Pelên daran dikin zer bibin, pişta me li dara sedsalî ya darçinarê ye. Lodeke ji qalikên gûzan li ber dara me pişt daye cî li xwe xweş kiriye. Mijeke tenik daristana ku di bînahiya me de raxistî dorpêç kiriye. Heşt gûzan ji çenteyê xwe dertîne. Sê gûzan dirêjî min dike, sê heba jî datîne ser kevirê kêleka xwe. Ewila ewil her du gûzê mayî dişikîne. Piştî êmîn dibe kakil ji qalikan xilas bûne. Bi kêf li Hirço (kûçikê li kêlaka wî rûniştiye) vedigere. Destê xwe li serî digerîne. Wexta kefa destê xwe li ber Hirço vedike, Hirço di derbek de kakilan li ser ziman digerîne. Ez li gûzê xwe, ew li para xwe vedigere. Dema dixwazim ez jî bi kakilê gûzek tehma devkê Hirço xweş bikim, dibêje:
- Na ji du gûzan zêde bixwe bi vîjikê dikeve...