12 Aralık 2020 Cumartesi

Hin şaşiyên di nivîsa Sedat Ulugana da

 




Wexta min nivîsa Sedat Ulugana ya bi navê:

Du hevalê Evdalê Zeynikê: Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor” di malpera “Xwebûn”ê* de xwend, wekî ku min zêrekî reşadî bi dest xistibe, di ber xwe de ji kêfan bişirîm. Lê bîra min a kor, mîna sîtila bilxur ji bin ve keliya, kêf li min kir kerrafî. Min rabû berê xwe da kitêba Ahmet Aras a bi navê “Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê**. Pirtûka ku min sê caran xwendibû, min dîsa di ber çavan ra derbas kir. Di nava rûpelan da rastî agahiyeke bi wî rengî nehatim.

Ahmet Aras: ”Li gor gotina nebiye wî yê mezin Emerê Zeynikê, Evdal 110 sal emir kiriye. Bi gotina kurê nebiye wî H. Beşer, ewî 115 sal, bi gotina kurê nebiyê wî yê din Heyder jî ewî 105 sal emir kiriye. ….Evdal di serê 1800’î de hatiye dinê û di sala 1913’an da wefat kiriye.”

14 Temmuz 2020 Salı

WARÊ GOTIN Û MUZÎKA KURDÎ, DENGBÊJÎ

Hevpeyvîn: Dilşêr Bêwar





Ez fambarî xwe bûme nebûme dengê dengbêjan di guhê min da dizinge. Bi taybetî jî sewta Şakiro.

Dengbêjî ji bo min ne tenê cureyekî muzîkê ye, "ava heyatê" bi xwe ye. Çawa ku wexta merû ji tîbûnan dikesire û rastî kaniyeke sar tê, devê xwe dike kaniyê jê vedixwe û zik li mirov dibe meşk lê hesta tîbûnê ji ser mirov ranabe, guhdarkirina min a li dengbêjan hesteke wiha bi mi ra çêdike... 

Carna mîna zarokekî ku çavên wî çawa bi pêlîstokekê dikeve, ji kêfan lê tê ku bifire; wexta peyveke teze keşif dikim di nava dengê dengbêjan dikevim heman halî. 

Carna bi dengbêj re digirîmû dikalim, li qada şer çav li min tarî dibin, bi wan re şer dikim... Piştî salan bi çavê serê xwe dibînim ku her tere zimanê min sade û sivik dibe, "peyvên naylonî yên birqok" ji xwe dikim, bal li min sivik dibe. Bi gotineke din li kok û asasê xwe vedigerim. 

18 Mayıs 2020 Pazartesi

TUCMAC


Di sala 95’an de min di “Lîseya Erzeromê” de dixwend. Li mala xwendevanan (ogrencî yurdu) dimam. Xwediyê yûrdê leskerek teqawîtî bû. Bi dîsîplîna leşkerî mal bi rê ve dibir. Mirov ji lezeta xwarinan xilas nedibû. Her şemiyê roja “mantiyê” bû. Mantî ji alî şiklî ve jî nedişibiya ya îro em dixwin. Du sê şev berê ez û dotmama min û xanimê rûniştîbûn. Me sohbet dikir. Min qala wê mantiyê kir. Bi tarîfkirina min re xanimê go, “Ew ne mantî ye, tucmac e. Çêkirina wê jî rehet e. Ezê rojek ji me re çêkim.” 

Ji ber koronayê malûm em di mal de asê ne. Du saet berî fitarê min mesele dîsa vekir. Xanimê xwe da naziyan deh bahane rêz kirin. Axir min kiribû serê xwe diviya tucmac îşev li ser sifreya fitarê ba. Di dawiyê de ez bi ser ketim. 

Melzeme:

Ard, du hêk, xwê, goştê kutayî (qîme) du sê bacanên sor, du sê îsotê teze, pîvazek, îsota reş, pûl biber, rûn, mast, sîr. 

15 Mayıs 2020 Cuma

JI AŞ Û BAJÊR


Tav şîrîn bûye. Hulm û gulm ji erdê radibe. Bihar dike destmala xwe ya rengîn bihejîne. Bavê min ê ku dozdeh sal in derbasî mekanê xwe yê esasî bûye li ber çavê min bi gewde dibe. Hêdîka li ciyê cî rûdinim. Birrek di destan da li dor daran diçe tê. Şaxê darekê di çavê xwe ra dike. Hêdî hêdî wê şaxê dibirre. Li binê darê tûşkanî rûdine. Dest diavêje bêrika xwe. Mesat û kêrê ji cêva xwe dertîne. Kêra xwe disû. Mesatê datîne, tiliya xwe li devê kêrê digerîne. Wexta ku kêr serê çend mûyên pişta destê wî dide ber lêva xwe, bavê min ji karê xwe qayil, dibişire. Pişta xwe dide darê bi çarmêrkî cî li xwe xweş dike. Dema pûrkirina ço xilas dike, telikên xwe datîne xûdana eniya xwe pak dike... Ji cihê xwe radibe tere perçeyek cam ji qula diwar dertîne û dîsa tê li cihê xwe rûdine. Ne tîna tavê, ne jî vîçevîça çûçikên çolê li ser bala wî ne. Cama di dêst de bi ûsil li dor ço digere. Wexta sîqalkirinê xelas dike camê datîne, bi kêrê dest bi kêrtkirina ço dike.

4 Mayıs 2020 Pazartesi

ŞEVBÊRKA SIYEHMED



Çokek du çok berf li erdê bû. Bi ketina berfê re eyan bû wê çokek din lê zêde bibe. Cimaeta taxa jor wekî her car li mala Apê Hecîbaba li hev rûniştibûn. Hulmugulma ava misînê li ser sobê tevli dûyê cixarê dibû. Kal û navsere li alî jorê odê pişta xwe kutabûn balîfan li ser mînderan cî li xwe xweş kiribûn. Xortan jî li binya wan qor temam dikirin. Bi kişandina cixare û "xwarina" çayê re qise li qiseyê zêde dibû.

3 Mayıs 2020 Pazar

Di kilamên Şakiro da meseleya “KU”yê







Berî rocî li me bibe mêvan, çextê dilê min bixwesta ez ji xwe re diketim xewê û şiyar dibûm. Bi hatina rociyê ra pergala min a têra xwe tiral xeratir bû. Heta destê sibê êdî bi pera jî be xew bi çavê min nakeve. Roya min bi bedeneke qerimî û bêxew dest pê dike... 
Min fitara xwe vekir û li ber semawerê rûniştim. Îskan li ser îskanê çayê diqulipînim. Heqê we heye hûn bibêjin ji me re çi tu çi dikî, kerem ke kula xwe birêje. A baş ew e ez bibêjim ev der dengê Dilo ye. Diloyê ciya xwe xeber dide.
Berî şevek du şevan Sevîlay İşikê twîtek li twitterê belav kir:
"Niha di nava kilamên Şakiro da li "ku" yê digerim. Kilama sisêyan e guhdar dikim, hîn rast lê nehatim." 

19 Nisan 2020 Pazar

Emê kon li darxin


Koronayê derî di ser me da kûp kiriye. Ji rojan şemî ye. Tav diqijile li Stenbolê. Xwedê zane niha çi xûşe xûşek xweş bi peravan ketî ye. Di navbera ode, mitbex, şaneşîn û medya sosyal de pêgermokê digerînim. Wekî her carî piştî nîvroyê şaneşînê dişom. Xaliyê li şaneşînê radixim, mînderan lê rast dikim. Vê carê qewimînek din rû dide. Lawê min ê mezin (deh salî ye) û birayê wî çarşevê tînin, dibên “emê kon li darxin”. Tevlî karê wan nabim. Diya wan tê şaneşînê  eferimek bexşî wan dike.

Di rojên koronayê da diyalogek li ser têlefonê


- Qe çer dikî?
- Li ber rehma koronayê me. Çi bikim di mal da me. Qe tu çere yî?
- Rind im. Law korona morona derew e. Ev saw zûda di nava milet da heye.
- Ça derew e? Ma te nediye însan ça dimirin?
- Ev giş pîşkên kapîtalizmê ne. Law îş û kar tune wê însan ji biriçinan bimirin. Milet wê bikeve qirika hev. Tu mêzeke sibê dusibe wê jin û mêr hev berdin. Teze were sêrê.

10 Şubat 2020 Pazartesi

Rûniştîman û Tendûrek



“Rûniştiman” navê berhema Celadet Alî Bedirxan e. Weşanên Avestayê ev berhem ji nivîsên Celadet Alî Bedirxan yên di kovarên bi navê “Hawar” û “Ronahî”yê de derketine hilçinandiye. Di destpêka kitêbê de Celadet Alî Bedirxan bi bîraninek me ji serboriya nivîsîna nivîsên coxrafik agahdar dike. Rojek ji rojan keça Celadet Sînemxan jê dipirse gelo di kovara Hawar û Ronahiyê da nivîsên coxrafik hene an na? Piştî israra Sînemxanê Celadet  ji neçarî zend û bendan badide, 43 nivîsên coxrafîk dinivîsîne û ev nivîs îro wekî berhem li ber destên me ye. Li vir tişta balê dikişîne bi qasî hêjabûna van nivîsan cidiyeta Celadet Alî Bedirxan a rewşenbîriye.

"Erdê  Sîcilyayê  erdekî bi nan e; nemaze erdên dora tendûreka Êtnayê..." Wexta min ev hevok xwend yekser çiyayê Tendûrekê hat bîra min. Min hevok dîsa xwend gava jê êmin bûm di wateya "Volkan"ê de peyva tendûrek bikar tîne çavên min biriqîn...