Tîrêjên tavê bi qasî hestiyên mirov germ bikin tîn didan. Keştiyên lengerê wan lêxistî, li benda destûra rêvebiriya benderê bûn. Derya hêdî hêdî diliviya. Qaqlîbazan zikê zeryayê didan ber nikulan. Pîra ku te digot qey ji nav sêbareyên Agota Krîstofê pekiyaye, bi kapolê xwe, bermayî û geremola li dû ger û geştiyaran mayî tev dida.
Karkerên avahiya rizyayî, piştî navrojê, çay vedixwarin. Dûyê cixarê li gel hilma ji îskanan bilind dibû nikaribû sohbeta siyasî nerm bike. Evdo û Receb karton raxistin, berê xwe dan qibleyê...
Bi dengê Tîlkî Îsmaîl re seriyên mayî li peravê zivirîn; mêrikek pişta jinikek dabû zinarê keviya behrê, bi lêvên wê ketibû. Qederek bi hev mijiyan. Jinik li ber kevirek vezeliya, mêrik ket ser gewdeyê wê.
Dîsa deng bi nav hev ketin. Kalê nobedar pekand ser xortan. Evdo piştî kartona li ser nimêj kir danî koşeyek, li kalê vegeriya, go:
- Heqê van kuçikên wiha kuştin e.
- Çi ji te re law. Tu nobedarê kîr û qûzê xelkê yî?
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove