23 Şubat 2024 Cuma

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî


Berê min li Îzmîra xopan e. Bîst deqe ye otobês bi rê ketiye. Li qoltixa pişt min jinikek û du zarok xwe hene. Bav, zarok û jinik mirçinî û çû. Bîst deqe ye zarok bê navber bi dengê bilind qise dike. Hew maye rabim dest bikim qirika wan.
Piştî otobês bi rê ket deng bi têlefona jinikê ket. Jinik bi dengek bilind bi mêro re qise dike. Ji mêro re dibê: Tu bi navê Xwedê kî dema tu ji mal derketî, paceyan vekirî mehêle, wê hûndirê malê di nav tozê de bimîne. Ji mislixa serşokê jî av dinisile wê jî çêke, heyfa avê ye. Û min jî îhmal meke!. 
Zarok: dayê ka te go di otobêsê de şimikan dikevin pê?. Ka şimikên me. Te tenê ji xwe re aniye? Zaroka dî dibê anê ka çîtos ka çîtos... Bi kirkirta çîtosan re dengê zarokan temirî.
LI NAV OTOBUSÊ BELAVBÛNA RÊWIYAN
Wexta em ji otogara Stenbolê derketin nîvê otobusê vala bû. Rêwiyên çav bi qoltixên vala ketin heryek li cihek rûnişt. Berdestî wekî cewrikê li dor birê pez diçerixe li dor rêwiyan ku cihê xwe terikandine diçe û tê carê yekî dişîne ciyê wan.
Ji ber kar û barê rojane û germê tu nabê min çavê xwe germ kirine. Bi niçandina xortê esmer re min xwe da hev û xortê me li tenişta min rûnişt. Cotek solên sporê, şal û tîşortek pîqol yên rengmor lê bûn. Di biniya por/tûncika bi traşa kurdî tiraştî û pozê biçûk de simbêlek tenik cî ji xwe re dîbû. Seatek qasî nalê hespê tevî tizbiyek li zenda destê rastê bi cî bûn. Du zendikên bi morî jî li dor zenda çepê aliyabûn. Bi rûniştinê re wekî ku merû fîş ji robot bikişe di cê cî de xortê me temirî. Hê qedeyek di ser temirîna xort re nebuhurî bû, bû pixepix û immmm immmmma wî. Çavên wî di bin perikên çavan de wekî kameraya ku 360 dereceyî li dor xwe diçerixe dizivirin. Bê ku kêliyek ji xwe şaş bike ji serê pênc deqeyan carek dibe pixepix û immmmm immmmmm a wî û pêra jî dinale. Cara bi car wekî ku zerzele li bedenê rabibe ricif pê dikeve bi kişandina tena xwe re dibe pilepila wî. Bi pilepilê re serê rêwiyan li qoltixa me dizivirin. Lê çi qise dike jê nayê fêmê, tenê carna sewteke wekî selewatan jê diçinge.
WÊNEYÊ JINIKÊ
Çiqas wext derbas bû nizanim. Bi hejîn/leqleqa qoltixa pêşiya min re ji cihê xwe qilbûm. Tu nabê Okizê qoltixa pêşiyê guhê xwe diçelqîne. Piştî çelqîna guh temam bû ew li têlefonê vegeriya û min jî serê xwe kuta camê û ketim temaşeya şevê. Bi immmm immmmma xort re wekî rêwiyan serê min jî xweber li xort çerixî. Wexta dîsa li camê vegeriyam şewla ekrana têlefona Okiz li camê raxistî bû. Dîtîna mi dît jinikek rismek xwe yê heta serê memikan rût ji nêro re bi rêkiriye. Nêro jî bi baldariya zêrkerek fotografê gir û piçûk dike.
DU XWEŞKOK KIŞAND NAV MÎNÎBUSÊ
Du seat bi derengî be jî li axa Îzmîra ku bû kêra kalanî û li pişta asmîlasyonê ket peya bûm. Piştî 364 rojan guherîna yekem e ez pêşwazî kirim ji holê rakirina xeta minîbûsên ku ez pê diçûm qonaxa xwe bû. Min jî berê xwe da erebeyên ku diçin Foçayê. Rêwî cime cim bûn. Li rawestgeha “Soguk kuyu”yê du xort din jî li erebê siwar bûn. Xortê devçewalê tim devbeş bi bihîstîna bihayê rê re (70 TL) go: haho te çi kir.  Bi dirêjkirina 200 TL'yî re lê zêdekir go: Em şagirt in... Bi lêvegera 120 TL'yî re kêfa devçewal bû du qat. Di erebeya ku rêwî bi hev re zeliqî de şofêr li “Serîn kuyu” yê dîsa sekinî. Du xweşkokên ji bihuştê fîrarkirî bi pêçan û li xwekirina ku xwe li avê bixin xemilî poz bi siwarbûnê nekirin. Devçewalê çav û go lê direqisîn di ser xweşkokan de bû xwûn û bi dirêjkirina destan re herdû xweşkok kişand nava minibûsê. Devçewal bi xweşkokan re ket nava qise, gixik û laqirdiyan. 
Li nêzî rawestgeha ezê erebê biguherim ji minibusê daketim. Li rawestgehê tîqîniya kesê ku gewriyê xwe li porê wî danî bû. Bihîstîna min bihîst ji kesa pêre bi sohbet bû re go: Pitê bi wî weleyî  “Kes gotina te nade ser kêmê”. Min gotin di nav nîşeyan de bi cî kir û bi bişirîn li mînîbusa ku ezê bibirama qonaxa min siwar bûm.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove