Roja yekşemê (23.12.2018) dema xebera nebixêr a wefata xalê min Evla gihîşt me ez li ser kar bûm. Bi tevî ku haya min ji rewşa xerab a xalê min hebû jî bi bihîstina peyva mirinê re piyê min di ber min de ketin. Di cih de min pişta xwe da dîwêr û li cihê cih rûniştim. Bi dengê hevalê em bi hev re dixebitîn li xwe werqilîm. Me alavên xwe dan hev û berî da malê. Li otogara Stenbolê em deh lêzim gihîştin hev û bi otobusê me ji ser Erziromê re berê xwe da Qerqebazarê.
Dema em ketin nav sînorê Erziromê qirek berf ketibû. Carnan hûr hûr carnan jî wekî têpî berf dibarî. Bi hesreta salan a nedîtina zivistana welat çavê min her li der bû. Çer ji otobusê daketim min cixare pêxist bi nav berfê ketim. Ji otogara Erziromê bi servisê me berê xwe da “Çukur Çeşme"yê. Wexta "serwîsê" qismek rêwî li "Havuzbaşi"yê danîn bîranîn di ser min de xirucîn. Berî qeder çep bizivire û min biavêje metrepolan cara dawî ez û "kinê" di sala 1997’an de li "Hawuzbaşi"yê li hevrûniştîn. Em bi xwîngermiya ciwaniyê bi nav kolan û kuçeyên Erziromê ketin. Qederê çar pênc kîlometreyan ket milê min heta "Mihlebaşi"yê bi min re hat. Piştî xatir xwestinê wê berê xwe da mal, min jî Stenbolê.... Nema êdî deng û rûyê me bi serhev ket...