1
Dibuhirîn
Nameyên ku li ser kurşe hatibûn nivisîn
Di îskeîska baran de zêr û zewer kirin
ref bi ref kişiyan şikeftên sawgirtî
Nalîn çilkiya dilê şevê
2.
Bi çirkîniya deriyê nîvekirî re
dengekî bêaqort olan da
Hey hawar
ma qey kurdî zikê xwe tijî kiriye?
Stûxwar in li rawestgeha dilên dilbirîn
bêzar û bêwar in
3.
Di bêdengiyeke helbestî de
li bin siya bîst û heşt sêdaran
peyvê serjêkirî diperpitîn
Ey xwedêyo
Ji paşila ezman bêhna sêvan difûre
Ruhistîn teşiya kurdî dirêse
Min di kevçiyê felekê de av vexwar
lê tîna dil netemirî
4.
Bajar di xewa mirinê de vedigevize
Mêvanê peyvên telaqavêtî me
Di guhê min ê kerr de
newayek ji Gîtara Bêtêl* dinale
Melkemot di pêgermoka mirinê de ye.
Serê xwe datinim ser çoka şevê
Gulîstanek tozgirtî dipijiqe
(*Navê yekem romana Cîhan Roj e)
5.
Di bibîkên berxikên hilî de
rastî hişê neteweya reşgirêdayî dibim
di vî çileyê çilxewrevîn de
Ey welatê di çavsoriya xwîna xwe de bizdiyayî
Xewn û xewnerojkan
keziyên xwe kur(d)kirin
Pîştî tavsorka di newala memikên te de çû ava.
6.
Ey welatê bêpaşxane
em ê bixwînin zerya xwînê
Ta ku zanîn di nezaniyê de
wîjdan di bêwijdaniyê de
pîrozwerî di bin simên xerabiyê de pelixî
û em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan
7
Dikeve ber pêla bê
Tik î tenê
Xwînî ye li kuştina xwe digere