21 Kasım 2025 Cuma

Zozanên OnleyFansê


Tavê pencê xwe ji ser pozê çiyê ve berda xwarê. Barana ku di doh de dibare, niha veguheriye xunaviyê. Kalîn û merîna pezê di êvarê de, di bin şiliyê de tevlî xuşîna ava çem û cihokan dibe. Şêniyên zozanan bi bawîşkan ve ji bin kon û çîtan derdikevin. Teyir û tilûr per û baskên xwe diçirpînin. Zinarên asê yên gelî, mîna sûrên çîn û maçîn li hev aliyayî, di bin tavê de dibiriqin. Hilm û gulma ji erdê bilind dibe, vediguhere mijeke tenik. Keskesora ku konê xwe bi ser devê gelî, û mija tenik ve vegirtiye, bi bedewiya axê re cî bi cî teysa teyrê tawis li bînahiya meriya radixe.


Kuştina Weşanger


Vê sibê, sira sibê mîna bê tê. Hilma ji fîncana qehwê û dûmana ku mîna ewrên payizê ya ji cixareyê bilind dibe, li ber  paceya ku li ber rûniştî, wê  berbi xewn û xeyalên zarokatiyê ve dehf dide. Qederek di nav wan xewn û xeyalan de vedigevize. Bi qima dawî a qehweya li ber sarbûnê ye  vê nişeyê li e maila dosyaya xwe datîne. " Hêja nizam tê bîra te? Di civîna me ya dawî de pêşniyara te û edîtor ew bû ku ez  nivîskar bidim  kuştin, lê min weşanger kuşt."  Du emojînên bi tîqetîq û yekî jî dest li ber deve li nîşeyê zêde dike. Bi şandina dosya  romanê re, wek ku barê dinyayê ji ser piştê  rabûbe, bi kêf tena xwe kişand. Zeraqa tavê, dawî li gewriya serê sibê anî. Berê wê  dikeve ser dezgehê mitbaxê, rûtirşî lê biqewime jî nahêle kêfa wê xera bibe. Ji cîhê xwe rabû, berbi odaya xwe ya ku bi perdeyên reşê qetranî camên wan hatibûn nixumandin çû.

Kîjan Rastî

 - Qirnî

Bi vê gotinê re li der û dora xwe mêze dikim. Dema çavê min bi kesî nakeve di ber xwe de dibişirim.

Xwe bi xwe dibêm: Herê kaliyê êdî dilê te jî heye konê xwe vebigirî.

Lîstika hiş ji min kêm bû. Hiş berê xwe dide bist û du saliya ciwaniyê. Ez li herikîna çem vedigerim. Dengek şermok di guhê min de bi pistinî dibê:

- Qirnî.

Bêhemd li ser milê xwe yê çepê vedigerim. Sûretê min bi lêvên wê ve dizeliqin. Ji cihê xwe hildipekim. Jineke porkej a porqurişk û dev li ken li hemberî xwe dibînim. Şaşwaz mît û mat im. Bêdengî û nenasîna min kenê li ser rû diçilmisîne. Derî îradeya min ji zimanê min ê ku kilitbûyî peyva: "Qurmiçiyê" dipeke. Bi bihîstîna peyva qurmiçiyê re rûyê wê  vediguhere baxçeyê gulan. Her du destên xwe wekî per û bask dirêjî min dike. Bi wan per û baskan ve qederek min di himbêza xwe de dihebîne.

Ez Baş im

 Li kuçe û kolana ku her roj tê de dibuhurim, bi çavên beloq li der û dora xwe mêze dikim. Ev avahî û mixazeyên nû ji ku derketin? Ew qas guherîn kengê çêbûn? Ez li ku bûm? Ma her sibeh û êvar di heman rê de nediçûm nedihatim? Qey hiş û çav henekên xwe bi min dikin? Çavê xwe digrim û vedikim lê, dîsa heman dîmen. Ji xwe û hebûna xwe dikevim şikê. Erê dizanim va ye dimeşim, lê çima tiştek hîs nakim. Wexta ev guherîn çêbûn ez li ku bûm? Çawa û çima min tiştek ferq nekir? De were neteqe, de were dev li canê xwe neke. Offf nizanim, nizanim çi diqewime.

Toza Kelamê

 Bişirîneke ji girî me li keviya şevê. 

- Şev keneke dadayî ye li beyabana ro nediyî.
- Beyaban di kilameke bi girî de hilnayê
- Hilhatin hil nayê di kilamek de
- Kilama kelimî ji kîsê xwe dixwe.
- Kelama nekelimî ziyan e.
- Zayîn şewqa tariyê ye
- Zayîn ziyan e.
- Weheeeew te kuşt.
- Tira xwe neke hustiyê min. Ger kujerek hebe ew jî tu bi xwe yî.
- Çi çi?

Gola Xwînê

Nezanîn

 Mija li nav porê te me. Ev hevok ji ku za û çima hat li serê nivîsê rûnişt nizanim. Zanîna dîzanim nezan im. Zanîn çi ye daw û doza çi li me dike wê jî nizan im. Bi vê nezaninê ve tilî li ser klavyeyê direqisîn. Tişta direqise tilî ne an hiş e, wê ji nizanim. Guh di ser dil de bel dikim deng jê nayê. Newêrim berî bidim hişê fesad.

-Ma ez pîr bûme?

-Marijana te ev ji ku derxist