Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan qasî hebên nîskê ne diçe û tê. Bi çilvîna zîvînî re, zîpikên xwîdanê yên li dor gupikan dibiriqin. Arezûya ji tabloyê dişûje, qirikê lê ziwa dike. Ji şûşeya li ser sêpayê, çend dilopan di ser gewriya xwe de berdide. Bi şikestina tîna tîbûnê re dibişire. Xwe ji kirasê xwe yê saten dike. Bi rûgeşî li bedena ku li ser nivînan vezeliyayî mêze dike. Li rex bedena di xeweke kûr de ye vedizele. Rûyê xwe, di nava memikan de bi cî dike. Bêhna xwêdana sivik a bi ser bedenê ketî hildimije.
Bi zarîna keştiyê re, ji xewna ditî qil dibe. Mîna cara ewil lêvên wê bi lêvan û destê wê li gupikan qelibî, laşê wê bi zerzeleyê dikeve.
Neletê li keştiyê dibarîne.
Ji nav nivînan derdikeve, di odeya xwe de pêgermokê digerîne. Çavên wê bi laşê wê yê çilmisî dikeve. Du hêsir ji kanîka çav xwe ber didin xwarê. Destê xwe li bedena xwe digerîne. Bi pistînî dibê: “Bi sebir, bi sebir...”
Porê xwe yê tayên spî ew dane ber xwe bi toqeyek lastîkî girê dide. Hêsirên li dêmên xwe vedimale. Berê xwe dide dolaba kincan. Mantoyeke tenik li bejna xwe ya tazî dike. Solên xwe dike pê û bi nav şevê dikeve.
Li ser peyarêka li keviya behrê rastî Rîsasê şerabxwir tê. Dibê: “Noşî can be Rîsasko.” Rîsas bi bişirîn şûşeya xwe dirêjê wê dike. Şûşeyê ji destê Rîsas digire, qurtek di ser gewriya xwe de berdide. Bi bilevkirina peyva “spas” re jê dûr dikeve.
Li ser banka di binya dara akasyayê de cî ji xwe re ditiye rûdine. Bi hilmijîna bêhneke kûr re di nav şaxên darê re li ewran mêze dike. Sura bayê li nav ranên wê de digere. Dibişire. Çavê xwe digre. Di bin qapaxên çavan de çavên wê diperpitin. Bi lebitîna lêvan re peyv bi baskan dikevin:
“Pêl li peravê piçikîn ricif bi biskên spîndarê ketin. Hêjîr ji şaxa xwe xeyîdî, darçinarê xwe neda alî, pisîka di bin dara hêjîrê de pixe pixa wê bû serserkî li bin guhê darçinarê ket. Mirişka li ber çûçikan, ji kêfê xwe li ber dîk melisand. Dîkê bêdestmêj li ser pişta mirişkê bang da. Ji çavreşiyan xule xul bi cûlix ket. Qaqilbaz û qijikê xwe dan bin dara sincê, darsincê bi bêhna xwe per û baskên wan nitirand.”
Çend caran dîmenê di hişê xwe de dubara dike.
Ji cihê xwe radibe. Bi meşeke sivik ber bi kursiyên çaygerê seyar ve dimeşe. Bi cixareyeke ji çayger girtî re du îskan çay vedixwe. Germiya çay û sohbeta çayger, xewna dîtî û wêneyê li hiş nîgarkirî dide ji bîrkirin. Bi berbangê re ji cîhê xwe radibe ber bi mala xwe dimeşe.
Serê sibê, bi ser û go û rûyê xwe yê nitirandî li kursiyê xwe rûdine. Bêhna qehweya ku dûkel jê hil dibe odeyê dorpêç dike. Nexweş bi gavên sist tê li qoltixa xwe ya herdemî vedizele. Berî çîrokên di hişê wan şiyar bibin, bi hev re dibişirin. Li paceyê vedigere. Derya di bin tavê de diçilvile. Çavê xwe li şopeke nas digerîne. Wexta li tiştek nas rast nayê, bi hîskiniya deng re li odê vedigere. Bi hêsirên li dêmên nexweş, qehweya sarbûyî û dîmena laciwerdî ya di navbera wan de asê mayî rû bi rû dimîne

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove