Ne gelkî, zêde zêde ji kilamên dengbêjiyê hez dikim. Kêm be jî, carna guh didim kilamên bi enstrûmanan ve tên gotin. Kilama bi navê Cano a ji dengê Hozan Baran jî yek ji wan kilaman e ku bi kêfxweşî guhdar dikim. (Kilam anonîm e û neketim dû ka kengê hatiye gotin û çend versiyonên wê hene.) Kilam li ser kesên ku negihîştine mirazên xwe ye. Kilam bi reng û sewta xwe ya dilşewat a ku nalîn û zarîn jê hildikişe ve, ne arabesk be jî, bi hest û xulxulîn/kakîna xwe ve perê xwe li ava arabeskê dixe. Bi kurtebirî, meriv dikare bibêje: di muzîka arabeskî de hestiyarî, bedbinî û bêhêvîtî li pêş in; loma muzîka arabeskî çeşneke mûzîkê ya xwedî enerjiyeke negatîf e. Ev enerjiya negatîf piştî radeyekê dil û hişê însanan dîl digre û dibe sedem ku însan ji sofreya heyatê ya pirrengîn vekişe.

