî ya rengîn di nava wê serweriya feodal û "zextên olî" de çawa karî wiha rengîn bimîne û bibişkive? 
2. Gelo di nava hişê feodal û zextên olî de bişkîvî yan ji ya beriya xwe xwar/dixwe?
3. Ev rengîniya di dengbêjiyê/xweşbêjiyê de ji ku tê/dihat?
4. Dengbêj bi kîjan zirxî hatibûn/hatine rapêçan ku bêtirs karibin li orta dîwanê rûnin û li nava çavê civaka ku Mîr, Şêx, Beg, Axa lê hazir mêze bike û wan di ber "şûrê rexneyê" re derbas bike? 

Mînak: 
a. Dengbêj Şakiro: DEWRÊŞ EVDÎ, benda herî dawî:
"tu rabe bîst û çar saeta têke serê êl û eşîra xwe cuhurê di hespan e*
bira bîst û çar saeta bisekine li ser darê piyan e 
bîst û çar saeta bigirin dizgînê manegiyan e
ji xwe ra bibînin tevdîrek bed giran e 
îro şûnda ne wexta min û herban e
xelkê destê Eyşana bigirin bavên terkiyê di hespan e
namûsa qîzê we Mila diçe du quriş û nîvan e"
Dengbêj li vir piştî kuştina Dewrêşê Evdî û xortan bi devê Evdî yê bavê Dewrêş, Serokê Eşîra Milî Îbrahîm paşa rexne dike. Bi rexnekirinê jî namîne bi bilêvkirina "cuhurê di hespan" re dikeve sînorê heqaretê. Tiştekî din ê muhîm jî ew e ku dengbêj li vir mêldariya olî ji holê radike û li pişt Evdî yê Êzidî disekine, bi gotinek din ne li cem paşa/îqtîdarê lê li rex mexdûr seniye.
b. Dengbêj Şakiro: YAR YAR KAWÊ KUBARÊ.
"lawiko temî weyseta mi li te be
tu tu cara vê sibengê malxirabo bi ilmê xelqê nexape
lo lo kuro lo hoy oy...
berê xwe mede vê sibengê malê şêxan û mela
wê serê te bixine tim û tim cara qedan û bela
wey Xwedê bi Rebiyo wa li minê lo çuqa zulm e" 
Bawer im li vir hewce bi şîroveyên zêde tune ye. Dengbêj li vir peywira hişyarkirina civak û takekes esas digire. Hedefa rexneyan ji giregirên civakê Şêx û Meleyên ku li gorî ilmê xwe tevnagerin e.
c. Dengbêj Huseyno: TEW NARÎNÊ***
"Narîn dibê gelî gundiyan ez bextê we û xwedê ketime, li qisûra mi menêrin
wele mêrî kale mêrî kale, wax mêrê mi kale 
ez bala xwe didimê ji êvarê hetanî sibê li ser balgî
xwedê dizane him dikuxe pê re nalenale
gelî cimaetê di bextê we û xwedê ketime
tu cara li qisûra mi menêrin
hûn bi xwe di zanin bi şera dînê Mihemed em rabin, li ba şêx û aliman bigerin
ku mehra mi li vî kotî şindokê mêrê lê betale."
Li vir berê tîrên rexneyê li tevahiya civakê ye. Durûtiya civakê û otorîteyên ilmî/olî li ber çavan radixe. Kilam kilameke li ser zewacên bêdil e. Hiş, bîr û baweriyên îro kambaxiya tevgerên BÊDIL bi çi rengî pênase dike û di kîjan kategoriyê de bi cî dike derî mijarê ye. Loma, ji ber hesasiyeta mijara di kilamê de vê gavê naxwazim devê deriyeke din vekim. Lewre êş û zarîna jinê ya di vê kilamê de gihiştiye erşê ela niha hew bi bîra me dixim.
d. Dengbêj Reso: EZ GULO ME****
Hecî Mûsa Begê Xwêytî Guloya file ya çardehsalî bi darê zorê ji xwe re direvîne. Hecî Mûsa çi qasî lê dixe û êşkencê pê dike Gulo ji ola xwe û dilsoziya bi dergistiyê xwe re nayê xwarê. Tu rê û nîzam nikarin Gulo ji nava pencê Hecî Mûsa xilas bikin. Loma dengbêj dîsa li kêleka mexdûr sekiniye û berdevkiya Guloya file dike. Dengbêj kilamê bi devê Gulo dibêje. Qey tu dibê dengbêj û Gulo kirasşo danîne di her hevok û bendekê de Hecî Mûsa li ser text/kevir radixînin û bi şonik dikevine ser ta ku "dinyayê" bi vê kira Hecî Mûsa dihesînin.
Kilam dirêj e û derfetê nade ku merû bi jêgirtina bendeke tenê mexseda xwe vebêje û loma ji bona kesên bixwazin kilamê bixwînin kilamê li dawiya nivîsê bi cî dikim.
5. Sedemên vê bêhnfirehiyê/xweşbîniya civakê çi bûn an çi ne?
6. Kîjan aqil û ferasetê rê da ku civak wan rexneyan rabigire?
7. Dîsa kîjan hiş/ferasetê hîşt ku dengbêj li orta dîwanê rûne, sehneyên erotîk di hişê civakê de li dar bixe û bi vê jî nemîne rasterast navê jin/qîzê hilde? Çima îro ro civak û hişê me yê "ûltra modern" ji vê xweşbiniyê re dibêje “kixe”?! Gelo îro ro di vê dinyaya me ya ûltra modern de ma mimkûn e ku hunermendeke/î me rasterast navê jin/qîzê hilde û sehneyên bi wî havî di hişê civakê de li dar bixe? Bersiv NA ye: NA!
8. Kîjan hiş, aqil, feraset û xweşbiniya cîvakê hişt ku li MALA XWEDÊ -mizgeftê- diwanên dengbêjiyê bigerin?** Îro ro pêdivî bi çalakiyeke bi vî rengî tune be jî ji alî ferasetê ve bersiv NA ye: NA! 
9. Îro ro ji kilamên dengbêjiyê yên ku gihîştine me em xweş dizanin ku piranî nebe jî kuliyateke zêde zêde ji devê jinê hatiye hilçinandin/hilgirtin. Ew jî tê vê maneyê ku bi tevî hişê mêrane yê dinyayê jinên kurd wekî gelek waran di dengbêjiyê de jî rola xwe lîstine/girtine. Wekî nav îro pir kêm navên jinên dengbêj gihîştine me. Di nava kilaman de dengê jinê kifş û belî ye lê jin bi xwe yan tune ye yan jî bi îstîsnayan li diwana dengbêjiyê rûniştiye. Gelo ji bavê berê de ev rewş wiha bû yan piştî hatina ola îslamê dengê jinê dan qutkirin? Gelo çanda dev û poz girtinê, rabûna ser xwe-wekî hurmet- ya jinê ya li ber mêr, neqisedana bûkê ya bi xezûr û xesî û lêzimên zavê re, ji bavê berê de hebû yan ji ber hişê nêr/feodal û ola îslamê ye? 
10. Gelo ji layê fikirîn û zîmanî, rabûn û rûnişkandin, şeweyên hezkirinê, hêrs û bêminetî, mîmîk û awirvedanên hezkirinê, mîmîk û awirên hêrs û bêminetiyê, lixwekirin û xwarin, diyalogên takekesî, xwederbirîn, xweşbêjiya takekesî, şêwrî û hwd. de em çi qasî aîdî XWE ne?


*Cuhurê hespan: Çewalê ku bi piranî bi ka û ceh dadigirin û dixin stûyê hespan ji bo xwarina kayê.
Antolojiya Dengbêj Şakiro: Îbrahîm Şahîn & Omer Guneş,
** Ji diyalogeke min, Îbrahîm Şahîn û Omer Gûneş ya li ser têlefonê.
*** Antolojiya Dengbêj Huseyno: Îbrahîm Şahîn & Omer Guneş
**** Antolojiya Dengbêj Reso: Îbrahîm Şahîn & Omer Guneş

EZ GULO ME
Ax lê wayê wayê wayê...
hewar wayê ez Gulo me
Heci Musa Bego bes e
li mi nexe ez gune me
tu hecî ye ez File me
altún zêrê bê pere me
ez maşuqa dînê xwe me
tu yaşê mi dipirsî gidî ez çarde me
eslē mi dipirsî qîza Sarkoyê File, çiyayê Xarpêtê
destgirtiya Atirîng Paşa ez bixwe me
wayê wayê wayê...
hewar wayê ez gune me
lo lo Hecî Mûsa Bego Gulo tê ji Xarpêtê
îro ji bêriyê alba wî daye siyê
eskerê Hacî Mûsa Begê Xweytî giran bû
destê xwe avêtin tetikê modoliya rakirin, ajotin pêşiyê
mi rebenê zanibû ew gav Gulo kirin halê hêsîriyê
Gulo digo Hecî Mûsa Bego ez yeqîn dikim dînê heq dînê we ye
disa ji bo xatirê Atirîng Paşa ez naymê ser dînê Îslamiyê
wayê wayê wayê...
hewar wayê ez Gulo me
Lo lo Hecî Mûsa Bego Gulo tê ji Xarpêtê ji nav dikana
tu serê mi rakî kur bikî bi gûzana
goştê mi rakî bi kelpetana
ez yeqîn dikim dînê heq dînê we ye
Ji bo xatirê Atirîng Paşa nayême ser dînê busulmana

wayê wayê wayê...
hewar wayê ez gune me
Lo lo Hecî Mûso Bego, Gulo tê ji Xarpêtê ji nava aşa
le sêr bike li bejna Gula min a delal
Heci Musa Bego ez ji te ra divêm mi nekuje
ca li gustila tilî bêçiyê Gulo tevî qaşa
le eger tuyê mi bikujî
bira bi du mi ra dîsa sax be serê cotê bira û Atiring Paşa
wayê wayê wayê...
hewar wayê ez Gulo me
Hecî Mûsa bes e li mi nexe ez gune me
tu hecî ye ez gune me
altûn zêrîn bê pere me
ez maşûqa dînê xwe me
lo lo mala te mîrat bûyo yaşê mi dipirsî ez çarde me
eslê mi dipirsî qîza Sarkoyê File, çiyayê Xarpêtê
destgirtiya Atirîng Paşa ez bixwe me

wayê wayê wayê...
hewar wayê ez gune me
Lo lo Hecî Mûsa ez Gulo me Gula dîn im
dawa delme, paçê gulî ezê li xwe hilînim
rêka Stenbolê bigirim biqedînim
ezê textê Sultan Abdulreşad bigirim bi destekî bihejînim
eger ji gotina mi kevnê, ji halê mi pirsiye, bipirse
gava li hale mi nepirse ezê dakevim duwalê ejnebiya
temama bi têlgirafê bi xwe bidim, bihesînim

wayê wayê wayê...
hewar wayê li min wayê
iro berf dibare mîna kayê
imdada mi dûr e kes li gaziya mi nayê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove