24 Aralık 2021 Cuma

MEŞ

Di nav nivînan de vedigevizim.  Helbestên Edip Cansever jî nebûn hogir. Ji rojan în e herhal. Ketim serşoyê. Min û avê xwe şûşt. Bi niyeta belkî çîrokekê binivisînim ji mal derketim. 



Qasî meşa nîvsaetek gihîştim bin darên palmiyeyan. Hewa ewrav e.  Sê qaqlîbaz per û baskan diçirpînin. Guveguva bê û xuşexuşa pêlan e. Ne îşê aqilan e. Ji vê hewayê ne çîrok, çirçîrok jî dernayên. 

21 Aralık 2021 Salı

NEŞÛŞTÎ



 "Mijê kon daqurtandibûn. Min hew dît destek li ser dev û xinçer li qirika min e. Ez a teze bi hingila ketî, li hespê siwar kirim. Piştî rêya qonaxek em ji hespê peya bûn. Ji tirsan diricifîm. Simbêla xwe a hinekirî bada. Şimaqek avêt bin guhê min "ava reş" di çavê min de hat. Pişta min da zinar lingê xwe kuta erdê.

Ji ser gewdeyê min rabû. Xwe li hêsir û zarîna min nekir xwedî. Fîtik kuta. Çû ji heqiva li ser pişta hespê, taxima rû kurkirinê deranî. Çiçegên xwe kur kir. Taxima çekan li xwe kir. Li hespê siwar bû, ez avêtim terkiya xwe. Qamçî avêt nava hespê, hesp fizikî... Li nêzî konan rovî ji ber kevir rabû. Hesp veciniqî. Me xwe li erdê dî, piyê min stûyê wî şikest."

30 Kasım 2021 Salı

Romana Farûq beg


 Me makyaja avahiya rizyayî dikir. Farûq Begê ku her wext bi AKP’ê tehma devê xwe xweş dikir, vê carê li ber kompîtorê bû. Ji ku hat bîra min nizanim lê min dixwest tehma devê xwe xweş bikim:

- Farûq beg tu çi dikî? 

- Pîrtûkek dinivîsînim

- Çeşnê pirtûkê çi ye?

- Roman e.

- Hêvîdarim xwendina wê bibe para min jî. 

Farûq Beg gotin li şirêtê raxist:

- Sal, meh… Kî dizane bê ka ev roman çi wextî biqede, melûm e, wext jê re lazim e…

Min di dilê xwe de go, zirto, bila metin bi destê min biketa, minê wekî qirêja "înşaat"ê qilêra te jî vedimalî lê...

17 Kasım 2021 Çarşamba

QUTİYA ÇOPÊ

 Ji nava nivînan derket. Çû mitbaxê. Perdeya şevê da alî. Hêkek danî binê cewzeyê, av bera ser da. Demlig nîvî av kir. Hinek çay avêt binê demligê. Cewze û demlig li ser çaviyên tupê bi cî kir. Berî bikeve serşoyê binê demlig û cewzeyê pêxist.

Kincê xwe ji xwe kir. Di neynikê de ket temaşeya bedena xwe. Bişirî. Memikên xwe firikand... Bask bi lûfikê ketin. Tilî û pêçiyên bikef berî dan newaloka bigirûz, hilm bi avê ket... Heta bêhna bedena ku bûbû warê nalînan hat ber di bin avê de ma. 

Ji bin avê derket. Bornoz li xwe pêça. Çû mitbaxê. Çaviya binê cewzeyê reş kir. Çay dem kir. Berî da odeya xwe.

21 Ekim 2021 Perşembe

XEWN

  Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misînê avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe şiqitand, şirinî jê çû. Rahişt misînê kêleka xwe çend kulm av reşand cîhê şirikê. Rabû derpê xwe kişad jor. Xur bi şûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêşên dêrî kişand bin xwe dîsa li ser çoka rûnişt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêşa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.


ESRA DERENG

 Bi nasîna newayên zarokatiyê re wekî çaya esra dereng li "rihê" wî geriyabe beşişî. Rahîşt têlefonê rûpela xwe a facebookê vekir. Hêdî hêdî leq bi tiliyan ket. Nivisî, reşkir(dîsa) nivisî...

Di cihê xwe de bê lebat ma. Sermayê ew da ber singê xwe.  Zinge zinga didanê wî makineya li ser dişuxulî bi bîra wî xist. Ji cihê xwe rabû pêgermok gerand. Dîsa xwe bi xwe axifî.


- Na bavo na van tiliyên bênamûs ji bilî şixulandina wê dêwa hesinî bi kêrî tu gûyî nayên. Xwe bi xwe xweş diaxifim. Xwe berdidim binê newalên kûr. Rê û dirban gelî û mesîlan xweş dinasim. Min di qirş û qalan nîhayo. Wey Xwedê tu nehiştê. Qey te li ber serê min nekira pile pil nedibû. Di ku de diçim kanî û avsarkên min nedîne tên gûyê xwe di nav hişê min de dikin. Kuro bi Xwedê te dîsa daye navê. Ez nedim nav wê kî bidiyê bavo. Weleh wî camêrî rast gotiye em nikarin qasî misqalek  bi zimanê xwe bifikirin. Bajo berxê mino bajo. Çima nabêjî serê min ê kundir bi kêrî tiştek nayê.

25 Eylül 2021 Cumartesi

NOSTALJÎ

 Ji roja ku te bişirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan şûr simbêlê kenê me nedibirî. Deng û dûyê cixareya Îsko yê sîmsar navçe li ber xwe dibir. Ber êvaran rê bi nameyên te dixemilîn. Xewn û xeyalên me bi zimanê dereke direqisîn.



Çilkên şiliyê li ser seramîkên şaneşînê dikin çinginî. Ba cilên li şirîtê raxistî dilivîne. Li vî yalî zeman şêlû diherike. Mebej zemên û reng. Li ku mêze dikî xemek xwe dide der. Dest diavêjî kijan guliyê boyax jê diniqute. Tîp hişk in, peyv bûne dûpişk. Hêvî loqeke di her gewriyê de. Qijik jî îro melûl in. Nizanim destxeta min hê li cem te ye? Niha xweş dizanim dema Şakiro dibê "bi îşareta destan" çima agir bi canê min dikeve.

17 Eylül 2021 Cuma

FATÛRE


Li ber xanî kincê xwe ji berfê daweşand. Bi nêrdewanan ve hilkişiya. Fîzîniya bê li der ma. Derî bi mifteya xwe vekir. Bi vekirina derî re bêhna cixarê dilê wê rakir. Bilez pace vekirin. Ket mitbaxê dest bi haziriya taştê kir. Mêrik ji xew rabû bilez çû serşoyê... Berî da mitbaxê. Rojbaşî dan hev... Jinikê pace girtin. Kincê qilêr avêt cilşoyê. Deng bi saeta li ser dezgehê ket. Mêrik pariya di devê xwe de cût meşiya... Jinikê ji bo şîvê xwarin da ser. Qutiya sergo vala kir. Tûrê bermayiyan danî ber derî. Serê xwe şûşt. Porê xwe yê reştarî bi makînê ziha kir. Tişortek mor  û şortek zer li xwe kir... Ji sarincê bîrayek derxist. Çû odeya xwe. Pirtûka li ser sêpayê girt. Li ser nivînan vezeliya çavên xwe kuta rûpelan... 


12 Ağustos 2021 Perşembe

EYDî

Nedihat bîrê çextê ji warê xwe qetyabû. Morîka xewê kengê ketibû go. Di oda xwe ya ro nedidî da, ji xew qili bû. Çavê xwe li odê gerand, tişt jê neket sêrî. Serî jixweber ket ser balîfê. Bawişk hatinê, tena xwe kişand. Cixareyek pêxist ket dû xewna dîbû. Kir û nekir xewn nehat bîrê. Rahişt têlefonê, medya sosyal pîkol kir. Bi peyamên pîrozkirina cejnê re ciya wî ket bîrê. Bi lez têlefon danî. Çû serşoyê rûyê xwe kurr kir. Serê xwe  şûşt. Îşlikekî spî û şalê kot li xwe kir. Gore kir pê. Ji malê derket, li kafeyekê rûnişt. Qehweyek tehl ji garson  xwest. Rêşana têlefona xwe tevda. Bi zorê nimraeya têlefona diya xwe dît. Piştî sê caran têlefon naliya, diya wî vekir.


- Elo

- Merheba dayê. Qe tu çerre yî.

- Law te çer bi xwe re dî têlefon bikî. Rind im rind... çavê te radimûsim. Ka tu çerre yî?

- Ez baş im... Eydiya te bimbarek be dayê.

- Pirr Eydiyan bibînî. Lawo li van deran jî eydî nemaye. Ji xencî çend zarûyan, kes li eydiyê nagere. Gişk qurre bûne, qurre.

- Tişt nake dayê. Wê niha...

- Law têlefonê bigre, zarû hatin!.


Nîşe: Eydî ya we pîroz be.

https://diyarname.com/article.php?Idx=12642


POŞMANÎ

Li bin dara tûyê rûniştibûn. Cemîlo xwest avê ji ser galegala kar û bar bibire. Deng li xwediyê avahiya lê dişixulî kir.



- Kek Işık tu royê çend pakêt cixare dikişînî.

-Sê pakêt, lê tu?

-Pakêtek.

-Wê jî mekişîne. Gerçî şerm dikim ji kesî re bibêm mekişine. Heqê wan e ku bibên, hey serê kîrê min! ev gûyê tu dixwî çi ye.

Mixtar xwe piz kir goyê gotinê bada.

-Tu qet nezewicî ne?

Işikê por kiribû toraq çavê xwe li kuçeyê gerand, cixareya ku li ber xilasbûnê bû reş kir, cixareyek din pêxist, û li mixtar vegeriya.

- Ez xebitim, min xwar û vexwar, kîrê min radibû lê serê min ji ser maseyan ranedibû. 

Nîşe: https://diyarname.com/article.php?Idx=12639

14 Temmuz 2021 Çarşamba

MIRÎ NAYÊN JIMARTIN


Li dor pakêtek straforê, li ser tûxleyan rûniştîbûn. Bêhna biharê dihat. Reşo li der û dora xwe mêze dikir. Niçe niça wî bû. Ji cîhê xwe rabû; hîn tûxle, mîxên bela wela û alav dan hev. Rûnişt. Bêdeng ma. Qero gotinên xwe sist kiribûn, hûr hûr dikola:

"Wê tarîx vê zilmê binivîsîne"

Reşo xwe ranegirt:

- Ez di tarîxê nim; ma tarîx miriyan dijmêre?



 

27 Haziran 2021 Pazar

Destên Leylayê


Ji  ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e mala xwe xirab dike, ocaxê xwe kor dike, derê xwe bi heft kilîta mor dike, dibê sing û berê Sadiya xanimê reşe deq lê nayê...” Xwe li ber neynika serşokê dibinim. Ji bedena ku kumê xwe ji têkçûnê re xwar kiriye aciz dibim. Berî didim hiş û dil, deng ji wan jî biliye. Bi firçeya didanan heta xwîn bi devê min dikeve didanê xwe dişom. Avek şîrgerm li xwe dikim.  Min hê çek li xwe nekiriye, lawikê biçûk li ber min diçikile. Soza min dayî bi bîra min dixe. Dikim bibêjim qedexe heye li der, ew bi kenê xwe min qaneh dike. Heta ew û birayê xwe xwe hazir dikin, berî didim medyaya sosyal. Serê bername û derçûna kitêbên nû li hev dikevin. Bi deng û kenê xwe yên şîrîn min ji wê hêwirzeyê xilas dikin.


13 Haziran 2021 Pazar

Tizbiya bavê min



Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund. 

Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola pijiyayî da ber kita. 

Tasa dendikên zeytûnan kişand ber xwe. Serê sî û şeş dendikî da ber derbên êge yê heta kol bûn. Ma li benda sorbûna singê di nav êgir da. Bi baldarî dendik qul kirin. Rûn berda tawê, hebên qulkirî di nava rûn de qeland. 


Bav û Law

 

Royê tirêjên xwe bexşî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da şaneşînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev dibû. Berî derkeve şaneşînê nivîsek di derbarê teknolojiyê de xwendibû û carek din bi çavê serê xwe bûbû şahidê xweşî û nexweşiyên înternetê. Lê kurmê edetî destê wî dîsa bir bêrikê, têlefon deranî, çavek li têlefonê gerand, dîsa têlefon berda bêrika xwe. Ji aciziya dengên hawirdorê, pişta xwe da înşaatên van demên dawî wekî xilt ji bin erdê serî bilind dikirin. Sura bayê li singê wî xist. Ricif ket canê wî. Ji neçarî pişta xwe da tavê. Çavên wî li ser kalê dirfê Afxanî pêdiket aliqîn. Bêwarî û bindestiya xwe ji bîr kir. Kalê piştî dar şikandin agir bera binê semawerê da. Bi bilindbûna dû re ji ber çavan winda bû. Bavê xwe yê çendin sal in di binê axa sar de dinive bibîr anî. Nefesek kûr kişand ji cixareya xwe. Qewimînên hefteya borî ên li dibistana lawê wî wekî fîlmekî lê bûn mêvan.














20 Nisan 2021 Salı

DENGBÊJ HUSEYNO

Dengbêjî edebiyata devkî a herî xweser ya miletê kurd e. Dengbêj pişta xwe dide axê, ji xweristê avaheyatê vedixwe. Dengê/melodî dengbêj ji dilê xwezayê dipijiqe. Di golgeniyan da hilnayê/napingire. Xuşînê bi deşt, newal, gelî û mesîlan dixe. Her ku li kevir û zinaran diqelibe xas dibe… Dibe quling li deşt û zozanan dixingîne. Bi per û baskê xwe ra peletê ewran "belav" dike. Di oxilmê giran da dibe sura sibê, xwîdana li eniya egîd û cindiya sar dike. Bi meşwerdegiyê ra agir li dilê xort/qiz, kal û pîran geş dike. Bi şîrqîna birûskan ra şax davêje. Di şevên tarî da li gel qendilê dibe tav, heyatê di ser şêniyê xwe da ro dike. Li eresa meydanê/dîwanê heta xwe nekuje/heyfa mexdûr û mêrxasan hilmede ranabe.